HPG: 5 dagirker hatin cezakirin, kepçeyek hate îmhakirin

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, kepçeyek hate îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Hêrêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

8'ê Cotmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

8'ê Cotmehê saet di 12:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

8'ê Cotmehê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

8'ê Cotmehê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin ku ji bo armanca leşkerî rê çêdikir. Di encama vê çalakiyê de kepçeyek îmha bû.

9'ê Cotmehê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

9'ê Cotmehê saet di 15:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Xakurkê;

9'ê Cotmehê saet di 07:30'î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

8'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

9'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

8 û 9'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Sinînê, Şehîd Şerîf 3 caran, li Herêma Garê qadên Siyanê, Deşta Kafyayê 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Gire Cûdî, Girê Bahar, Girê Amediyê 6 caran, li Herêma Qendîlê qada Bêpalan carekê; bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8 û 9'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 3 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 6 caran; bi giştî 12 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."