KJK: Dewleta Tirk bi êgir dilîze

Koordînasyona KJK'ê, di peyama Newrozê de bal kişande ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hişyarî da ku dewleta Tirk, 'bi êgir dilîze''.

KJK'ê peyama Newrozê da û got, ''Bi her cure gemariyê bi êgir dilîzin.''

KJK'ê diyar kir, ''Ji bo ku biryardariya têkoşînê ya gelê me paş bixin, ser têkçûna xwe bigirin, polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdistanê gur dikin, bi rojeva girtina HDP'ê ne tenê Kurdan, dixwazin zemîna siyasetê ya gelên Tirkiyê jî ji holê rakin.''

DEMA WÊ YE KU DEHEQ JI RA WERIN HILQETANDIN Û AVÊTIN

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

''Em pêşbazî li Newrozeke dî dikin ku Newroz tê maneya mirov nikare dev ji azadiyê biqere, bi têkoşînê pêkan e ku mirov azad bibe û ti hêz nikare li pêş vê bisekine, Newroz çalakî, ispata vê ye. Newroz ku bi têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo bûyî xwedî maneya xwe ya rastîn, ne tenê rojek e, bûye giyanê hemû zeman û kêliyên têkoşînê, helwest, li dijî her cure saziyên zilam-dewleta faşîst-gemarî û faşîst û polîtîkayan bûye eniya azadiyê û bûye pevgihîna dîrokî ya serkeftinê. Bi pêşengiya Rêber Apo û paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk-Azadîxwaziya jinê li ser rastiya sedsala 21'ê Newroz a ku nasnameya xwe pênase dike, ji hêla jin û gelan ve bi vê rastiyê pêşwazî lê tê kirin, hembêzkirin. Bi vê bîrewerî û şanaziyê Newroza 2021'an em bi kelecanî, têkoşîn, azawerî û biryardariya faşîzma mêr ku rajoriya mêr e, pêşwazî dikin. Em Rêber Apo ku bi giyanê herî xurt ê azadiyê strandiye û agirê azadiyê di dilê jinan û gelan de pêxistiye bi rêzdarî slav dikin, em Newrozê bi biryardariya azadiyê pîroz dikin. Di şexsê Kawayê hevçax Mazlûm Dogan de, heval Zekiya, Rahşan, Ronahî-Bêrîvan, Sema Yuce, Fikrî Baygeldî, Sara-Sakîn Cansiz, Zîn Cîzre, Leyla Agirî û hemû şehîdên azadiyê, ku bûne pêşeng Newrozê bigihînin Paradîgmaya Rêbertî, bi berxwedanê jiyan bimane kirine, bi rêz û minet bi bîr tînin. Bi biryardriya jinan, gelê me û gelan a hilweşandina faşîzmê ku berxwedan temam kirine û li fînala rizgariyê n, bi hewcehiya ku vê îsal pêk bînin em Newrozê lê pîroz dikin, bi gurkirina agirê şoreşê ku bi azadiya Rêber Apo re bûyî yek em dibêjin dema wê ye ku em Deheqan ji welatê xwe ji ra hilqetînin û bavêjin.

Ji bo ku sedsala 21'ê bibe zemanê azadiyê ya jinan û gelan bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîna me ya azadiyê ku çarîka dawî ya sedsaa 20'an dest pê kirî û vê sedsalê pêşengiya eniya azadiyê dike û bûyî xwedî rêxistiniyê ji her demê bêhtir nêzî azadiyê bûye. Şerê ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyan tê binavkirin û navenda xwe Kurdistan e û pergal pê diyar dibe, ji ber vê sedemê ye ku li bara azadiya jina û gelan dibe xwedî karakterekî faşîst û bi vê astê rê li hilweşandinê vedike. Ev konsepta bi armanca ku pêşî li jin, Kurdan bigire pê rola dane dewleta Tirk a faşist, bi esasî bi wê armancê ye ku pêşengiya îdeolojîk, rêxistinî ya Rêber Apo û eniya têkoşînê ku rê li ber vekirî berteraf bikin. Ev kêliya ku azadî ji her demê bêhtir nêzîk e, kêliyeke wiha ye ku tifaqa navdewletî bi rêbazên herî gemarî tê domandin û berê xwe daye hemû nirxên me, bi plansazî û bicihanîna komkokujiyekê em rû bi rû ne.

BI ÊGIR DILÎZIN

Li bara van hemû zeman û êrîşan tevgera me ku nekarîn vîna wê ya azadiyê bi paş ve binin, ji berxwedan û helwesta azadiyê ya Rêber Apo xurt dibe û biryarariya ku sala 2021'an bikin bihara azadiyê, bi pêşengiya jinan di helwesta 8'ê Adarê de deketiye holê. Çalakiyên 8'ê Adarê ku temsîla giyanê Garê lê hebû, misyona salê danî holê û agirê Newrozê pêxistiye. Li bara vê rastiyê dewleta çete ya Erdogan-Bahçelî ku faşîzma Hîtler ji mêj ve li pey xwe hiştine, bêperwabûna xwe, dizî, talan û derewên xwe ji bo bincil bikin, êrîşên xwe didomînin. Ev dirindetiya ku mafê jiyan û nasnameyê ya jinan û gelê me dikin hedef, dibe sedem ku nûçeyên pir taloke ku hê rastî an jî derewa wê hê nehatî piştrastkirin ya têkilî jiyana Rêbertiya me, berbelav ibbin, di van şertan de ku herî dawî bi şikestina Garê derketibû holê kral çendî şilf û tazî ye, bi her cure gemariyê bi êgir dilîzin. Ji bo ku biryardariya têkoşînê ya gelê me paş ve bibin, bi mebesta ku têkçûna xwe veşêrin, polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdistanê geş dikin, bi girtina HDP'ê ne tenê Kurdan, dixwazin zemîna siyaseta demokratîk a gelên Tirkiyê jî ji holê rakin. Ev çeteyên ku dorpêça pireng a Kurdan û komkujî ji xwe re kirine armanc, bi rengekî ku Deheqan jî şaş şbikin, bi rastiyeke wiha ya bêrih, newêrek, gemarî, komkuj in û ti caran heq nakin ku hebin. Ev rewş demeke dirêjtir ji hêla jinan û gelan ve nikare were ragirtin, îdarekirin, ji ber ku li pêşberî me dewleteke faşîst çete û ya herî taloke heye ku mafê jiyanê nade yên herî lîberal jî, bi dirindeyî êrîşê tîne, ên ku dixwazin xwe li derî têkoşînê bihêlin jî nema dikarin hilmê bistînin.Newroza 2021'an bi peywireke wiha re hevrû ye ku zilma van faşîstan ku Deheqan jî şaş dike ji holê rake, van zalimên ku jiyana Rêbertî kirin tasarûfê birûxîne, li dijî van rewdeyên çete ku rêza tecawizê li asta jor dihêlin bi pêşengiya vîna jinê bi rengekî girna ceza bike û starta li asta jor a têkoşînê bide.

'DEMA WÊ YE KU EM HÊZA XWE BIKIN ÇALAKÎ'

Newroz bîreweriya di kêliyê de, heyina di kêliyê de ye. Bi vê çawçoweyê divê em zanibin ku ev kêlî bi wesfekî wiha ye ku mirov dikare pê azadiyê bi dest ve bîne, di serî de Pergala Imraliyê ya li ser Rêbertiya me, zilma li ser Kurdan bi wesfekî navdewletî ye, divê em bi hêza xwe bawer bin, heq ji hemû tirs û lêgerîna jiyanên hêsan biqerin, hêza xwe rêxistinî bikin û bibik azadî. Divê mirov zanibe ku encex bi vî rengî em dikarin hebin û di rewşeke berevajî de em ê nikarbin ji çewisandiniya faşîzmê û bêperwatiya wê bibihrin û wiha derkevin qadan. Divê em Newrozê li dora pêşengiya Rêber Apo bikin mertal û heta serfiraziyê vê bikin rengê jiyanê, rengê hilmstandinê. Bi vê çarçoweyê em li bendê ne û bawer dikin ku jinên ku berpirs in helwesta radîkal a azadiyê bi rengekî herî xurt nîşan bidin, wê bi misyoneke dîrokî rabin û weke çemekî biherik ser faşîzmê. Di vê Newrozê de çakûçê Kawa ku li serê zaliman dayî wê jin hilgirin û bi azadiya jinê serkeftina têkoşîna ku bi azadiya xwe azadiya hemû gelan neqş dike, têbikoşe. Bi vê biryardariyê berpirsyariya helwesta xwe wiha diyar dikin, li hemû qadan bi vê helwestê em pêşwazî li Newrozê dikin.

'HÊZÊN NAVNETEWÎ BERPIRS IN'

Berpirsê pergala ku berê xwe dayî jiyana Rêbertiya me ne tenê dewleta Tirk a faşîst e. Hêzên komploger ên navnetewî ne mîmarên pergala Imraliyê. Çawa ku ji pergala êşkenceya girankirî ya li ser Rêbertiya me ev hêz berpirs bin, ji vê rewşê jî ew berpirs in. Em dixwazin diyar bikin ji her cure êrîşên li ser Rêber Apo ev hêz berpirs in, ji rewşeke pêkan ew ê berpirs werin dîtin û bi teqezî çi kesê berpirs wê neyê efûkirin û ji bo ku bi rewşeke wiha re rûbirû nebin mecbûr in ku mudaheleyî dewleta Tirk bikin.

BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR

Rêça faşîst a mêr bi dorpêça herî bêexlaq her çendî bixwaze li ber rojê bike sih, hewl dide ispat bike ku tarîtî bêalternatîfe jî bi têkoşîna roja jinan û gelan Rêber Apo dayî destpêkirin ev nêzî pêncî salî ye geş dibe. Roj xweşikî ye, wêrekî, pakî, dilpakî, paqijî, rûmeta rehniyê ye, nebaşiyê bi tîna xwe dişewitîne, cîhanê li jiyanê vedike, hemû gerdûnê bi hezkirin, şadî, jidil û wekhev pîroz dike. Di Newroza 2021'ê de em ê Rojê têbigihin, hembêz bikin, pê re bibin yek, jiyanê bi mane, jinan, gelan, welatê xwe, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi azadiyê re bînin cem hev, vîneke wiha ya têkoşînê deynin holê, bi çakûkê Kawa em ê zilma zaliman hilweşînin. Em bibin agir û zilmê hilweşînin, bibin bager û kelehên Deheqan hilweşînin, bi nirxên rûmet û azadiyê dilê xwe bi Rojê re bikin yek. Em cîhnaê bi helwesta bi xawên a jinan û bi dilê wan ên xweşik dîsa tacîdar bikin û dahatuya xwe em biafirînin. Bi vê biryardarî û hêviyê careke dî em bang li jinani, hemû gelê xwe, gelan, derdorên demokratîk, ên ku di dilê wan de azadî heye, dikin ku çalak bin, bi rengekî ku bibêjin, ''bêyî hilweşandina keleha faşîzmê jiyan heram e'' têbikoşin.

Bi vê vînê re di serî de ya Rêber Apo, di şexsê hemû jinên Kurd de, Newroza hemû jinan, gelê me, gelan, rêxistin û qedroyên xwe, hêzên me yên xweparastinÊ pîroz dikin, em şehîdên xwe ku Newroz kirine xwedî nasme bi rêzdar û minet bi bîr tînin û dibêjin dem ew ku em li dora Rêber Apo bibin mertal, pergala Imraliyê parçe bikin, mêrtiya zalim hilweşînin.''