NÛ BÛ I

Kurdên li Ewropayê li dijî qetilkirina rojnamevanan daketin qadan

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li dijî qetilkirina rojnamevanên li Silmaniyê ya bi destê dewleta Tirk daketin qadan.

Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Seyîdsadiq a Silmaniyê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahabîn gihîştin şehadetê û yek jê bi giranî 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

Kurdistaniyên li Marsîlyayê bi bangewaziya DTM’ê û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan hatin li ba hev û êrîş protesto kirin.

Ji aliyê Yakûp Serhed ve daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Hewce ye tu Kurdên xwedî rûmet vê êrîşa nemerdane û hovane qebûl neke. Hewce ye rêxistina PDK’ê ya rê li ber dewleta Tirk a bi têkoşîna gerîlayan têkçûyî, vekirî baş bizanibe ku ew ê ji holê rabin.’’

Çalakî bi banga beşdarbûna meşa ku wê hefteya pêşiya me roja Şemiyê were lidarxistin, bi dawî bû.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê di çalakiya ku ji aliyê TJK-E Hessen hatî organîzekirin de dewleta Tirk û PDK hatin protestokirin.

Di çalakiya ku li bajarê Luisenplatzê de jî peyama; ‘’Çapemeniya Azad bi tu awayî dev ji wan pênûs û kamerayan bernade’’ hate dayîn.

ZURÎH

Qetilkirina rojnamevanan li bajêrê Zurîh ê Swîsreyê jî hate protestokirin. Di çalakiyê de bang hate kirin ku herêm ji balafirên şer ên dewleta Tirk re were girtin.

Kurdistanî bi bangewaziya Meclîsa Jinan a Bêrîtan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Zh) li Qada Helvetiayê hatin li ba hev.

Di çalakiyê de li ser navê Meclisa Jinan a Bêrîtan Adîle Guzel axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Weke tolhilanîna serkeftina jinên Kurd a li Rojava a li dijî hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê bidestxistî,  faşîzma dewleta Tirk îro hevrêyên me yên jin bi zanebûnî qetil dike.’’

Adîle Guzel di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê weke jinên Kurd li hemberî van êrîşên qirkirinê têkoşîna xwe berdewam bikin û piştre jî Emrah Kara li ser navê CDK-Zh’ê daxuyaniya çapemeniyê ya bi Elmanî xwend.

Kara bang li sazî û dewletên navneteweyî kir ku bila qirkirina gelê Kurd bidin sekinandin û dawiyê li piştevaniya xwe ya ji bo polîtîkayên dewleta Tirk ên şer û dagirkeriyê bînin û got: ‘’Dewleta Tirk ev bi salan e li dijî herêmên gelê Kurd ên weke Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava bi awayekî sîstematîk êrîşan pêk tîne. Ev êrîşên dewleta Tirk bi destûrdayîna qada hewayî ya ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên destekkirin ku ev yek ji bilî hevkariya qirkirinê ne tişteke din e. Dewleta Tirk vê destûrê bi taybet ji bo ku êrîşên SIHA’yan yên ku sivîl û jinên Kurd hedef digire, bi kar tîne.’’

Emrullah Bîngol jî li ser navê Dîwana Hevserokatiya Konseya Kurdên Demokratîk a Swîsreyê axivî û Bîngol got: ‘’Bi hevkariya rêveberiya PDK’ê re îro 2 hevrêyên me yên jin hatin qetilkirin.’’

STOCKHOLM

Kurdistanî li hemberî êrîşê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Amara li li pêşiya Ahlensîn a li navenda Stockholmê hatin li ba hev.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin ku di belavokê de ev yek hatibûn nivîsîn:

‘’Her du rojnamevan ji bo gendeliya Malbata Barzaniyan eşkere bikin, li ber xwe dane û bi wêrektî xiyaneta PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê eşkere kirine.

 Em bang li gelê me yê li Ewropayê dikin ku bila piştevaniyê bidin têkoşîna van rojnamevanên azad û vê qetilkirina trajîk protesto bikin. Dewleta Tirk a di bin serokatiya AKP’ê de li gel hevkariya PDK’ê êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine. Em bang li hemû welatan dikin ku bila tavilê dest bi liv û tevgerê bikin û xwepêşandanên protestoyî li dar bixin.’’

BASEL   

Qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li bajaê Basel ê Swîsreyê jî hate protestokirin. Kurdistaniyên li bajarê Baselê bi bangewaziya Meclîsa Jinan a Ronahî û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê hatin li ba hev û daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di çalakiyê de wêneyên Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin hilgirtin û  rêzgirtin pêk hat. Piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê ya bi Elmanî ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hatî amadekirin, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

PARÎS

Li bajarê Parîs ê Fransayê jî qetilkirina her du jinên Kurd ên rojnamevan bi beşdarbûna gelek Kurdistaniyan hate protestokirin.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê û Konseya Kurdên Demokratîk a Fransayê daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Em dewleta Tirk a hov û dagirker bi tundî şermezar dikin û ji wan re dibêjinku hûn çi bikin jî hûn nikarin serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku li seranserê cîhanê belav bûye, tune bikin. Hûn dikarin qetil bikin lê belê vîna me gelekî xurt e ku hemû cihan bibe yek û êrîşê li me bike jî nikare fikrên Rêber Apo tune bikin.’’ Her wiha di çalakiyê de ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re jî şifa hate xwestin.

Nûnera jin a bang li PDK’ya ku rêya qirkirin û dagirkeriyê nîşanî dewleta Tirk dayî jî kir û got: ‘’Li hemberî kiryarên we yên li dijî gelê Kurd wê rûyê we reş bibe, hûnê têk biçin, tune bibin û hûn nikarin vîna me lawaz bikin.’’

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê jî ji bo Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn çalakiya protestoyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniyeke bi Elmanî hate dayîn û di daxuyaniyê de dewleta Tirk û hevkarê wê PDK hatin teşhîrkirin.   

FRANKFURT

Bi dehan Kurdistaniyên ku bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê li Frankfûrtê li hev civiyan, êrîşa dewleta Tirk a li dijî rojnemevanên li Silêmaniyê protesto kirin.

LÎMASOL

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji bo rojnemevanên ku bi piştgiriya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, meş û mitîng hat lidarxistin.

Çalakvanên ku li pêşiya Şaredariya Lîmasolê meşê veguherandin mitîngê, gelek caran bi dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor”, “Bimre xiyanet” dewleta Tırk û PDK’ê protestoK kirin.

Çalakî bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat di çalakiyê de axivî û bi gotina “Dewleta Tirk ev êrîş bi tenê nekir, gelê me pir baş dizane ku destê kî heye” diyar kir ku PDK bûye sembola xeta xiyanetê.

Çalakî piştî xwendina danezana bi zimanê Îngilîzî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.