TEV-DEM: Ji bo azadiya Rêbertî em têkoşînê mezin bikin

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de hat gotin, “Kîlîta çareseriyê li Îmraliyê ye. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, em banga berfirehkirina têkoşînê li her kes dikin.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi wesîleya salvegera 26’an a komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku piştî komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin û di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin û di 15’ê Sibata 1999’an radestî Tirkiyeyê hat kirin, krîzên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê roj bi roj girantir bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nava xitimandinê de ye û mirovahî, gel û niştecihên herêmê li ber qeyran û windabûnê ne, ji her demê bêtir girîngî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye. Kilîta çareseriyî li Îmraliyê ye.

Her çend Tirkiyeya faşîst xwe bixapîne û hêzên navneteweyî doza Rêber Abdullah Ocalan paşguh bikin jî, lê bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û çareseriya siyasî ji doza Kurdistanê re aramî û aştiyê li herêmê ne pêkan e. Ev 25 sal e Rêber Ocalan di nava tecrîd, êşkence û zextên dewleta Tirk de ye, ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê têdikoşe. Fikir û felsefeya wî bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û li ser asta cîhanê belav dibe.

Şerm e ji mirovahiyê re, ji saziyên mafên mirovan û Dadgeha Ewropayê re ku têkoşerekî ji bo aştî û mirovahiyê têdikoşe, di nava çar dîwarên Îmraliyê de be û kujer û dîktatorên ku gelan qir dikin, behsa wekhevî û demokrasiyê bikin.

Em weke Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dubare bang li gelê me, raya giştî, mafnas, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl û demokrasîxwazên cîhanê dikin ku bi têkoşîn û vîna xwe ya azad, dawiyê li vê şanoya hovane bînin û ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.”