Li Îdirê Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr jî din av de 8 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê û Hevserokê Bajêr Mehmet Selçûk jî di nav de 8 kes binçav kirin.

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajarê Îdirê.

Polîsên tîmên taybet di dema serdegirtinê de hemû rêyên ber bi avahiya partiyê ve girtin.

Lêgerîna li avahiyê bi saetan dewam kir. Di heman demê de avêtin ser gelek malan.

Di encama serdegirtinê de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Mehmet Selçûk jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku serdegirtin li ser îfadeya şahidekî nepen ve hatiye kirin.

Endamên DEM Partiyê ji bo serdegirtinê şermezar bikin li ber avahiya partiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Bahar Etrecî diyar kir ku wê li hemberî serdegirtinê bi gavekê jî paşve neavêjin û got, "Bi van serdegirtinên bêhiqûqî dixwazin 'Mîtînga Azadiyê' ya 13'ê Cotmehê ya li Amedê lawaz derbas bibe. Bi zextan hûn ê nikaribin me bitirsînin."

Daxuyanî bi dirûşma "Zext nikarin bi me" bi dawî bû.