BI DÎMEN

'Em bi hezaran kes li qada festîvala li Başûrê Fransayê bicivin'

Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersîm a ku li Marsîlyayê tê lidarxistin çend roj şûnde wê destpê bike. Yên ku tevlî amadekariyan bûne banga "Em bi hezaran li dora berxwedana gerîla bibin yek û ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê biqîrin" kirin.

4’EMÎN FESTÎVALA ÇANDA KURD A ŞEHÎD SÎNAN

Amadekariyên ji bo 4’emîn Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersîm ku wê roja Yekşema li Başûrê Fransayê bê lidarxistin, ber bi dawiyê ve diçin. Komîteya Festîvalê bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir ku beşdarî festîvala ku wê bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu" bê lidarxistin, bibin.

Komîteya Hevgirtina bi Gelê Kurd re, Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Çep, Komeleya Mafên Mirovan, Tevgera Aştiyê, Tevgera Dijî Nîjadperestiyê, Sendîkaya Karkeran CGT, Partiya Dij Kapîtalîst, Komeleya Azadî û Hevgirtinê, tevgerên jinên Fransî, siyasetmedar, hilbijêrên Şaredariya Marsîlya û yên xwecihî û gelek nûnerên wê beşdarî festîvalê bibin.

Hunermend Hozan Diyar, Beser Şahîn, Şehrîbana Kurdî, Îbrahîm Qamişlo, Şiyar Sîpan wê di festîvalê de derkevin ser dikê û di standên bên vekirin de wê çanda Kurdî bên pêşandan.

Navnîşana ku wê festîval lê bê lidarxistin ev e: Parc de la Ravelle (La Rose), Marsîlya.

Dîrok: 15.09.2024, Yekşem

Seata destpê bike: 12.00

Berdevkê Komîteya Mîhrîcanê Fethî Serhat têkildarî amadekariyan de agahî da û got, "Em ê roja Yekşemê di festîvalê de bên ba hev, li dora berxwedana gerîla bibin yek û ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê biqîrin."

Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Aysel Malazgirt jî got, “Weke jin em ê wê rojê werin ba hev û pêşengiyê bikin. Em ê li dora Rêber Apo bibin yek û bi şiyara ji Rêber Apo re azadî wir bin.”

Hunermendên beşdarî festîvalê bibin, Kurdên li Marsîlya û Başûrê Fransayê dijîn vexwendin festîvalê.  

Festîval dê tevahiya Başûrê Fransayê bigire nava xwe. Xebatên festîvalê bi hemû hêza xwe li Toulouse, Bordeaux, Montpellier, Draguignan, Lyon, Marignane û Avignonê dewam dikin.