KCD: Berxwedana Seyîd Riza dewam dike!

KCD'ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî û bal kişand ser pêkanînên qirker ên dewleta Tirk. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jin û ciwanên Kurd ku şopdar û neviyên Seyîd Riza ne, li ser şopa wan têkoşîneke mezin afirandine."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî da.

KCD'ê bi bîr xist ku di Qirkirina Dersimê de bi hezaran jin, ciwan, extiyar bi xwînxwarî hatin kuştin, bi deh hezaran Kurdên Elewî hatin sirgûnkirin û bi hezaran zarokên Kurd bi zorê ji malbatên wan hatin stendin û ew birin deverên nediyar.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk ti carî dîroka xwe û sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê nedîtiye, hesabê wê nedaye.

KCD'ê diyar kir, di serî de civaka Elewî gelê Kurd û mirovahî li bendê ye ku dewleta Tirk hesabê sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd, Elewiyan û civakên din bide, lêborîne bixwaze, cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bêje û jiyana bi rengekî azad û wekhev a bawerî û hemû gelan garantî bike.

'QIRKIRIN DEWAM DIKE'

KCD'ê bal kişand ser asîmîlasyon, tepisandin û komkujiyên ku dewleta Tirk sed sal in dike û ragihand, kiryar li dijî gelê Kurd û civaka Elewî ji bo qirkirinê hatin bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, komkujiyên Mereş, Sêwas û hwd. dewama komkujiya Dersimê ne. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Komkujiyên Agirî, Şêx Seîd, Zîlan, Koçgirî, Mereş, Sêwas, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û gelek komkujiyên din ên mîna wan, nîşan didin ku polîtîkayên qirker hîn jî dewam dikin."

'NEVIYÊN SEYÎD RIZA LI BER XWE DIDIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Jin û ciwanên Kurdistanê ku şopdar û neviyên Pîr Seyîd Riza ne, sekn û berxwedana wan a leheng ji xwe re kirin pêşeng û li ser şopa wan têkoşîneke mezin afirandin."