BI DÎMEN

'Rêber Abdullah Ocalan hêviya gelan e'

Welatparêzên ku di navbera salên 80-90’î de çûne qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kirin ku divê têkoşîna li dijî Komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî bê mezinkirin.

Di dilê gelan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû siberoj û çarenûs. Bi taybetî Kurdên ku bûn xwediyê şans û Abdullah Ocalan ji nêz ve dîtin û naskirin. Welatparêzên bajarê Qamişloyê Emîna Salih û Cuma Xelo ên di navbera salên 1980’ê û 1990’î de çûne qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komploya 9’ê Cotmehê bi tundî şermezar kirin û têkildarê têkoşîna Abdullah Ocalan a ji bo azadiya gel û jinan ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

‘RÊBER APO HÊZ DA JIN’  

Emîna Salih, diyar kir ku gelê Kurd ji dîrokê ve rastî êrîşên qirkirin û tinekirinê hatine û got ku bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, hişmendiyek xurt a xwe rêxistinê çêbûye. Salih, anî ziman ku hem gelên bindest û hem jî jin li dijî hişmendiya zilamê serdest bi têkoşînê re azadiya xwe misoger dikin û got, “Lê bi derketina Rêber Abdullah Ocalan jin ji qirkirinekê azad bû. Di temanê 15 saliya xwe de li ser rêya Apê Yûsif Gilo min Partî nas kir. Bi naskirinê re malbata min giştî tevlî bû. Her wiha ez jî di wê temenî de tevlî nav kar û xebatên partiyê bûm. Bi nêzîkatîbûna min bi Partî û fikrê Rêbre Apo re, hemû zilim û zordariya ez tê de hat guhertin. Ez dikarim bibêjim ku Rêber Apo hêz da jin ji bo ku mafê xwe bistîne.”  

‘RÊBER APO BANDOREK CUDA LI SER HESTÊN ME KIR’ 

Emîna Salih, behsa hestên xwe ya dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û wiha pêde çû, “Hevjînê min ji bo tevlîbûna min a xebatan nerazîbû. Ez çûm Şamê û min karê partî li wir dimeşand. Di sala 1988’an de Rêber Apo komên gel dixwest da ku bi wan re rûne û wan nas bike. Roja 15’ê Tebaxa 1988‘an, weke komek em bi hev re çûn Lubnanê, me demek dirêj bi Rêber Apo re dem derbas kir. Bi rastî jî ez nizanim çawa hestên xwe bînim ziman. Ji ber ku me bawer nedikir, Rêber Apo bi çavan bibînin. Salên 1990’î jî carek din derfet derket em Rêber Apo bibînin, em dîsa weke komek bi hev re çûn. Rêber Apo bi moralek mezin di nav me de rûnişt. Bandora ku Rêber Abdullah Ocalan li me kir pir bû. Di heman demê de Rêber Apo xwedî îradeyek bêhempa ye, hîn tê bîra min semînera me 3 saetan dewam kir lê Rêber Apo qet rûnenişt û li ser piyan ma heta semîner qediya.”

‘KOMPLO LI SER RÊBER APO JI BO ME ÊŞEK BÛ’ 

Salih anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çiqas têkoşîn bikin wê kêm bimîne û wiha domand, “Rêber Apo ji bo gelan pir têkoşîn kir û bi taybetî ji bo jin. Tu kesî di dîroka cîhanê de, ji bo jin deng veneda. Lê Rêber Apo tevî ku dizanîbû wê hemû cîhan li dijî Rêber Apo şer bikin jî ranewestiya û berxwedaniya xwe dewam kir. Dema ku komplo ya navnetewî li ser Rêber Apo hat destpêkirin ji bo me êşek bû. Rêber Apo timî hêz da me û heta roja îro em bi berxwedaniya Rêberê xwe têkoşîn dikin. Rêberê me jiyana me ye û wê bibe sembola serketina gelê Kurd.”  

‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNA AZADKIRINA RÊBER APO MEZINTIR BIKIN’

Welatparêzê bi navê Cuma Xelo yê ku di sala 1989‘an Abdullah Ocalan dîtiye, gelek tiştên ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye wiha anîn ser ziman, “Me tu carî xeyal ne dikir ku Rêber Apo ji nêz ve bibînin. Timî me Rêber Apo di xeyalê xwe de kesayetek ku nayî pênase kirin didît. Di sala 1989‘an ez û sê birayên xwe çûn serdana Rêber Apo, rastî jî Rêber Apo kesayetek cûda ye. Kesayetek pir bi heybet û civakî ye. Semînera ku Rêber Abdullah Ocalan da me li ser welatparêzî û avakirina kesayetek şoreşger bû. Rêber Apo rastiya Kurd a ku dihat winda kirin, anî bîra me û bi me da fêhm kirin. Em ji Rêberê xwe hînê gelek tiştan bûn, mînak weke îrade, berxwedanî, ruhê hevrêtiyê û hwd. Gerek em weke gelê Kurd bi taybet têkoşînê ji bo azadkirina Rêberê xwe bilind û mezin bikin.”  

Cuma Xelo, komploya navnetewî a ku di kesayetê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat bi tundî şermezar kir û got, “Em dikarin bibêjin ku di cîhanê giştî de kesayetek weke Rêber Abdullah Ocalan nîne. Ji ber wê jî komploya navnetwî li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn. Lê Rêber Apo ev komplo di nav çar dîwaran de têk bir, berxwedaniyek mezin nîşan da û ji bo tevahî gelan bû hêz û hêvî.”