BI DÎMEN

Li Stockholmê semînera 'Kurdistan û dagirkerî' hat lidarxistin

Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê li ser dîroka Kurdistanê, hewldanên dagirkerî û îmhayê semînerek li dar xist.

Enstîtuya Kurdî li bajarê Stockholmê yê Swêdê semînera bi navê “Di 100 salên dawî de dîroka Kurdistanê ya nûjen, di nava herkîna dîrokê de hewldanên nû yên dagirkeriyê û hewldanên nû yên îmhayê yên li dijî şoreşa Kurdistanê û pêşengên wê” hate lidarxistin.

Semîner li Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê hat lidarxistin. Nivîskar, dîroknas û rêveberên saziyên Kurd beşdarî semînerê bûn.

Nivîskar Kamiran Simo Hêdilî di axaftina xwe ya li semînerê de behsa pêvajoya damezrandina dewleta Tirk, avakirina wê li ser esasên monîst û tunekirinê kir û piştre behsa serhildanên gelê Kurd ên ku geş dibin û berxwedana neteweyî ya pêşengên weke Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalidê Cibirî, Nûrî Dersîmî kir.

'RIZGARÎ WÊ BI BERXWEDAN Û YEKÎTIYA NETEWÎ PÊK BÊ'

Hêdilî ev tişt gotin:

"Hêzên dagirker ên li Kurdistanê, li gel qedexekirina her tiştên Kurd û Kurdistanê û îmhakirina fizîkî, her tim hewldanên ji bo têkbirina serhildanên gelê Kurd û pêşengên wê xiyaneta navxweyî didomînin. Ev xiyanet Qasim ê ku xiyanet bi Şêx Seîd re kir û Reyber ê ku xiyanet li Seyîd Riza kir berdewam kir. Dewletê her tim xwest ku Reyberên ku îxanet kirine biafirîne. Di nav vê herkîna dîrokê de PKK serhildana herî dawî ye. Birêz Ocalan ê ku li her çar parçeyên Kurdistanê bi milonan Kurd weke rêberê xwe dibîne ji hêla pergalê ve bi komployekê dîl hat girtin. Heta niha jî li çar aliyên Kurdistanê bi fikir û hebûna xwe pêşengiya serhildanan dike, erka xwe ya rêbertiyê bi rêk û pêk aniye. Heke gelê Kurd bi vê berxwedan û Rêberê xwe yekîtiya xwe ava bike, bawerim ku wê Kurdistan rizgar bibe."

Mamosteyê Kurd Behzad Pirmûsa bi kurtasî behsa dîroka serhildanên 100 salên dawî yên li Başûrê Kurdistanê kir û bal kişand ser îxaneta Malbata Barzanî.

Behzad Pirmûsa wiha axivî: “Tevî ku di serhildanên ji Şêx Mehmûd Berzancî heta roja me ya îro de yekitiya neteweyî ya Kurd ava bibe jî, ev pêvajo bi dawî nebûye. Lê belê her çend cudahiyên bîr û baweriyên siyasî hebin jî, hemû pêşengên Kurd di serhildanan de her tim avakirina yekîtiya netewî ya Kurd weke armanceke jiyanî dîtin."

Nivîskar û Dîroknas Osman Elxanîzade li ser serhildan û pêşengên Kurd ên li Rojhilat Kurdistanê axivî.