Leşkerên Tirk dor li gundê Hespistê pêçane
Gundê Hespistê yê li navçeya Hezexê ji doh ve di bin dorpêça artêşa Tirk de ye. Li taxa Atakentê ya navçeyê di serdegirtina malan de Nûsrettîn Kaya hate binçavkirin.
Gundê Hespistê yê li navçeya Hezexê ji doh ve di bin dorpêça artêşa Tirk de ye. Li taxa Atakentê ya navçeyê di serdegirtina malan de Nûsrettîn Kaya hate binçavkirin.
Artêşa Tirk doh danê nîvro li derdora gundê Hespistê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê dest bi êrîşan kir û êrîş hîn jî dewam dikin.
Leşkerên Tirk dor li gund pêçane û nahêlin kes ji gund derkevin an jî bikevin nava gund. Ji ber vê yekê jî gundî li pêşiya gund hatine rawestandin û nikarin biçin malên xwe. Di serdegirtinê de li hin malan lêgerîn hate kirin.
Dorpêça li ser gund heta evarê dewam kir. Piştre jî leşker ji nava gund çûn û li derdora gund bi cih bûn.
Nîvê şevê dengê çekan hate bihîstin û leşker careke din ketin nava gund. Leşker tevahiya şevê li ser dêr û malên li gund bi cih bûn û serê sibehê xwe ji gund vekişandin.
Li aliyê din li taxa Atakentê ya li navçeya Hezexê serê sibehê di serdegirtina malekê de Nûsrettîn Kaya hate binçavkirin.