Rola rasteqîn a Parastin û Yekîneya Antî-Terorê -III

Yekîneya Antî-Terorê di 42 êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de di saeta destpêkê ya 22 êrîşan de daxuyanî da. Hemû jî weke ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye amadekirin û rewakirina êrîşan bûn.

HEVKARIYA MÎT Û PARASTINÊ

Di vê beşê de em ê bi hin mînakên şênber nîşan bidin, bê Parastin û Yekîneya Antî Terorê bi mîsyoneke çawa ya dij bi Kurd û Kurdistanê radibin.

'Yekîneya Antî-Terorê ya Kurdistanê' weke yekîneya ewlekarî û îstîxbaratê ya Konseya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê (EAHK) tê pênasekirin ku 2'ê Gulana 2011'an ava bû û Mesrûr Barzanî serokê wê bû. Li gorî agahiyên 2022'an konsey ji 5 endaman pêk tê. Ji endamên wê 3 jê YNK'î û 2 jî PDK'î ne. Endamên Konseya Ewlekariyê yên YNK'yî wezîfeyên Serokatiya Daîreya Ewlekariya Herêmî (Asayîş), Serokatiya Daîreya Zanyarî (Îstîxbarat) û Serokatiya Îstîxbarata Pêşmergeyan dikin. Endamên Konseya Ewlekariyê yên PDK'yî jî wezîfeyên Şêwirmendiya Konseya Ewlekariyê, Serokatiya Parastinê (Îstîbarat) dikin. Di pratîkê de ev sazî tenê di yekdestiya Barzanî-PDK-MÎT'ê de kar dike. Lewma nirxandinên têkildarî vê saziyê ne li hemberî partiyên hevpar ên fermî ne, lê mebest Barzanî û PDK ye.

Beriya her tiştî hin pirsên gelê Kurd ên têkildarî vê yekîneyê hene, ku pêwîstî bi bersivan dibîne. Pirs di heman demê de xwedî bersivan e.

PIRSÊN PÊWÎSTIYA XWE BI BERSIVÊ HENE

Wezîfeya esasî ya vê yekîneyê çi ye, bi kê ve girêdayî ye? Bi fermana kîjan hêzê kar dike û çawa kar dike? Ji bilî xanedaniya malbata Barzanî xwe ji hêzeke din berpirsyar dibîne? Rewatiya xwe çi ye?

Navê rêxistinê 'Yekîneya Antî-Terorê ya Kurdistanê' jî be di rastiyê de ji bo gelê Kurd û Kurdistanê di kîjan astê de xwe berpirsyar dibîne? Ji bo parastina neteweya Kurd heta niha xizmeteke çawa kiriye? Li hemberî êrîşên li ser nirxên neteweyî û gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê sekneke çawa kiriye, karekî çawa kiriye, daxuyaniyeke çawa daye? Gelo berpirsyariya xwe parastina berjewendiyên Barzanî/PDK'ê ye yan jî parastina berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd e?

Kîjan êrîşa dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, komkujiya sivîlan, talankirina xwezayê yan jî şewata bi destê dewleta Tirk şermezar kiriye? Li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwestek nîşan daye? Ji bo bi sedan sivîlên ku ji aliyê balafirên şer û SÎHA yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin çima heta niha careke bi tenê dewleta Tirk şermezar nekiriye?

Li hemberî dagirkerî û hewldana îlhaqkirinê, bombekirina gundên Kurdistanê, şewitandin û valakirina gundan çima daxuyaniyeke bi tenê li hemberî artêşa Tirk nehatiye dayin, ev yek tê çi wateyê?

Ev yekîneya ku bi dayina cezayê darvekirinê li 2 ciwanên Kurd pesnê xwe dide ku bi îdîaya ku rêveberê MÎT'ê Osman Kose ceza kirin hatin girtin, ev yekîneya ku bi destdanîna ser maskeyên ji bo parastina gazên kîmyewî yên PKK'ê mîna şarlatanan şov kir, gelo heta niha çend ji kujerên welatparêz û şoreşgerên li Başûrê Kurdistanê hatin şehîdxistin girt û dewletên dagirker ên li pişt kujeran eşkere kir?

Çi feydeya vê yekîneyê li gelê Kurd heye? Gelo rola xwe pêşîgirtina li terorê ye, yan jî ew bi xwe terorê li civaka Kurd dike? Çend Kurd girtiye, êşkence kiriye û qetil kiriye? Çend welatparêzên Kurd bi îdîaya ku alîkarî bi PKK'ê re kirine girtiye yan jî mîna JÎTEM'ê winda kiriye. Çend welatparêzên Kurd bi êşkence, gef û şantajê bi zorê kiriye sîxurê MÎT'ê?

Eger îdîa dike ku parastina berjewendiyên gelê Kurd ji xwe re kiriye armanc, çima bi rêxistinên Kurd û tevgerên Kurd ên li parçeyên din re têkiliyê danîne?

KARÊ DIJ BI KURD Û KURDISTANÊ

Niha jî em lê binihêrin bê ev yekîne karê xwe yê dij bi Kurd û Kurdistanê çawa bi cih tîne:

Bi qasî ku me tespît kir, 'Yekîneya Antî Terorê ya Kurdistanê' têkildarî 22 ji 42 êrîşên hewayî yên salên dawî yên dewleta Tirk daxuyanî da. Çend îstîsna ne di nav de, di temamiya van bûyeran de di nava çend saetên destpêkê de daxuyanî da. Di hin êrîşan de di cih de daxuyanî da ku ev yek jî nîşan dide bê bi MÎT'ê re xwedî têkiliyeke çawa ye. Ya balkêş ew e ku di êrîşan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin, lê belê di temamiya daxuyaniyan de îdîa kir ku yên jiyana xwe ji dest dane hemû PKK'yî ne.

Daxuyaniyên Wezareta Parastina Mîlî ya Tirk û MÎT'ê ji xwe re kir esas û di daxuyaniyên xwe de qet qala mirina sivîlan nekir.

Têkiliyên xwe yên bi MÎT'ê re ne tenê rewakirina êrîşan û parvekirina îstîxbaratê ne, her wiha di asta pêkanîna operasyonên hevpar de ye. Ji bo dewamkirina êrîşên li dijî PKK'ê û berfirehkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê koordînasyoneke navendî jî hatiye avakirin. Têkildarî karên hevpar ên Parastin/Yekîneya Antî-Terorê û MÎT'ê de li çapemeniya Kurd a azad hin deman agahî û belge hatin weşandin. Hate ragihandin ku PDK û MÎT li Zaxo, Dihok, Amediyê û Bradostê 4 navendên kar ên hevpar hene. Li van navendan li dijî PKK'ê karê sîxurkirin, keşif û planên êrîşê hatin kirin. Li gorî agahiyan yek ji wan li Çiyayê Pirefatê yê navbera Barzan(Balekayetî ye, karên keşif û leşkerî ji vê derê tê meşandin. Li navenda duyemîn a li ber devê tunela navbera Zaxo-Dihokê jî karê sîxurkirina gel û tespîtkirina cihê gerîlayên PKK'ê tê meşandin.

Dewleta Tirk bi SÎHA di 23'ê Tebaxa 2024'an de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê êrîş bir ser wesayiteke sivîl; du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Yekîneya Antî-Terorê daxuyaniyek da û îdîa kir ku SÎHA ya artêşa Tirk li wesayitekê xist ku tê de şervanên PKK'ê hebûn û di encamê de rayedarekî PKK'ê, ajokar û şervanekî pê re hatin kuştin. Rojnamevanên sivîl ên hatin şehîdxistin weke şervan nîşan da û bi vî rengî hewl da êrîşê rewa bike. Tevî ku rayedarên YNK'ê daxuyanî dan û gotin, 'Yên hatin qetilkirin rojnamevanên sivîl in' bi rojan ev nêzîkatiya xwe dewam kir. Her wiha heman piştî êrîşê daxuyanî da ku ev yek jî nîşan dide ku haya wan berê ji êrîşê hebû.

MEDYA XWE JÎ BI HEMAN RENGÎ YE

Saziyên xwe yên çapemenî û medyayê jî dema ku beşeke biçûk a êrîşên dewleta Tirk diweşîne nêzîkatiyeke bêexlaq nîşan didin û hewl didin komkujiyên dewleta Tirk rewa bikin, Tevgera Azadiyê ya Kurd an jî xelkê sivîl sûcdar dikin. Çend ji mînakan bi vî rengî ne:

8'ê Mijdara 2020, Basnews: Fermandarê Pêşmergeyan Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragihand ku vê êvarê li herêma Bara ya Sîncarê balafirên şer ên Tirk bombe li wesayiteke şervanên PKK'ê barand.

1'ê Sibata 2022, Rûdaw: Tirkiyeyê êrîşeke nû ya hewayî bir ser Mexmûrê: Rayedarekî tenduristiyê ji Mexmûrê ji Rûdawê re ragihand ku sivîl û şervanên PKK'ê jî di nav de 8 kes mirin, 17 kes birîndar bûn.

21'ê Gulana 2022, Rûdaw: Di êrîşa hewayî ya Tirk a bi guman de ya li Silêmaniyeyê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

15'ê Hezîrana 2022, Rûdaw: Bi droneyeke ku tê gotin a Tirkiyeyê ye, êrîş li biryargeha YBŞ'ê hate kirin.

15'ê Nîsana 2023, Rûdaw: Li Silêmaniyeyê di êrîşên hewayî yên Tirk ên bi guman de 2 kes mirin.

23'ê Gulana 2023, Rûdaw: Li Şengalê di êrîşên drone yên Tirk de 3 endamên YBŞ'ê hatin kuştin.

1'ê Hezîrana 2023, Rûdaw: Amûra hewayî ya bêmirov a Tirk a bi guman êrîş bir ser Şengalê.

11'ê Tebaxa 2022, Rûdaw: Amûreke hewayî ya bêmirov a nediyar e ya kîjan dewletê ye, li Silêmaniyeyê 3 kes qetil kir.

24'ê Tebaxa 2023, K24: Midûriyeta Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê roja Pêncşemê daxuyaniyek da û ragihand ku balafireke bêmirov a Tirk li navçeya Saîdkan a Erbîlê êrîş bir ser konekî milîtanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û 2 jê lîder 4 milîtan hatin kuştin.

14'ê Cotmeha 2023, Rûdaw: Amûreke hewayî ya bêmirov a Tirk li Dihokê êrîş bir ser endamên PKK'ê.

9'ê Cotmeha 2023, Rûdaw: Li nêzî Kerkûkê di êrîşa hewayî ya Tirk a bi guman de jinekê jiyana xwe ji dest da.

26'ê Cotmeha 2023, K24: Herî kêm 9 milîtanên PKK'ê di êrîşên hewayî yên Tirk de hatin kuştin.

2'ê Nîsana 2024, Rûdaw: Amûra hewayî ya bêmirov a Tirk li Şengalê fermandarê PKK'ê kuşt.

8'ê Tîrmeha 2024, K24: Li Şengalê li hemberî wesayiteke ku PKK'yî tê de bûn êrîşa ÎHA.

23'ê Tebaxa 2024, K24: SÎHA'yeke artêşa Tirk li nêzî gundê Tepereşê ya navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê êrîş bir ser wesayitekê ku şervanên PKK'ê tê de bûn, rayedarekî PKK'ê, ajokar û şervanekî pê re hatin kuştin.