Kobanê: Em gefên Erdogan ti carî qebûl nakin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Kobanê bersiv da gefên Erdogan. Kobanê diyar kir ku ji bilî lihevkirina pêk hatiye ew ê gaveke din neavêjin.

Li Biryargeha Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê em bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Kobanê re axivîn. Kobanê der barê gefên êrîşê yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan axivî.

'BI DEWLETA TIRK RE DIYALOGA ME YA NEYEKSER HEYE'

Kobanê got, "Vê pêvajoyê destpêka salê dest pê kir û didome. Ne pêvajoyeke ku çend mehên dawî ye. Piştî ku gefa êrîşê xwar pêvajoya diyalogê bi lez bû. Em gefê li Tirkiyeyê naxwin. Sedemek ji bo êrîşê nîne. Em alîgirê li hevkirinê bûn û me xwest rastî eşkere bibin."

'ERDOGAN MÎNA KU LIHEVKIRINEK NÎNE DIAXIVE'

Kobanê got, "Diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re 8 meh in bi rengekî neyekser didome" û diyar kir, "DYE navbeynkariyê dike. DYE'yî bi wan re hevdîtinê dikin piştre bi me re hevdîtinê dikin. Nêrînên me ji wan re radigihînin. Piştî vê pêvajoyê di sê madeyên bingehîn de li hev hate kirin. Piştî hevdîtinên 8 mehan mutabaqata ku tê zanîn hate amadekirin. Ev mutabaqat ji aliyê Enqere û me ve hate pejirandin û niha ketiye meriyetê.

Gavên pratîkî yên pêvajoya ji sê qonaxan pêk tê tên avêtin. Ji hewayî û bejahî ve bi beşdariya DYE'yê dewriye pêk tê. Me jî hin gavên pratîkî avêtin. Ji aliyê me ve pirsgirêkek nîne. DYE'yiyan ragihandin ku ev pêvajo ji bendewariyan zûtir bi pêş ve çû. Eger ev peyman û lihevkirin bi temamî bikeve meriyetê ev yek wê bi kêrî her kesî bê û fikarên hemû aliyan ji holê rake. Lê belê balkêş e, piştî ku peyman hate kirin zimanê Erdogan guherî. Mîna ku peymanek nîne diaxive. Herî dawî piştî Astana 5'an got, 'Eger bi DYE re li hev neyê kirin wê di nava du hefteyan de êrîş bike'. Li gorî em zanin ji xwe li hev hatiye kirin û lihevkirin jî ketiye meriyetê."

'ERDOGAN TENGAV BÛYE; DIBE KU ŞER JI BO XWE WEKE ÇAREYÊ BIBÎNE'

Kobanê got, "Erdogan di pozîsyoneke tengav de ye; siyaseta wî ya li herêmê xitimiye" û diyar kir, "Ji aliyekî ve soz daye DYE'yê, li aliyê din jî soz daye Rûsyayê. Ev rewş gihîştiye wê astê ku êdî nikare bimeşîne. Der barê mutabaqata me ya ji bo ewlekariya sînor Rûsyayê ragihand ku ew erênî dibîne, lê bi dîtina me Erdogan dixwaze Rûsya, Îran û rejîmê kêfxweş bike.

Erdogan bi rastî jî dixwaze şer bike, ji ber ku desthilatdariya xwe di nava şer de dibîne. Şerê ku li Bakur û Başûrê Kurdistanê dike têrê nake û dixwaze êrîşî Rojava bike. Desthilatdariya wî diheje, partiya wî ji hev dikeve û şer weke çare dibîne. Eger jê bê wê sibe li dijî me dest bi şer bike. Em li dijî van gefan tedbîrên xwe werdigirin."

Kobanê got helkeftên Erdogan ziyanê didin pêvajoyê, DYE'yî jî wiha difikirin û domand, "Me ji hemû aliyan re got; bi gefên ku li me werin xwarin, bi ferzkirinanan em gavan navêjin. Em ne mecbûr in ku guh bidin gefên kesî ku gavan bavêjin. Heke lihevkirin hebe, divê ew jî gavan bavêjin û zimanê xwe biguherin."

'GOG ÊDÎ LI QADA ENQERÊ YE'

Kobanê diyar kir, "em bi zelalî tevdigerin" û got, "Peymana ku bi rengekî nerasterast bi Tirkiyê me li hev kiriye li holê ye. Bila raya giştî zanibe, ji bilî yên ku di çapemeniyê de derketin holê tiştekî dî tine. Ji bo ku mesele bi rêya diyalogê çareser bibe me nexşerê danî holê û bi vî rengî me mitebaqat danî. Ev jî ji sê gavan çêdibe; bi kûrahiya 5 kîlometre, li hin deveran bi kûrahiya 9 û 14 kîlometre me hêzên xwe, çekên giran, tang û top vekişandin. Li wan deran ewlehiya sînor wê ji aliyê hêzên xwecih yên gelê herêmê ve were bicihanîn. Her wiha wê dewriyeya hevpar jî hebe. Ji bilî vê tiştekî ku were kirin, gaveke ku em bavêjin nîn e. Me ji bo nîşandana niyeta baş ev gav avêtin û ti gaveke dî ya ku em bavêjin nîn e. Gog êdî li qada Enqerê ye û divê ew gavan bavêjin. Divê baweriyê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Tirkiye dixwaze vê qadê bi qasî 32 kîlometreyî berfireh bike û ew ewlehiya kontrolê ya sînor bi cih bîne. Lê me ev qebûl nekir."

'DAXUYANIYÊN WAN GELEKÎ TALÛKE NE, EM TU CARÎ QEBÛL NAKIN'

Kobanê ji bo daxuyaniyên Erdogan got ku "Ev daxuyanî dûrî aqil û mantiqê ne û gelekî talûke ye. Dixwaze Sûriyeyê parçe bike û demografiya wê biguherîne. Ne bawer im ku tu kes vî tiştî qebûl bikin. Em hemû, dixwazin penaber vegerin. Jixwe li herêma me, me derî li wan vekir. Kê ji ku koç kiribe, divê vegere wê derê. Ji bo vê jî divê aştî pêk were û agirbest çêbibe. Lê ne wekî ku Erdogan dibêje. Ew qala 3 milyon penaberan dike ku ji xwe 10 ji sedî wan ji Bakurê Sûriyeyê koç kirine. Dixwaze wan li herêma me bi cih bike. Dixwaze malên gelên vê derê desteser bikin û erdê bidin wan. Ji xwe gel li vê derê li ser erdê xwe ye. Li herêma me bihostek erdê vala tune, hemû tê çandin. Xwediyê van erdan heye, erd ê ke ye hemû diyar e. Lê Erdogan dixwaze vê derê jî wekî Efrînê dagir bike û gel bide koçberkirin. Ev tê wateya guherandina demografiyê û ev tişt nayê qebûlkirin.

Erdogan ji bo Efrînê dibêje ‘300 hezar kes vegeriyan.’ Rast e 300 hezar kes ji wan deran derxist û 300 hezar kesên din li wê derê bi cih kir. Em ê vî tiştî qebûl nekin. Yên ku tevlî sûcan nebûne û tevlî nav DAÎŞ û Nûsrayê nebûne, ew kes dikarin vegerin. Yên sûc kirin wê werin darizandin.

Erdogan gefên xwe yên dawîn di bin zextên Rûsya û Îranê kir. Ev hêz dixwazin alozî çêbibe. Ew dixwazin hêzên rejîma Sûriyeyê li van deran bi cih bibin. Tişta ku li Efrînê kirin, dixwazin li vir jî bikin. Ew dixwazin li ser sînor şer çêbikin, hêzên me xwe ji Reqa û Dêra Zorê derxînin û Rûsya û Îran werin van herêman. Li ser vê çarçoveyê bi Tirkiyeyê re li hev kirine."

'HEVDÎTINÊN ME YÊN BI ŞAM Û RÛSYAYÊ RE DIDOME'

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Kobanê diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Rûsya û Şamê re didome û got "Me bersiv da helwesta dijminane ya rejîma Sûriyeyê. Ev gef tu xêra wê ji Sûriyeyê re tune. Em dixwazin em kêşeyên xwe yên bi Şamê re, bi rêya diyalogê çareser bikin. Divê Rûsya di vî warî de bibe alîkar, bendewariya me ev e."