BI DÎMEN

Wesayîta zirxî ya dewleta Tirk çeteyek birîndar perçiqand

Di çalakiya ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Harûn ve hate lidarxistin de tê dîtin ku wesayitekî zirxî ya dewleta Tirk bi ser çeteyek birîndar ku hewl dide ji êrîşê bireve, diçe û çete perçiqand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmenên nû yên çalakiyên bibandor ên Yekîneyên Şehîd Harûn ên Taybet bi Operasyonên Hewayî yên QSDˋê weşand. Di dîmenan de xuya dibe ku yekîne li gundewarê Minbic û derdora Bendava Tişrînê bersivên tund didin çeteyan.

Di heman demê de di dîmenan de eşkere dibe ku yekîne çeteyên dewleta Tirk û alavên wan ên leşkerî hedef digirin. Her wiha xuya dibe ku wesayîta zirxî ya Tirkiyeyê pêl çeteyên birîndar dike û nahêle bireve, li kêlek wê jî ji ber kuştiyên çeteyan, çete di nava metirsî û tevlîheviyeke mezin de ne.

Beriya çend kêliyan jî Navenda Ragihandinê ya QSDˋê dîmena rûxandina wesayîtek zirxî ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve weşand.