Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê demildest tecrîda li Îmraliyê were rakirin

Koordînasyona Çavdêrî û Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Dîlokê diyar kir ku divê demildest tecrîda li Îmraliyê were rakirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Koordînasyona Çavdêrî û Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Dîlokê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Fikrê Azad û Komeleya 78’iyan têkildarî girtîgehên ku çalakiyên greva birçîbûnê lê didomin, li ÎHD’ê daxuyanî dan. Metna çapemeniyê ya hevpar ji aliyê endamê Komîsyona Girtîgeha Şaxa OHD’ê ya Dîlokê Yûsûf Kartal ve hate xwendin.

Kartal diyar kir ku 34 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin û got ku divê demildest tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Kartal di daxuyaniyê de bal kişand ser bêmafiyên ku li girtîgehan li hemberî girtiyên di çalakiyên greva birçîbûnê de tên kirin.

Kartal ragihand ku Rêveberiya Girtîgeha Îslahiyeyê cezayê hucreyê daye girtiyên di greva birçîbûnê de û ji bo parastina mafên jiyanê yên girtiyên di greva birçîbûnê de bang li hemû rayedaran kir ku bi hestiyar tev bigerin.