Karasû: 24'ê Hezîranê qonaxeke dîrokî ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Hilbijartinên 24'ê Hezîranê gelekî girîng in. Eger AKP-MHP bi ser bikevin wê sîstema olperest-neteweperest mayinde bibe. Karê têkoşîna demokrasiyê ye ku pêşî li vê bê girtin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji ANF'ê re nirxand.

Karasû diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ji ber sedemên cidî yên aborî, siyasî, dîplomatîk û civakî biryara hilbijartina pêşwext da û destnîşan kir ku yek ji sedemên girîng ên dayina biryara hilbijartinê, polîtîka şer a şefên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ye.

Karasû di vê mijarê de got, "Hîn jî dibêjin 'Em ê biçin Minbicê, Kobanê, Qamişlo, Dêrikê, em ê wan deveran ji YPG/YPJ'ê bistînin. Wekî din em ê li Başûrê Kurdistanê biçiçn Qendîlê, filan cihî bigirin'. Ji bo Kurdan qir bikin dibêjin, 'li ku derê mafên Kurdan hebin, li ku derê çepereke siyasî û leşkerî ya Kurdan hebe em ê biçin wê derê, bieciqînin û ji holê rakin'. Polîtîkayeke bi vî rengî ya şer a êrîşkariyê dimeşînin. Vê polîtîkaya şer li derve û hundir rê li ber fikaran vekir û gelên Rojhilata Navîn nerazîbûn nîşan dan. Lewma polîtîkayên desthilatdariyê hem li hundir hem jî li derve bûn mijara nîqaş û lêpîrsînê."

Mûstafa Karasû da xuyakirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi dagirkirina Efrînê re xwest piştgiriyê ji civakê bigire, bi vî rengî desthilatdariya xwe bidomîne û got, "Lê xuya ye tişta dixwest bi dest nexistine. Dibe ku di wergirtina biryara hilbijartinê de para dagirkirina Efrînê hebe. Lê belê di anketan de ku piştî dagirkirina Efrînê hatin kirin, hate dîtin ku dagirkirina Efrînê têrê nake ku desthilatdariya AKP'ê li ser piyan bimîne."

HILBIJARTIN JI BO ERDOGAN BÛ QUMAR

Karasû anî ziman, hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê gelek tiştan diyar bike û got, "Ji xwe bi vê hilbijartinê re wê sîstema serokatiyê dest pê bike. Sîstema Tirkiyeya nû ku AKP-MHP'ê danîn ber Tirkiyeyê wê ava bibe. Bêguman heta niha gav hatin avêtin, lê belê sîstema AKP-MHP'ê hê baş rûneniştiye. Eger di vê hilbijartinê de bi ser bikevin wê Tirkiyeyeke nû bê dîzaynkirin. Wê li ser gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, hemû hindikahiyên olî û etnîkî dîktatoriyê bimeşînin. Li ser vê bingehê wê bixwazin ku sîstemeke olperest-neteweperest bê astengî ava bikin. Lewma ev yek wê ji bo Erdogan bibe destpêkeke nû."

Karasû destnîşan kir ku Erdogan asê maye û got, "Hilbijartin ji bo Erdogan veguheriye qumarê. Berê bi rêjeya 40-42 ji sedî dibû desthilatdar. Lê niha eger 50 ji sedî negire wê nikaribe bibe desthilatdar. Lewma rîskek da ber xwe, bi qumarê lîst. Bêguman ji bo hîn bêhtir otorîter bibe û li gorî xwe bêhtir qezenç bike, ev yek kir."

Karasû da zanîn, dibe ku Erdogan di vê hilbijartinê de têk biçe û got, "Bûyerên piştî girtina biryara hilbijartinê rû dan, nerazîbûn û helwesta gel, anketên hatin kirin nîşan dan ku ev hilbijartin wê ji bo Erdogan hêsan nebe. Ji serketinê bêhtir dibe ku li bin bikeve."

WATEYA HILBIJARTINÊN 24'Ê HEZÎRANÊ JI BO KURDAN Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê di dewama axaftina xwe de işaret bi girîngî û wateya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo gelê Kurd, hêzên demokratîk û çepgir kir û bi dewamî got, "Li aliyê Kurdan pêvajoyeke gelekî cidî rû da. Piştî 7'ê Hezîranê êrîşên giran li gelê Kurd hatin kirin. Êrîşên giran li hêzên demokrasiyê hatin kirin. Li Pirsûsê, li Enqereyê komkujî hatin kirin. Piştre bajarên Kurdan hatin xerakirin û şewitandin. Bi sedan mirov şehîd bûn. Efrîn hate dagirkirin. Bûyerên gelekî trajîk û dramatîk anîn serê Kurdan.

Ji bo hêzên çep û demokratîk jî xwedî gelek wateyên cuda ye. Piştî 7'ê Hezîranê li dijî hêzên çep û demokatîk êrîşên giran hatin kirin. Welê li hêzên demokrasiyê kirin ku nema karibin hilmê bistînin. Ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd, hewldana darbeyê di 15'ê Tîrmehê de hate kirin."

HDP BÛYE BLOKA DEMOKRASIYÊ

Karasû bal kişand ser dijberiya rejîma AKP'ê li nava civakê afirandiye û wiha dewam kir: "Di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de blokbûyînek di vê astê de tine bû. AKP bi blokbûyîneke wiha tevlî hilbijartinê nebûbû. Hêzên demokrasiyê jî di vê astê de nebûbûn blok. Hêzên demokrasiyê cara yekê ye bi rengekî berfireh li hev dicivin. Dibe ku bi navê HDP'ê tevlî hilbijartinê dibin, lê belê ev yek blokeke demokrasiyê ye. Divê mirov ji vê re bêjin, 'bloka demokrasiyê, tifaqa demokrasiyê'. Dibe ku yên din tifaqên fermî ava kirin. Li dora HDP'ê blokeke fermî nebû, lê belê hemû hêzên demokrasiyê li dora HDP'ê ne. HDP bi namzetên pêkhateyên xwe tevlî hilbijartinê dibe, lê belê hêzên demokraisyê yên ku ne pêkhateyên HDP'ê ne û bi HDP'ê re tifaqa hilbijartinê nekirine, destekê didin HDP'ê. Ji ber vê yekê, ji tifaqê jî wêdetir, blokeke demokrasiyê ava bûye."

BI VÊ HILBIJARTINÊ RE WÊ GUHERTINÊN GIRÎNG BIBIN

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku bi hilbijartinên 24'ê Hezîranê re wê guhertinên girîng bibin û wiha dewam kir: "Eger AKP-MHP bi rêya hilbijartinê ji desthilatdariyê bê xistin, wê faşîzma olperest-neteweperest a desthilatdariy AKP'ê biheje. Hemû planên wan ku li burokrasî, edalet, perwerde û gelek qadên din dixwazin Tirkiyeyê li gorî xwe dîzayn bikin, wê bihilkumin. Zext û zordariya li ser Kurdan, hêzên demokrasiyê û civakê heye, wê sist bibe. Bi vê yekê re wê bêhn bê ber hêzên demokrasiyê û azadiyê. Beriya her tiştî baweriya bi xwe ya gel wê zêde bibe. Faşîzma AKP-MHP'ê bi bikaranîna hêza polîsan zextê li civakê dike. Hewl dide îradeya civakê bişikîne, danheviya demokrasiyê bieciqîne. Lewma girîng e ku di hilbijartinê de derb li faşîzma AKP-MHP'ê bê xistin. Bêguman wê nexwaze ji desthilatdariyê bikeve, wê gelek dek û dolaban bigerîne. Bi hişyarî û rêxistiniya gel pêşî li vê yekê dikare bê girtin. Eger gel bixwaze wê karibe pêşî li tiştên wiha bigire. Eger gel xwedî li dengê xwe derkeve, dikare vê desthilatdariyê bi hilbijartinê biguherîne. Dikare êrîşkariya faşîst a vê desthilatdariyê qels bike. Bêguman tenê dengdan têrê nake. Lazim e xwedî li deng bê derketin. Wekî din, ji bo HDP ji bendê derbas bibe divê karekî gelekî zêde were kirin. Ne ku bi rêjeya 1 an jî 2'an HDP bi ser bendê bikeve. Divê HDP dengekî welê zêde bigire ku desthilatdariya AKP'ê hîleyan bike jî nikaribe HDP'ê li binê bendê bihêle. Ev yek pêkan e. Ji ber ku hîle jî heta cihekî ye. Lewma divê hilbijartin hêja bê dîtin."

DIVÊ EV HILBIJARTIN BIBE BEŞEKE GIRÎNG A TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê yek ji girîngtirîn hilbijartinên dîroka Tirkiyeyê ji bo têkoşîna demokrasiyê û herî dawî got, "Dibe ku di dîroka Tirkiyeyê de ti hilbijartin ewqasî girîng nebû. Ji ber ku hilbijartinên din ên li Tiriyeyê di nava sîstema heyî de guhertina desthilatdariya partiyan bû. Lê niha ne bi vî rengî ye. Niha hewl tê dayin sîstemeke nû bê avakirin. Erdogan, AKP dixwazin sîstemeke olperest-neteweperest ava bike. Ji ber vê yekê, eger ev sîstem ava bibe wê zext û zordariya li ser hêzên demokrasiyê, li ser hêzên gel, li ser Kurdan, Elewiyan û hemû civatên etnîkî û olî mayinde bibe. Mîna DAÎŞ'ê wê feraseta xwe ya ol ferz bike. Ji bo pêşî li van hemûyan were girtin, hilbijartina dawiyê girîng e. Divê ev weke beşekî girîng ê têkoşîna demokrasiyê bê dîtin. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Banga me jî bi vî rengî ye."