Leşkerên Tirk li Bradostê li zarokekî reşand
Zarokê bi navê Rêyan Zibeyr dema ku li Bradostê pezê xwe diçêrand, leşkerên Tirk bi çekên giran lê reşand. Zibeyr got ji ber êrîşê reviyaye, pezê wî hin jê li qada leşkeran maye, dema ku lê reşandine.

Dewleta Tirk êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e didomîne, van rojên dawî artêşa Tirk li qada Bradostê ya navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê gelek caran êrîş bire ser sivîlan.
Îro berê sibehê li qada Bradostê dema ku şivanê Kurd, zarokê bi navê Rêyan Zubeyr pezê xwe diçêrand, leşkerên Tirk bi çekên giran lê reşand. Zubeyr ji ber êrîşa leşkerên Tirk reviya û piraniya pezê wî li qadê ma.