KCK: Em mirovahiya ku 2'ê Mijdarê rabe ser piyan silav dikin

Em mirovahiya ku wê 2'ê Mijdarê li tevahiya dinyayê rabe ser piyan bi rêzdarî silav dikin û destnîşan dikin, piştevaniya wan wê li ser bingeha azadkirina Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di azadkirina Sûriye û Rojhilata Navîn de xwedî roleke girîng be.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê çalakiyên 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Li dijî êrîşa dagirker a dewleta Tirk a mêtinger û qirker a li dijî Rojava, çawa ku gelê Kurd radibe ser piyan, mirovahiya demokratîk jî piştevaniya berxwedana li Rojava dike. Mirovahî, Kurd û dostên wan wê vê piştevaniyê di 2'ê Mijdarê de li her devera dinyayê nîşan bide. Em mirovahiya ku wê 2'ê Mijdarê li tevahiya dinyayê rabe ser piyan bi rêzdarî silav dikin û destnîşan dikin, ku piştevaniya wan wê li ser bingeha azadkirina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di azadkirina Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de xwedî roleke girîng be. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku Kurd, dostên wan û mirovahiya demokrat wê di 2'ê Mijdarê de bi rengê herî xurt rabin ser piyan û rastiya 'dinyayeke din pêkane' ya ku li Rojava ketiye meriyetê, veguherînin hêviyeke ji bo tevahiya dinyayê.

Di rabûna ser piyan de ya gelê Kurd û mirovahiyê, rol û keda hunermendên Kurd û hunermendên demokratîk ên li her devera dinyayê girînge. Ji ber vê yekê em hunermendên Kurd û hunermendên ku li her devera dinyayê bûne wijdanê mirovahiyê bi rêzdarî û minet silav dikin.

Nêzîkatiya hunermendên Kurd pir girînge ku di dema berxwedana Rojava de li hev kom bûn û helwesteke hevpar nîşan dan. Ev helwesta hunermendan ku wijdanê gelê Kurd in û afirînerên jiyana nû ne, wê di yekîtiya gelê Kurd û têkoşîna hevpar de bi bandor be. Ti tevgera siyasî ya Kurd nikare sekna hunermendan, rewşenbîran û nivîskaran ji nedîtî ve bê ku ew afirînerên hestên paşeroja azad a gelê Kurd in. Eger hunermendên Kurd wijdanê gel bin hingî berpirsyariya hêzên siyasî yên Kurd e ku di vê çarçoveyê de tevbigerin.

Kombûna li hev a hunermendên Kurd ji bo piştevaniya bi berxwedana Rojava, helwesta wan a hevpar ji bo berxwedêran, gelê Kurd bi taybetî gelê Rojavayê Kurdistanê bûye moraleke mezin. Em hunermendên Kurd hemûyan ji ber vê helwesta wan pîroz dikin. Em careke din destnîşan dikin ku helwesta wan di têkoşîna azadiyê ya Kurd de çavkaniya bingehîn a hêzê ye; vê sekna wan bi rêzdarî silav dikin û di kar û hewldanên wan de serketinê dixwazin. Yekîtiya hunermendan û serketina wan a di afirandina hesta hevpar a Kurdan wê bibe serketina gelê Kurd."