Serlêdana li Şêwra Dewletê ya ji bo sekinandina bicihanîna Qanûna Cemawerîkirinê ya li ser Sûrê, nehat qebûlkirin. Parêzer Mûzaffer Ozdemîr diyar kir, vê biryar li Sûrê rê li ber talaneke mezin vekiriye, ku telafiya wê nîne.
HULYA EMEÇ
AMED
sêşem, 17 rêbendanê 2017, 10:09
Li navçeya Sûr a Amedê şerê giran 28’ê Mijdara 2015’an dest pê kiribû û 104 rojan berdewam kiribû. Di vê pêvajoyê de hêzên leşkerî yên dewletê herêma dîrokî serobino kiribûn. Nehiqûqiyên têkildarî biryara 'Cemawerîkirina Lezgîn' ku weke kiras li kavilkariya herêma dîrokî dikin yek bi yek derdikeve holê. Li navçeyê ku hê li 6 taxan 'qedexeya derketine derve' dom dikir, 40 hezar mirov bê mal mabûn, dewletê 21’ê Adara 2016’an hema hema li tevahiya Sûrê ya dîrokî biryara 'Cemawerîkirina Lezgîn' hatibû dayin. Vê biryarê jî dispêrin 'qada bi rîsk a bobelatê' ku 2012’an Wezareta Bajarvaniyê û Derdorê dabû. Lê 2013’an di xebata Wezareta Bajarvanî û Derdorê de, rêjeya ku rîska bobelatê lê heye ji avaniyan sedî 6 e û rêjeya ku nîvî nîvî bi rîsk in jî sedî 20 e. Ji bo yên mayin jî hatibû gotin rîsk pir kêm e. Weke ku ev jî ne bes be, projeya biryara 'Cemawerîkirina Lezgîn' ya ku beriya bi 10 mehan hatî dayin, 28’ê Kanûna 2016’an hate hişkerekirin. Li gorî Qanûna Cemawerîkirinê beriya ku biryar were dayin divê proje were eşkerekirin. Komek parêzer bi mebesta ev biryara derhiqûqî were rawestandin serî li Şêwra Dewletê dabû, 10 Çilê bersiv hat. Şêwra Dewletê biryara Desteya Wezîran rast dît.
Parêzerê serlêdêr Mûzaffer Ozdemîr diyar kir beşekî mezin ê Sûrê ku di bin nav Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê de ye, hatiye xirakirin, ev hiqûqa sosret nirxand. Ozdemîr têkildarî navçeyê wiha got: "Evder herêma pêşî bû ku 1990’î weke mîrateya dîrokî hatibû ragihandin. Têkildarî Sûrê, pêşî ji hêla şaredariyê ve sala 2012’an 'plana avakirinê ya bi mebesta parastinê' tê danîn. Di vê dîrokê de ku Wezareta Bajarvaniyê û Derdorê biryara qada bi rîsk a bobeletê dide."
WEZARET BI RAPORA 2012’AN RE KETE NAKOKIYÊ
Ozdemîr diyar kir, bi şerê 2015’an re hema hema 6 tax bi temamî hatine tinekirin, piştî ku şer bi dawî bû, wezaretê têkildarî tevahiya Sûrê, 21’ê Adara 2016’an biryara 'Cemawerîkirina Lezgîn' da. Ozdemîr diyar kir, dema ku ev biryar hatî standin, biryara 2012’an a "Qada bi rîsk a bobeletê" hincet hatiye nîşandan û wiha li dij derket: "Lê biryara qada bi rîsk a bobletê bi xwe li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku di rapora Wezaretê de ku 2013’an de girêdabû, hatibû tespîtkirin ku di erdhejê de rêjeya avaniyên bi rîsk sedî 6 . Avaniyên ku nîvî nîvî bi rîsk in jî sedî 21 e, ji bo avaniyên din jî rêjeya rîskê pir kêm e."
LI DIJÎ BIRYARÊ DOZ
Ozdemîr li gel ku rîsk ev qasî kêm e ti maneya ragihandina "Qada bi Rîsk a Bobelatê" nîn e û bi berdewamî: "Piştî ku ev proje hate ragihandin bi 4 rojan me doz li vê biryarê vekir. Di doza xwe de jî em li jî biryara 'Cemawerîkirina Lezgîn' bûn ku wezaretê 21’ê Adarê ragihandibû. Wezareta Bajarvaniyê û Derdorê di 4 biryarên xwe de jî ji bo NavSûrê biryara camewerîkirina lezgîn dabû. Wezaretê diyar kiribû ku avanî bi rîsk in û ev avanî talokeyê li ser can û milk pêk tînin. Di heman demê de digot, di nav mîrateya dîrokî û çandî de gelek avaniyên ku li vê raçînkê jî hene û ji bo vê sedemê jî 'Biryara Cemawerîkirina Lezgîn' dane. Dihate gotin, bi mebesta ku restorasyona cihêtiyên çandî yên li qadê ev biryar hatiye standin. Herî dawî dihate gotin, ji ber sedema şerê ku li Sûrê bûyî, piraniya avaniyên li vir ziyan gihaştiye wan, ji bo vê jî, bi mebesta ku pêşî li talokeya li ser can û mal bigirin, biryara camewerîkirina lezgîn dane."
'QADÊN BÊ RÎSK JÎ LÊ ZÊDE KIRIN'
Ozdemîr diyar kir pirsgirêka mezin a biryarê ew e ku li gel ku li 6 taxan şer çêbû jî, li ser tevahiya NavSûrê biryara 'Cemawerîkirina Lezgîn' hatiye dayin û got, mirov dide fikirina li gel ku ew deverên ku qet şer lê nebûye û li gorî biryara Wezareta Bajarvaniyê û Derdorê rîska erdhejê lê kêm e, ji bo çi tevlî vê biryarê kirine. Ozdemîr got: "Di hinceta Desteya Wezaretê de, a bi dîroka 21’ê Adarê de nabêje, li Sûrê şer çêbûbû û ji bo vê jî avanî hatibûn xirakirin. Taloke li ser ewlehiya can û milk hebû û ji bo vê sedemê jî biryara camewerîkirina lezgîn didim." Dibêje, ''2012’an ev der weke qada bi rîsk hatibû ragihandin. Ji bo vê ez biryara camewerîkirinê didim.' Dema ku mirov li hiqûqa rêveberiyê dinere, her du bûyer û her du biryarên ku standine, ji dema ku biryara wê hatiye dayin xwedî hikm e. Ne pêkan e ku şertên ku piştre derketine holê, ji biryareke dereng re bibe hencet.
'LI DIJÎ QANÛNAN E'
Ozdemîr diyar kir, biryara cemawerîkirinê dane lê nayê zanîn bê ka li Sûrê wê çibe û got, Qanûna Camewerîkirinê jî di vê mijarê de zelal e. Ozdemîr dibêje li gorî qanûnê di camewerîkirinê de 'sûda cemaweriyê esas e'’, bi berdewamî got, "ya dî jî, tiştên ku hûn ê bikin divê hûn berê diyar bikin.’’ Divê hûn bi zelalî bibêjin, ‘’ez vê parsêlê, bi vê mebestê dikim camewerî. Bi vê mebestê ez ê bi kar bînim' û li gorî vê jî hûn dikarin bikin qada camewerî. Lê dema ku bi lezginî biryara camewerîkirinê hatî dayin, hê ne diyar bû bê ka li Sûrê wê çi bihatana kirin. Jixwe plana ji bo Sûrê heftiya dî diyar bû. Weke ev ne bes be, 28’ê Kanûna 2016’an Midûriyeta Bajêr a Bajêrvanî û Derdorê ve biryara Plana Îmarê ya bi Mebesta Parastinê hate dayin. Ev jî ji hêla Walitiya Amedê ve hate ragihandin. Ev hemû li dijî hiqûqê ne."
'BIRYAR HATE DAYIN KU DOZ CUDA WERIN VEKIRIN'
Ozdemîr diyar kir, cemawerîkirinê danekirineke giran e û sînordarkirina mafê milk e, ev heq encex di hin şertan de dikare were sînordarkirin û got: "Li gorî mewzûata niha wiha heye, di hiqûqa navneteweyî de jî wiha ye. Lê di serlêdana xwe de dema ku li Şêwra Dewletê vekirî, biryara pêşî xwe disparte biryara Qada bi Rîsk a Bobeletê ya 2012’an û biryar da ku ev doz her yekê ji hev cihê werin dîtin. Ev ji serî de şaş e. Ji bo ku ji hêla hiqûqî ve mirov nikare van 2 kiryaran ji hev veqetîne. Biryara camewerîkirina lezgîn xwe dispêrê biryara qadên bi rîst. Ji bo vê jî divê bi hev re bin. Li gel vê jî em neçar man ku dozên ji hev cuda vekin. Ji bo biryara cemawerîkirina lezgîn û qadên bi rîsk her yekê me serlêdaneke kir."
'ŞÊWRA DEWLETÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ TEVGERIYA'
Ozdemîr diyar kir Şêwra Dewletê serlêdana bi mebesta rawestandina biryarê qebûl nekiriye û got, "Di bersiva redkirinê de dibêje, biryar li gorî hiqûqê ye. Li vê derê xebatên kavilkirinê têne kirin. Li vir kavilkirina her deverê mijar e. Piştî ku ev der bi temamî hilweşiyan, Şêwra Dewletê siberojê biryara betalkirinê bide jî wê ti wateya wê nemîne. Jixwe di halê hazir de 6 tax bi temamî hatine kavilkirin. Sedemên ku ew bi xwe diyar dikin jî li holê nemane. Li nav Sûrê avaniyên çandî yên dîrokî hema bibêje nemane. Piştî vê wê çi bikin em meraq dikn. Biryara ku Şêwra Dewletê dayî bi temamî li dijî hiqûqê ye. Bi awayekî zelal xwe naspêre tiştekî."