Komkujiya 33 fîşek: Dewletê bavê min piştre jî kurê min kuşt

Di komkujiya 33'ê Fîşekan de bavê Dayika Bedîle jiyana xwe ji dest da. Dewletê kurê wê jî bi îdîaya 'qaçaxçitiyê' qetil kir.

Bedîle Demîrbacak a 85 salî li gundê Şerefxane yê navçeya Sarayê ya Wanê ye. Bavê wê di Komkujiya 33 Fîşek de hate kuştin, kurê wê jî di sala 2006'an de li heman herêmê bi îdîaya 'qeçaxçitiyê' hate kuştin.

Bedîle Demîrbacak ku şahida Komkujiya 33 Fîşekan e qala serpêhatiya xwe kir.

'EZ Ê DEWLETÊ EFÛ NEKIM'

Di Tîrmeha sala 1943'an de di Komkujiya 33 Fîşekan de ku bi fermana orgeneralê Tirk Mûstafa Mûglali hate kirin bavê wê Memî hate qetilkirin.

Demîrbacak demeke dirêj êşa bavê xwe kişand û ev bûyer ti carî ji bîr nekir. Di sala 2006'an de bi hinceta ku bazirganiya li sînor kiriye kurê wê Cemîl ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin. Bedîle Demîrbacak di temenê xwe yê 85 salî de gelek êş dîtiye. Demîrbacak diya rkir, piştî Komkujiya 33 Fîşekan efserê Tirk Hasan avêt ser gundê wan, girî li wan qedexe kir û nehiştin ku ew şîna xwe jî werbigirin. Demîrbacak diyar kir ku dewleta Tirk gelekî zilm li wan kir, lewma ew dewletê efû nake.

'DIBIN, HEFTEYEKÊ LÊ DIDIN'

Demîrbacak ku di dema komkujiyê de 10 salî bû û niha 4 zarokên wê hene got, "Şevekî bavê min û gundî birin. Ji xwe berê jî li gundan zilmeke mezin hebû. Serçawiş û leşker timî diavêjin ser gundan û li mêrên li gund dixistin. Tê bîra min, demekê çavên dayika min diêşiya diviyabû biçûya doktor. Min jê re got, 'bila bavê min te bibe doktor' û wê jî ji min re got, 'Keça min serçawiş tê wan dibe û heta sibehê li wan dixe. Ji ber vê yekê nikare min bibe nexweşxaneyê'. Navê bavê min Memî bû. Carekê piştî ku li bavê min xistin ew anîn malê û her deverên wî birîn bûbû. Dayika min dema ku got, çavê wê gelekî diêşe, serçawiş jî bi dengekî bilind keniya û got, 'hevserê te li vir e bila te bibe nexweşxaneyê'. Dayika min gelekî bi hêrs bû û jê re got, 'Hefteyeke te hevserê min biriye û lê xistiye, wê çawa min bibe doktor'.

Tê bîra min, ku 33 kes 15-20 rojan li Sarayê hiştin. Li wê deverê xistin odeyeke biçûk. Dema ku em digiriyan bavê min got, 'Negirîn, wê piştî 3-4 rojan me berdin'. Haya me jê nebû ku wê wan bikuje. Em timî diçûn serdana wan. Me betanî û xwarin ji wan re dibir. Carekê em 40 jin û gelek zarok me bi xwarinê berê xwe dan Sarayê, navçeya Wanê. Dema ku em nêzî Sarayê bûn komeke leşkeran em asteng kirin û xwestin em vegerin gund. Dema ku me ji wan re got, 'em dixwazin xwarinê ji yên girtî re bibin', ji me re gotin ku 'ew hemû hatine kuştin'. Li derdora Gola Êngizê leşkeran em dorpêç kirin. Timî yekîneyên siwarî derbas dibûn û sirûd digotin. Heta êvarê leşkeran ji me re gotin, 'biçin gundê xwe'. Me xwest cenazeyên xwe werbigirin, lê gotin 'qedexe ye'. Me xwestin cara dawî cenazeyên xwe bibînin, lê gotin 'ew jî qedexe ye'. Herêma ku 70 sal in cenaze lê ne bi têlan hatiye dorpêçkirin û nahêlin ku em biçin wê deverê."

Bedîle Demîrbacak anî ziman ku dewletê hem bavê wê hem jî kurê wê kuştiye û got, "Divê dewlet ji ber vê komkujiyê lêborînê ji me bixwaze."