KCK’ê ji bo Hemît Hecî Derwêş peyama sersaxiyê da

KCK’ê peyameke sersaxiyê ji bo Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşreojê ya Kurdên Sûriyeyê HEmît Hecî Derwêş da û got: “Em ê hesretên Hemît Hecî Dewrêş ên hesretên me ne û di têkoşîna xwe de her demê bidin jiyîn.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşreojê ya Kurdên Sûriyeyê HEmît Hecî Derwêş da. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Me bi xemgîn agahiya wefata welatparêzê Kurd û yek ji pêşengê Kurd Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşreojê ya Kurdên Sûriyeyê HEmît Hecî Derwêş bihîst. Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurd malbata bi rûmet dixwazin. Kurdistana azad a hesreta wî bû, Sûriyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn Demokratîk bi teqez wê pêk bê.”

Hamît Hecî Derwêş ê yek ji pêşengên siyasî yê Kurd, yek ji dostê Tevgera me ya Azadiyê bû. Her demê bi Tevgera me ya Azadiyê re di nava têkiliyan de bû. Di demê herî zor de dostanîbûna xwe daye nîşandan. Weke hemû Kurdên Rojava Hemît Hecî Derwêş jî, rêz û heskirineke mezin daye Rêber Apo, ji bo azadiya wî her demê kar kiriye. Her demê rêz û silavên xwe gihandiye Rêber Apo, her demê jî Rêber apo silav, heskirin û serkeftin ji bo xebatên wî xwestiye.

Hemît Hecî Derwêş ji roja destpêkê ve bi şoreşgerên Rojava re tevger kiriye, ji bo azadiya Roajva û ji nû ve avakirinê bi rêveberiya xweser a demokratîk re di nava têkiliyan de bûye û piştevanî kiriye. Bi piştevaniya xwe ya bi Şoraeşa Rojava û têkiliyên xwe yên dostane yên bi rêveberiya xweser re bûye xwedî helwestekî mînak a ji bo hemû hêzên siyasî.

Hemît Hecî Derwêş bi dehê caran hatiye Qendîl, yan ji bi nameyên şandî helwesta xwe ya dostanî û piştevaniya xwe ya bi têkoşîna me ya azadiyê re nîşan daye. Ji bo vê wê ti demê dostaniya wî neyê jibîrkirin, wê her demê dostanî û piştevaniya me ya bi partiya siyasî ku pêşengtiya wê dikir re hebe.

Em ê hesretên Hemît Hecî Dewrêş ên hesretên me ne û di têkoşîna xwe de her demê bidin jiyîn. Hestê wî yê netewî û têkoşîna hevpar wê hêzê bide têkoşîna me ya azadiyê; ev helwesta wî wê di têkoşîna azadkirina gelê Kurd de her demê bê nîşandan. Gelê me û Tevgera Azadiya Kurd wê her demê minetdarê têkoşîn û keda wî be.”