Kampanya şandina kart û nameyan ji bo Îmraliyê destpê kir
Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan dest bi kampanya şandina kart û nameyan ji bo Girtîgeha Îmraliyê kirin.
Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan dest bi kampanya şandina kart û nameyan ji bo Girtîgeha Îmraliyê kirin.
Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 33 meh in agahî jê nayên girtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê têne ragirtin, kampanyaya şandina name û kartan dan destpêkirin. Kampanyaya malbatan wê heta 30’ê kanûnê bidome. Malbatan têkildarî kampanyayê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezan a Amedê daxuyanî dan.
Endamên Federasyona komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat têkildarî kampanyayê axivî û got ku welêt di bin tecrîdeke giran de ye. Canpolat bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de hatine destpêkirin û Nobeta Edaletê û wiha got: “Weke malbatên girtî û hikûmxaran em îro jî starta kampanyayeke nû didin. Ev kampanya dê heta 30’ê kanûnê bidome. Em ê ji bo birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî kart û nameyan bişînin. Bi vê kampanyayê re em dixwazin bala gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bikişînin ser tecrîdê. Tecrîda heyî hem siyasetê hem jî pirsgirêka kurd bêçareserî dihêle. Hema du peyv jî bin em dixwazin her kes ji bo birêz Abdullah Ocalan name û kartan bişînin. Her kes li cihê lê dimîne bila name û kartan bişîne û ji bo şikandina tecrîdê bibin alîkar.”
Canpolat, da zanîn ku rêya çareserkirina krîza aborî û pêkhatina aştiyê rakirina tecrîdê ye û wiha pê de çû: “Bêdengiya gelan û civakê ya li hemberî tecrîdê, tê wateya mirina zarokên gelê kurd. Lewma divê her kes dengê xwe derxîne. Em dixwazin ku dayik û ciwan alîkariyê bidin. Em tev li kampanyaya şandina kart û nameyan bibin. Divê gelê kurd û malbatên me li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. Piştre jî kesên tev li daxuyaniyê bûn kart û name nivîsandin. Qart û name dê ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re bên şandin.