Elmanyayê komeleyeke Îslamî qedexe kir

Wezareta Karên Hundir a herêma Brandenburgê 'Navenda Îslamê ya Furstenwalde al-Salam (IZF)' bi îdîaya ku têkiliya xwe bi Biratiya Misilman û Hamasê re heye, qedexe kir.

Wezîrê Karên Hundir ê Demokratên Xiristiyan (CDU) ê Brandenburgê Michael Stubgen daxuyaniyek da û diyar kir ku tedbîra li hemberî karên IZF'ê hatiye wergirtin, ku ji ber 'li dijî feraseta navneteweyî û fikrê pergala destûra bingehîn bû' di cih de ye.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê li avahiya navendê ya li Furstenwalde/Spree û daîreyên wê yên li Brandenburg û Berlinê lêgerîn hate kirin.

Di demeke welê de ku li Elmanyayê di têkoşîna li dijî Îslama radîkal de tedbîrên tund hatiye wergirtin û 10 roj beriya hilbijartinên parlamenta herêma Brandenburgê ev biryara qedexekirinê hate wergirtin.

IZF ku sala 2018'an li Furstenwalde ya li rojhilatê Berlînê ava bû, mizgeftekê bi rê ve dibe û ji bo Misilmanên li herêmê karên cuda dike.

Di Tîrmeha 2023'an de IZF ji aliyê Daîreya Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Brandenburgê ve weke komeleyek alîgirê tundiyê hatibû pênasekirin.

Weke hinceta vê tedbîrê jî belavkirina gotinên li dijî Yahûdiyan û redkirina mafê hebûnê yê Îsraîlê hate nîşandan.