Operasyonên qirkirina siyasî

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz, li Êlihê jî 3 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.

Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz vê sibehê hate binçavkirin. Di der barê Cengîz de ji bo bi parêzerên xwe re hevdîtinê neke biryara sînordarkirinê hatiye girtin.

Di derbarê mijarê de NÇM'ê ji hesabê xwe yê medyayê dîjîtal de daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: "Desthilatdarî êrîşên xwe yên li hemberî çand û hunera Kurd didomîne. Vê sibehê hevalê me yê muzîkjen Engîn Cengîz bi hinceta îfade bide hate binçavkirin. Yên ku çand û hunera Kurd afirandine, wê li hemberî êrîşên we gav paşde navêjin. Muzîk û hunera Kurd nayê bêdengkirin!"

ÊLIH

Di serdegirtinên ku vê sibe li Êlihê çêbûn de endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Argêş Toparli, Yusuf Mendeş û Ahmet Oge hatin binçavkirin. Her sê kesên hatine binçavkirin birina navenda polîsan a Êlihê.