Li Çewligê jî Newroz hate pîrozkirin

Di Newroza Çewligê de hate diyarkirin ku wê gel li hemberî zaliman stûyê xwe xwar neke.

Li Çewligê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li ser rêya Nexweşxaneyê ya li Taxa Sarayê bû.

Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Parlementerê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr bi gotina ‘Zarokên Kawayên Hesinkar’ gel silav kir û qala zextên li ser HDP’ê kir.  Aydemîr got ku, “Dibe HDP’ê bigirin û deriyê wê qufle bikin. Lê ma gelo dikarin qufleyê li dilê 6 milyon kesan û îradeya wan bixe. Em ê bi têkoşîna xwe ya mafdar li dijî hikumeta Erdogan û Bahçelî yên ku îroj nûnerên Dehaqan in, em ê wan bişînin ser sergo.”

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî  diyar kir ku AKP bûye vîrusek ku gel nexweş dixe û got, “Berê pênaseyeke bêexlaqiyê hebû û me digot qey sînorekî wê heye. Lê di desthilatdariya AKP’ê de me dît ku ne sînorê bêexlaqiyê û ne jî binê xerabiyê heye. Li hemberî van tarîtiyan gelê me dadikeve qadan, ez we hemûyan silav dikim. “

Kaya qala ‘Nobeta Edaletê’ ya li Meclîsê kir û got, “Berxwedan him li kolanan û him jî li meclîsê didome. Desthilatdarî bi zindan, gef û kuştinê me tacîz dike. Lê em li ber sêdaran keniyane û em ji zindanan hatine. Me stûyê xwe li ber zaliman duh jî xwar nekir, em îro jî xwar nakin. Em ê edalet û aştiyê bînin vê axê.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan û li ber stranên Azad Bedran govend hate gerandin.