BI DÎMEN

Welatparêzên li Nurnbergê Nobeta Azadiyê dewr girtin

Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê welatparêzên li Nurnbergê dewr girtin.

Nobeta Azadiyê ya ku 12 sal in li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, 4 welatparêzên ku ji bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hatin, dewr girtin.

Ronî Algur, Mazlum Eren, Îbrahîm Demîr û Mehmet Algur ên ku çalakiyê dewr girtin, li dijî tecrîda Îmraliyê peyama mezinkirina têkoşînê dan.

Li ser navê komê Ronî Algur axivî û ev tişt gotin: “Li Grava Îmraliyê sûcê mirovahiyê ên nehatî dîtin tê kirin. Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan 1265 roj in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Mifteya edalet û aştiyê ya li Rojhilata Navîn li Grava Îmraliyê ye. Li Îmraliyê êşkenceya giran û tecrîd tê sepandin. Eger hûn ne aligirê edaletê bin, em jî fedayiyên Serok Apo ne.”