BI DÎMEN

Kurdên li Ewropayê di 1’ê Gulanê de daketin qadan

Kurdên li Ewropayê dijîn, di 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê de daketin qadan.

Kurdistanî bi girseyî beşdarî meşên 1’ê Gulanê bûn ku bi banga sendîkayên Ewropayê hatin lidarxistin.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê bi hezaran kes ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê Roja Karkeran li Qada Canabîer li hev civiyan. Sazî û rêxistinên ku Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê jî di nav de bû, bi reng, pankart û alên xwe beşdarî çalakiyê bûn.

Di tevahiya meşê de Kurd dirûşmeyên "Ji Serok Apo re azadî", "Ji Kurdistanê re statû", "Kujer Erdogan" û "Dawî li dagirkeriyê bînin" berz kirin.

Bi danezanên hatin belavkirin de bal kişandin ser tecrîd û dagirkeriyê. Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji bo şerekî berfireh amadekariyê dike û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

HENNEBONT

Li bajarê Hennebont ê Fransayê gelek kes bi banga sendîkayên karkeran, partiyên siyasî û komeleyan di saet 10:30^an de li qada şaredariyê li hev civiyan. Kurdên li bajarên Lorîent û Hennebont dijîn, bi rengên xwe di korteja 1’ê Gulanê de cih girtin.

Di axaftinên hatin kirin de hat destnîşankirin ku 1’ê Gulanê roja hemû karkeran û gelên li dijî zilmê têdikoşin e ku di nava hevgirtinê de daxwaza xwe ya azadiyê tînin ziman.

Pîrozbahiya 1’ê Gulanê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

HAMBÛRG

1’ê Gulanê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi coş hat pîrozkirin. Bi hezaran kes di saet 11:00’an de li pêşiya şaredariya Altona li hev civiyan. Kurdistaniyên li bajêr jî di korteja 1’ê Gulanê de cih girtin. Meşa ku sendîka, partiyên siyasî û gelek saziyên jinan tevlî bûn, li bendera Landesbrucken bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Bi dehan pêkhate, sendîka û saziyên jinan ku li Frankfrût Haûptwachê li hev civiyan ji bo 1’ê Gulanê meşiyan. Meclîsa Jinê ya Amara, Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê, PJAK, KCR, KJAR û ni dehan fraksîyonên rêxistinên Çep jî tevlî meşê bûn. Her wiha helwesta dewleta Belçîkayê ya li dijî çapemeniya Kurd bi vekirina pankartekî hat protestokirin.

Di pêşiya korteja meşê de pankarta “Hoch die interationale Solidarität" (Bijî Hevgirtina Gelan) hat hilgirtin û pankartên “Bijî 1’ê Gulan”, “Çapemeniya Kurd a Azad nayê bêdengkirin” jî bal kişandin. Di meşê de ku gelek caran dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin, heta qada Romerplatz dewam kir.

DUÎSBÛRG

1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê li bajrê Duîsbûrg ê Elmanyayê bi coş hat pîrozkirin. Çalakiya ku ji aliyê ekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) ve hat organîzekirin, di saet 10:00’an de li pêşiya avahiya Şaredariya semta Duîsbûrg-Hambornê destpê kir. Li qada mîtîngê nûnerên gelek sazî û sendîkayan, ciwanan bi daxwaza mafên xwe axaftin kirin.

Piştî axaftinan girse bi qasî 3 km meşiya û heta qada Landschaftoprak-Nordê meşiyan. Di tevahiya meşê de Kurdistanî dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî Serok Apo”, “Zap-Avaşîn-Metîna, Bijî Berxwedana Gerîla”  berz kirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi tevlîbûna sendîka û rêxistinan meşek hat lidarxistin. Meş di saet 10:00’an de li Qada Gewerkschaftshaus destpê kir û li kolanên herî qelebalix ên bajêr dewam kir. Li Marktplatzê ji aliyê gelek saziyan ve standên agahdarkirinê hatin vekirin. Çalakî heta saet 15:00’an dewam kir.

Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di meşê de pankartên mezin ên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî, alên Rojava, TJK-E û wêneyên şehîdên Parîsê hatin hilgirtin.

STÛTTGART

1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê li bajarê ya Elmanyayê bi meşeke mezin hat pîrozkirin. Di meşê de ku karker, karker û jinên berxwedêr ên ji hemû gel, reng û pîşeyê li hev civiyan, alîkariya çekan a Elmanyayê ji bo “dîktatoriya Erdogan” hat protestokirin û peyamên hevgirtinê ji bo berxwedana YPJ û YPG’ê hatin dayîn.

Kurdistanî û dostên wan ku ku di saet 10:30’an de dest bi meşê kirin, heta Markplatzê ku cihê mîtîngê bû, meşiyan. Di meşê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Hesînkiyê bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê meşek hat lidarxistin. Sendîka û rêxistinên karker û kedkaran bi blokên cuda li hev civiiyan û meşeke hevpar pêk anîn. Kurd bi pêşengiya NCDK’ê di bloka “Greva Giştî” ya gelek rêxistinên çep û anarşît de cih girtin.

Meşa 1’ê Gulanê heta Pirtûkxaneya Oodî ya li navenda bajêr dewam kir. Di daxuyaniyan de polîtîkayên desthilatdariya rastgirt hat rexnekirin û banga greva giştî hat kirin.

LÎMASOL

Bi hezaran kes li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê li hev civiyan. Saziya PEO ku sendîkaya karkeran ya herî mezin a Qibrisê ye, Komeleya Çanda Kurd a Teofîlos, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Di meşê de Komeleya Çanda Kurd a Teofîlos bi pankartên xwe û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di korteja meşê de cih girtin. Dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” dexmeya xwe li çalakiyê da û gelek caran dirûşmeyên “Dewleta Tirk a dagirker” û “Kujer Erdogan” hatin berzkirin. Her wiha di dema meşê de têkîldarî kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” danezan hatin belavkirin.