BI DÎMEN

Rewşenbîrên Rojava dijî îxanetê bang kirin

Mezher Şêxo û Civîn Hebîb anîn ziman ku PDK ji dîroka xwe heta roja îro ji bo berjewendiyön malbata xwe kar dike û bang li rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê kirin da ku li pêşiya ixanetê bisekinin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ji destpêka avabûna xwe heta roja me ya îro ji bo parastina berjewendiyên xwe li dijî hebûn û azadiya gelê Kurd bi dewleta Tirk re bûye hevkar. Endamên Yekîtiya Rewşenbîran ya Kantona Cizîrê Mezher Şêxo û Civîn Hebîb bal kişandin li ser xeta xiyanetê ya PDK’ê û ji bo helwest bê nîşandan bang kirin.

Mezher Şêxo da zanîn ku ji dîroka avabûnê heta roja me ya îro PDK hebûna xwe li ser xiyanet, keda gel û talankirinê ava kiriye û PDK ji terîqeta Nurşin a Terîqeta Neqşîbendî hatiye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: ‘’PDK ji dîroka xwe ve bi talankirinê tê naskirin û li Başûrê Kurdistanê  hemû partiyên din ber bi tunebûnê ve anîn û xwe li ser wan ava kirin. Xwe kirin rêveberê wê û ji bo xwe bi kar anîn. Di heman demê de weke hemû dewletên desthilatdar ên li Rojhilata Navîn, ku di bin navê Peymana Sykes Picotê de dewletên netewperest ava kirin, PDK’ê jî weke wan dewletan siyaseta netewperestî bi kar anî.”  

PDK JI BÎRDOZIYA PKK'Ê DITIRSE

Mezher anî ziman ku piştî salên 70’yî PDK xiraptir kar kiriye û bi xiyanet û rûreşiyê cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de nivîsandiye û got: “Gelek partî û kesayetên li Başûrê Kurdistanê ku dixwestin fikrê baş belav bikin, ji aliyê PDK’ê ve hatin windakirin û qetilkirin.  Piştre jî bi derketina PKK’ê ji bo derbasbûna gerîlayan ya ji bo Başûrê Kurdistanê têkilî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re danîn. Ew têkilî  jî li ser bingeha ku hev biparêzin û dema komên gerîla derbasî Başûrê Kurdistanê bibin ji bo wan nebin asteng bû. Careke din bi durûtiya xwe xiyanet pêk anî. Bûyer hîn jî tê bîra min. Dema ku komek ji gerîlayên azadiyê dixwazin derbasî çemê Hêzilê yê Başûrê Kurdistanê bibin,  ji aliyê PDK’ê ve hatin şehîdxistin û têkilî bi dewleta Tirk a faşîst re danîn. PDK ne partiyên derdor û ne jî yên di nav xwe de qebûl dike, xwe li ser wan hemûyan dibîne ku bi vîawayî nunertiya fikra feodalizmê dike. Dema PKK jî derket, dît ku birdoziyeke pir pêşketî û demokrat e, ji bo xwe weke xeteriyeke pir mezin dît û roj bi roj tirsa wan zêde bû.”  

‘XWÎN Û XWÊDANA GEL XWE AVA KIRIN’

Mezher di berdewamiya axaftina xwe de got ku Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bi sedan gel di komkujiyan re derbas kirine û bi hezaran gel xistine bin siyaseta xwe ya qirêj de û wiha pêde çû: “Malbata Barzanî ji dîroka xwe ve heya niha xwe li ser xwîn û xwêdana gel daye avakirin. Dema em li ser PDK’ê diaxivin, ev axaftin ne li ser gelê Başûr yan jî pêşmergeyan e. Ji ber ku gelek ji wan yên xwedî wijdan û bi rumet in. Lê belê bi siyaseta PDK’ê ya qirêj gelek ji wan hatin qetilkirin û hin ji wan jî bi dare zorê ketin di bin siyaseta PDK’ê a qirêj de.”

‘PKK’Ê PARASTINA GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KIRIYE’

Mezher wiha axaftina xwe berdewam kir û got: “Ji salên 1923’yan heta salên 1970’yî gelê Kurd ber bi qirkirinê ve diçû. Le bi derketina PKK’ê gelê Kurd ji nû ve zindî bû. Bila her kes bizanibe PKK’ê her tim parastina gelê Başûrê Kurdistanê kiriye. Mînaka herî berbiçav jî gelê Êzîdî ye. Li pêşiya çavê PDK’ê komkujî bi serê wan dihat kirin û li hemberî wê bêdeng man. Lê belê gerîlayên azadiyê ev yek qebûl nekir û gelê Êzîdî ji komkujî û tunekirinê xelas kirin. Ruxmî vê yekê jî PDK di nav hewldanan de ye ku PKK’ê ji xaka Başûr derxîne. PDK’ê bi dewleta Tirk re xwe kiriye yek û li hember PKK’ê şer dikin. Ji ber ku dizanin misogeriya destkeftiyên Başûrê Kurdistanê gerîla ne. Em dikarin bibêjin ku şerên dewleta Tirk û PDK’ê bi ser neketine.”

PDK DI DESTÊ DEWLETA TİRK DE BÛYE AMÛR

Civîn Hebîb, di heman çarçoveyê de bal kişand li ser amûrbûna PDK’ê ya di nav destê dewleta Tirk de û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Tişta ku herî zêde em pê diêşin ew e ku Kurd li dijî Kurdan şer dike û bi dijminê xwe re dibe yek. PDK di dîroka xwe de tim xwe xistiye bin baskên dewletê Tirk. Dewleta Tirk a dagirker PDK’ê weke amûreke di nav destê xwe de li hember Kurdan bi kar tîne. Tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Ji ber PDK ne partiyeke xwedî  bîrdoz e û ji ber wê jî pir lawaz e. Dema mijar dibe aboriya malbata wan, yekser bi dewleta Tirk re tevdigere. Bila PDK baş bizanibe ku tu cara hevkarî bi dijmin re nayê kirin.”

Civîn Hebîb di dawiya axaftinê xwe de têkildarî helwesta gel û bi taybet jî ya gelê Başûrê Kurdistanê wiha got: “Divê em bibin yek û li hemberî vî dijminê xwînxwar bisekinin. Bi taybet jî Kurdên li Başûr ber bi qirkirineke çandî, fikrî û fîzîkî ve diçin. Ger gel hemû bi yek destî û dengî li hemberî PDK’ê û dewleta Tirk serî rake, em ê serkeftinê bi dest bixin. Bila gel rabe ser piyan, ji ber ku dem dema azadiyê ye. Heta Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê azad nebin, em ê her dem di nav şeran de bin. Em weke rewşenbîran dibêjin ku divê hemû rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê rola xwe bilîzin û hibra pênûsa xwe li hemberî siyasetên şaş xerc bikin.’’