Kalkan: Her yek ji wan bîrdariyeke mirovahiyê bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, Alî Aktaş, Emrûllah Dûrsûn, Mîkaîl Ozdemîr, Vehîp Tekîn û Celal Ozturk ên 21'ê Adarê şehîd bûn her yek ji wan bîrdariyeke baweriyê ne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Amanos (Emrûllah Dûrsûn), Navdar Sînegîr (Mîkaîl Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Faraşîn (Celal Ozturk) ên 21'ê Adarê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku wê bîranîna wan veguherînin hêz, rêxistinbûn û têkoşîneke mezin.

Kalkan anî ziman, li ku deverê pêşketineke şoreşgerî pêk were, hişmendiya Kurd bi pêş ve bikeve êrîş li wê deverê tê kirin, hewl tê dayin ku ew pêşketin bê astengkirin û got, "Li Şengalê êrîşî wî hevrêyî kirin ku di astengkirina qirkirina Şengalê de, di rêxistinkirina civaka Êzidî de kedeke xwe ya mezin hebû. Qetilkirina hevrê Zekî bi vê armancê bû. Ji ber ku Êzidî gihand wê astê, ew berpirsyar dîtin. Ya rast qetilkirina hevrê Zekî qetilkirina Êzidiyatiyê bû."

Kalkan diyar kir, qetilkirina 5 hevrêyên wan li Qendîlê û herî dawî qetilkirina Diyar Xerîb bi heman rengî ye û destnîşan kir, êrîş bi zanebûn, bi rengekî rêxistinî û plankirî hate kirin.

'JI HÊZÊN XWECIHÎ PIŞTGIRIYÊ WERDIGIRIN'

Kalkan destnîşan kir, divê bê dîtin ku TC, MÎT bêyî alîkariya ji herêmê nikare li Qendîlê êrîşên wiha bike û got, "Me xwest vê fêhm bikin. Bi vê wesîleyê em dixwazin careke din bibpirsin; gelo di çarçoveya peymanên bi zanebûn û plankirî de tê kirin, ya jî di nava wan de hin kes hene ku sîxuriyê ji MÎT'ê re dikin? Em dixwazin bi vê zanibin. Em nabêjin ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê, PDK û YNK bi temamî hevkarên TC'ê ne û bi wan re bi rengekî plankirî kirine. Dibe ku di nava wan de rêxistinbûneke veşartî ya MÎT'ê hebe, ku hevkariyê dike."

Kalkan destnîşan kir, divê kesên ku sîxuriyê ji MÎT'ê re dikin ji nava xwe paqij bikin, ya herî girîng jî divê helwesteke siyasî û leşkerî nîşan bidin.

Kalkan bang li wan hêzan kir ku rastiyê, sûcdaran eşkere bikin, bi hev re hesab ji wan bixwazin û got, "Naxwe wê PKK karibe vê yekê bi tena serê xwe bike. Ji xwe hêza xwe heye, tevgereke dîrokî ya hesabpirsînê ye. Ji berdêlan jî xwe venagire."

'MILÎTANÊ MEZIN, KESAYETEKÎ LEHENG BÛ'

Kalkan qala kesayetiya cangoriyan kir û anî ziman, Alî Aktaş dema ku PKK ava bû têkilî pê re ava kir, di sala 1978'an de tevlî bû û got, "Di temenê ciwantiyê de rastî dît; rastiya Rêber Apo, rastiya azadî û hebûna Kurdan û PKK'ê dît. Bi hemû hêza xwe pê ve hate girêdan û di nava 40 salî de li çar aliyên Kurdistanê di nava her şêweyên têkoşînê de hebû. Di kesayetiya xwe de milîtanî û kesayetekî leheng afirand."

Kalkan anî ziman ku ew bû hevrêyê Egîdan, Bêrîtanan, Zîlanan, Erdalan û hevrêtî ji hezaran şehîdan re kir.

Kalkan got, "Çi zivistan, çi şev û roj, ji bo xurtkirina gerîla, ji bo azadiya civaka Kurd û jin û ciwanan, ji bo têkoşînê bi her awayî hewl da. Şervanekî mezin, kesayetekî xurt, kedkarekî şoreşê, fermandarekî mezin bû."

Kalkan destnîşan kir ku Alî Aktaş şagirtekî baş ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û got, di asta herî bilind de nirxên azadiyê temsîl kir.

'HER WEZÎFE Û BERPIRSYARÎ PÊK ANÎ'

Kalkan anî ziman ku Serhat Varto sala 1991'ê li Gimgimê tevlî nava refên têkoşînê bû û got, "Demeke dirêj di nava gerîla de wezîfe û berpirsyarî pêk anî. Di nava şert û mercên herî dijwar de bi rengekî çalak tevlî têkoşîna gerîla bû. Ji şervaniyê heta fermandariya eyaletê hemû wezîfe pêk anî.

Karê îdeolojîk, siyasî û civakê meşand. Mîna hevrê Sînan ew jî li derveyî welat jî xebitî. Çû her devera Kurdistanê. Ji bo zanekirina gelê Kurd, ji bo perwerdekirin û rêxistinkirinê hewl da."

Kalkan bi bîr xist ku Varto herî dawî endamekî Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK û KCK'ê bû û got, bi têkoşîna xwe ya 30 salî di dîroka Kurdan û mirovahiyê de bi cih bû.

'BI BANDOR Û AFIRÎNER BÛ'

Kalkan anî ziman ku Navdar di sala 1993'an de ji Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû û di nava şert û mercên dijwar de li Amedê gerîlatî kir.

Kalkan diyar kir, di her astê de fermandariya gerîla kir û got, "Di karên siyasî civakî de berpirsyarî û wezîfe pêk anî. Di karê me yê ji nû ve avabûnê yê rêxistinî de jî rola xwe hebû. Bi rastî jî bi bandor bû, afirîner bû. Lewma li her devera ku lê bû karekî afirîner dikir. Demeke dirêj di Komîteya Têkiliyên Derve de bû."

'BÎRDARIYEKE MIROVAHIYÊ BÛN'

Kalkan got, "Hevrê Serhat Şafak demeke dirêj li nava refên gerîla ma, li gelek qadan gerîlatî kir û gelek wezîfeyên cuda pêk anî. Tevî gerîlatiyê karê îdeolojîk jî kir. Li derveyî welat jî kar kir. Hewl da li her deverê milîtaniya partiyê temsîl bike."

Kalkan diyar kir ku hevrêyê wan Şiyar jî nû tevlî bûbû û got, xwedî enerjî û coşa ciwanên serdema nû bû.

Kalkan got, "Bi rastî jî her yek ji wan bîrdariyeke mirovahiyê bûn, civateke baweriyê bû, rastiya jiyana azad bûn."