KNK: Cejna b erxwedan û Azadiyê Newroz pîroz be!

Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyamekê Newroz pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistan ku Newropz pîroz kir got: “ Li seranserî Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîroz kirin. Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî li gel hemî astengiyên dagirkeran, disa jî bi wateya xwe têt pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.”

Peyama pîrozbahiya Newrozê ya KNK’ê wiha ye:

“Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyare. Newroz roja berxWedanê ye, Newroz roja serkevtina li hember zumê ye, Newroz cezna azadiyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê pêkhatiye. Dijî zulmê, koletiyê, dagîrkeriyê, kolonyalîzmê û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê.

Îro gelê Kurd, bi keda xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kirine şahiyeke mezin ya gelêrî û roja berxwedanê. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li meydanên Dîasporayê dîsa herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê de Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

Li seranserî Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîroz kirin. Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî li gel hemî astengiyên dagirkeran, disa jî bi wateya xwe têt pîroz kirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

Bi Newrozê ve em dest bi salekî nû dikin. Sala derbazbûyî di hemî waran de bû salekî ya tekoşînê. Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe salekî ya tekoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek aliyan ve êrîş dikin. Teybetî dewleta Tirk, jibo têkbirina hemî deskevtên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrîşekî mezin de ye. Dewleta Îranê jî bi hemî awayî gel û çalakvanên me hedef digre. Herçend statûyek fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewamin û rewşa deverên dabirayî nebaşe. Dijminên me jibo lewazkirin û têkbirna vê statuyê, li ser karin û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Rejîma Surî jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftên gelê me yên li Rojava têkbibin.

Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêza parastinê bê xurtkirin, divê êrîşên dijminan bêne şkanandin, divê deskeftên heyî bêne parastin û deskevtên nû bêne bi destxistin. Jibo van hemiyan divê di sêrîde yekrêziya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê.

Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Heman demê de nexweşiya Koronayê jî heye. Lê disa jî emê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Çi dibe bila bibe, bila herkes tedbîrên xwe yên li hember nexwşiya Koronayê bigre û weke salan dakeve qada Newrozê û bi rihê serkevtina Garê cejna xwe pîroz bike.

Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da, agirê Newrozê divêt bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yêkîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Bila Newroza vê salê ya 2021 î bibe çeperê yêkîtî û tifaqa navxweyî û serkevtinên mezintir.

Dem dema azadiyê ye.

Newroz pîroz be!