BI DÎMEN

Li Berlînê ciwanên Kurd ji bo 'Meşa Dirêj' banga tevlîbûnê kirin

Ciwanên Kurd ên li paytexta Elmanya Berlînê ne, ji bo 'Meşa Dirêj' banga tevlîbûnê kirin ku çalakî wê di navbera 15-20'ê Îlonê de bê lidarxistin.

Ji bo meşa ku wê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bê lidarxistin, ciwanan banga tevlîbûnê kirin û ragihandin ku ew tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin.

Ciwanan diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê Meşa Dirêj pêk bînin û gotin, "Weke ciwanên li Berlînê em ji Meşa Dirêj re amade ne. Hûn ciwanên Kurd, hûn jî amade ne?"

Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmên "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" û "Freiheit fur Ocalan - Frieden in Kurdistan" bi dawî bû.