BI DÎMEN

MAK: Li Geverê me bi polîsên dagirker re bi saetan şer kir

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li hemberî tecrîdê û komploya 9'ê Cotmehê li gelek taxên Geverê li dijî 'dagirkeran' şer kirine û gelek dagirker birîndar kirine.

Di daxuyaniya Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) de hate gotin, "Milîsên me êvara 9'ê Cotmehê saet di 20:00 de li taxên Eskî Kişla, Taxa Şehît Rojvan, Taxa Şehît Mizgîn, Taxa Şehît Herekol û Taxa Şehît Fermandar Serdar ên Geverê ji bo Rêber Apo daketin qadan."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dagirkeran bi TOMA û wesayitên bi tîpa Akrep êrîş birin ser milîsên me yên bend danîbûn. Destpêkê bi taktîka sabotajê û bombeyên bi destan amadekirî li wesayiteke zirxî hate xistin û polîsên dagirker hatin qewirandin.

Saet di 21:20'î de li taxa Eskîş Kişlayê li hemberî Navenda Polîsan a 75. Yil du caran bi teqemeniyan çalakî hate kirin. Dagirkeran avahiya qereqolê terikandin û xwestin careke din êrîşî taxê bikin. Di vê kêliyê de milîsên me bi teqemeniyan li wesayita zirxî ya bi tîpa akrep xistin û wesayit neçar ma xwe vekişîne. Di navbera milîsên me û dagirkeran de li gelek nuqteyan 3 saetan şerekî giran qewimî. Milîsên me bi teqemeniyan, fîşekên hewayî û bombeyên deng li ber xwe dan. Di şer de gelek dagirker birîndar bûn, derb li gelek wesayitên zirxî hate xistin. Milîsên me piştre bi rengekî ewle li warê xwe vegeriyan."