Mizrakli: Min li hemberî we serî netewand, bila ev jî ji we re bibe derd

Selçûk Mizrakli: “Weke ku kalikê min Seyît Riza gotiye ; ‘Min bi hîle û derewên we nekarî ev ji min re bû derd. Min jî li hemberî we serî netewand çok nedanî bila ev jî ji we re bibe derd.”

Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli hatibû birîn, erê kir. Mizrakli têkildarî vê biryarê ji hesaba xwe ya X’yê bi peyamek parve kir. 

Mizrakli, li dijî biryara erêkirinê bi gotina Seyît Riza yê ku di dema êrîşên Komkujiya Dersimê ya di sala 1938’an de pêşengî ji berxwedanê re kir bersiv da biryara erêkirinê. 

Peyama ku Mizrakli bi rêya parêzerê xwe parve kir, wiha ye: “Me di meşa xwe ya rûmet û mirovahiyê de gelek canên xwe winda kirin, di dadgehên pergalê de bûn şahidê bi deh hezaran bêhiqûqiyan û biryarên bêedalet. Vaye biryareke din a nû derketî ye. Weke ku kalikê min Seyît Riza gotiye ; ‘Min bi hîle û derewên we nekarî ev ji min re bû derd. Min jî li hemberî we serî netewand çok nedanî bila ev jî ji we re bibe derd.”