Komîteya 'Azadî ji Ocalan re' li dijî komployê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir

Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Başûrê Kurdistanê' bi hevkariya Tevgera Azadî bi tevlîbûna nûnerên saziyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz dest li dijî komploya navneteweyî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Başûrê Kurdistanê' bi hevkariya Tevgera Azadî bi tevîlbûna nûnerên saziyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz dest li dijî komploya navneteweyî dest bi çalakiya grevê ya 2 rojan kirin.

Çalakiyê li navenda Tevgera Azadî ya saet 11:00’an destpê kir. 

Daxuyanî li ser navê Komîteya Azadî Ji bo Abdullah Ocalan a Başûr ji aliyê Newroz Fazil ve hate dayîn. 

Fazil diyar kir ku li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dest bi rêze çalakiyan kiriye û çakiyên xwe bi greva birçîbûnê dane destpêkirin. 

Newroz Fazil destnîşan kir ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê girîng dibînin û got: “Bê şert û merc daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

Fazil anî ziman ku Ocalan di nava 12 salan de ji hemû mafên xwe hatiye bêparhiştin û 22 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin û got: “Rê nayê dayîn ku serdan bê kirin. Zindana Îmralî ji Zindana Guantanamo derbas kiriye. Dixwazin bi rêya derûnî bandorê li ser Rêber Apo bike. Ev yek xeterî ye. Em bangan azadiya Serok Apo dikin.”

Newroz Fazil birî xist ku ev hemû bandoreke mezin li ser girtiyên li Îmraliyê çêdike û wiha domand: “Ji bo wê em çêkera li vir hemfikrin ji bo azadiya Rêber Apo.”

Fazil diyar kir ku wan rêze çalakî danîne pêşiya xwe û çalakiya grevê jî yek ji van çalakiyan e û got: “Çalakiyên me di çarçoveya çalakiyên li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo ku li her derê tê kirin. Ji bo wê ye hêvîdarim ku ji vir dengê me bigihêje hemû gelê Kurd û hêzên azadîxwaz ên ji bo azadiyê têkoşîn dikin. Em bang li gel dikin ku piştevaniya van çalakiyan bikin. Divê her kes dakeve kolanan bi awayeke demokratîk daxwaza azadî û mafê xwe bike. Banga me ji bo hemû aliyên siyasî jî heye ku piştgiriya azadiya Rêber Apo bikin. Tecrîda li ser Rêber Apo red bike. Ji ber ku dem dema azadiya Rêber Apo ye.”