BI DÎMEN

Çalakiyên li Mîlanoyê: Azadî ji Rêber Apo re!

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi dirûşma "Dema Hêviyê" çalakiyek hate lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

DEMA HÊVIYÊ

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, her wiha bi daxwaza statuya ji Kurdistanê re ji havîna 2022'an û vir ve li bajarên cuda yên Îtalyayê bi dirûşma 'Dema Hêviyê' çalakî têne lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Mîlano yê Îtalyayê panelek û konserek hate lidarxistin. Rojek ji festîvala Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê ya Îtalyayê îsal ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê re hate veqetandin. Çalakî ji aliyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê û Rte Kudistan Italia ve li Parka Delle Cassine di Chiesa Rossa pêk hat û qada çalakiyê bi wêneyên Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hate xemilandin.

Her wiha pankartên "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" û 'Kurdistanê diparêze" yên bi zimanê Îtalî hatin daliqandin. Li standan jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi zimanên cuda hatin nasandin.

Çalakiyê bi panela li ser girîngiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda li Îmraliyê û rewşa rojane ya li Kurdistanê destpê kir. Di panelê de ku rojnamevan Alessia Manzi moderatorî jê re kir, Serokê Weşanxanya Punto Rosso ya ku pirtûkên Abdullah Ocalan bi Îtalî wergerandiye Roberto Mapellli, Serketerê Giştî yê Federasyona Xebatkarên Perwerdeye ya Herêma Lombardiayê (FLC CGIL Lombardia) Massimiliano de Conca, endama Navenda Lêkolîn û Pêşvebirinê ya ji bo Demokrasiyê Parêzer Michela Arricale û Nûnerê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkan weke axaftvan beşdar bûn.

MAPELLI: ABDULLAH OCALAN DAXWAZA ÇARESERIYÊ DIKE

Roberto Mapelli destpêkê axivî û bal kişand ser girîngiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo vê serdemê. Mapelli ragihand ku Ocalan yek ji fîlozovên girîng ên vê serdemê ye û di asta Şoreşgerê Îtalyayê Antonio Gramsci û Nelson Mandela de ye.

Mapelli anî ziman ku Ocalan ji bo çareseriya rasteqîn a pirsgirêkan xwedî kapasîteyeke bilind e û got, bi paradîgmaya konfederalîzma demokratîk derfetê jiyana bi hev re pêşkêşî hemû cihêrengiyan dike.

DE CONCA: DIVÊ EM GIRÎNGIYA FIKRÊN ABDULLAH OCALAN FÊHM BIKIN

Massimiliano De Conca jî têkildarî girîngiya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk pêşkêşî kir û destnîşan kir ku hêzên çep û sosyalîst ên li Ewropayê nikarin ji krîzên heyî re çareseriyê û alternatîfê biafirînin. De Conca got, "Ji ber ku fikrên Abdullah Ocalan xwe dispêre Mezopotamyayê, em pirsgirêka qebûlkirinê dijîn. Lê belê divê em vê pirsgirêkê çareser bikin û girîngiya fikrên Abdullah Ocalan fêhm bikin."

Di dewama axaftina xwe de Massimiliano De Conca bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ewropa û saziyên wê nirxên xwe ji dest dane. Ewropa û saziyên wê li pêşberî vê bêhiqûqiyê bêdeng dimînin. Divê em vê yekê ti carî qebûl nekin."

PARÊZER ARRICAL: LI ÎMRALIYÊ BÊHIQÛQIYEKE MEZIN HEYE KU MÎNAKA WÊ NÎNE

Parêzer Micheal Arrical jî têkildarî tecrîdê û rejîma Erdogan axivî û got, "Rejîma Erdogan hebûna xwe li ser dijminatiya li Kurdan dimeşîne. Navenda şerê li dijî gelê Kurd, girtîgeha Îmraliyê ye."

Michela Arricale bi bîr xist ku 42 meh in bi ti awayî awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got, "Bêhiqûqiyeke welê heye ku mînaka wê li cîhanê nîne. Li Îmraliyê hemû qanûnên navneteweyî hatine betalkirin. Mixabin welatên Ewropayê, Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng in."

Arricale işaret bi kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir û got, "Pêwîstiya me bi fikir û azadiya Abdullah Ocalan heye. Ji bo şikandina vê tecrîdê divê em bi hev re tevbigerin."

ORKAN: EM DIKARIN PÊŞÎ LI QIRKIRINÊ BIGIRIN

Yilmaz Orkan jî bal kişand ser şerê qirkirinê yê dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê dimeşîne û işaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî kir.

Orkan ragihand ku di vî şerî de li dijî mirovahiyê sûc tê kirin û anî ziman, dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê dibe herêmê ku li hemberî PKK'ê şer bike.

Orkan girîngiya piştevaniya navneteweyî ya li dijî şer û tecrîdê bi bîr xist û got, "Em bi hev re dikarin pêşî li van êrîşên dagirkeriyê bigirin û deriyên Îmraliyê vekin."

KONSERA AZADÎ JI ABDULLAH OCALAN RE

Çalakî piştî panelê bi konsera bi beşdariya hunermendê Kurd Kawa Ûrmiye û hunermendê Îtalyayî Assalti Frontali heta derengiya şevê dewam kir. Li ber stranên hunermend Assalti Frontali ciwanan dirûşma "Free Apo" qîriyan.