Li Sistan-Belûcistanê 3 polîsên Îranê hatin kuştin

Li gorî medya fermî ya Îranê, roja Pêncşemê li eyaleta Sistan-Belûcistanê 3 polîsên Îranê ji aliyê kesên çekdar ve hatin kuştin. Koma Îslamî ya bi navê Ceyş El Adl berpirsyarî li xwe girt.

Ajansa nûçeyan Îrnayê ragihand, ku li Mircaveh a li eyaleta Sistan-Belûcistanê kesên çekdar êrîş birin ser hêza polîsan, 3 polîs kuştin û sivîlek jî birîndar kirin.

Di nûçeyê de hate gotin, "Polîs êvara Pêncşemê li stasyoneke benzînê dema ku sotemenî werdigirtin bûn hedefa êrîşa çekdaran."

Koma Îslamî ya Sûnî Ceyş El Adl (Artêşa Edaletê) ku navenda wê li Pakistanê ye û li eyaleta Sistan-Belûcistanê jî heye, li ser Telegramê berpirsyariya êrîşê li xwe girt.

Li Sistan-Belûcistanê ku yek ji herêmên herî xizan ên Îranê ye gelê Belûcî heye.

Di 23'ê Tebaxê de serokê departmana lêpirsîna ceza ya polîsan a bajarê Haşê li heman herêmê di encama êrîşeke heman komê de hate kuştin.

Meha Nîsanê li heman herêmê di du êrîşên li ser qereqoleke polîsan de 10 endamên hêzên ewlekariyê yên Îranê hatibûn kuştin. Ceyş El Adl berpirsyariya êrîşan li xwe girtibû.