Kalkan: Em ê şerekî mezin bikin û bi ser bikevin -13

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, di sala 23'an a komployê de wê bi berxwedaneke topyekûn li ber dagirker, tecrîd û faşîzma AKP-MHP'ê rabin û got, "Em; gel û tevger bi biryar in, şerê me wê mezin be û em ê teqez bi ser bikevin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ji bo têkbirina komploya navneteweyî û sîstema mêtinger-qirker a ku xwe dispêrê, pêwîstî bi 3 şertên bingehîn heye. Dûran Kalkan bersiv da pirsên me.

Çi têkilî di navbeyna komploya 9’ê Cotmehê û anîne ser desthilatê ya AKP’ê heye?

Me di pirsa pêşî de hewl da vebêjin ku komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê têkiliya xwe bi pirsa Kurd û bi jenosîda ser Kurdan re heye. Ji ber vê me diyar kir komploya navnetewî êrîşeke pergala sermiyana global e, ev jî ji hêla DYE’yê ve, peşengê pergalê DYE’yê ve rêxistiniya wê hatiye kirin û rê ve birin. Lê her çendî komploya navnetewî ji hêla DYE’yê ve plansaziya wê hatibe danîn jî, bi esasî di nav komployê de gelek dewlet, rêxistin û kes hatine bikaranîn. Ev li Rohilata Navîn, li Asya, Ewropa û Efrîkayê jî wiha bûye. Ji bo ku komploya navnetewî bi ser bixin gelek dewlet û şexsiyetên ku hewceyî pê dîtine pêşengiya DYE’yê hatiye bikaranîn.

Mînak Rêveberiya Misrê, kesayata Hisnî Mûbarek ji bo ku bandorê li ser Rêveberiya Hafiz Esad bike û qanih bike ku ji Sûriyê were derxistin hatiye bikaranîn. Dîsa bi rêveberiya Rûsyayê ya wê demê re hin Peyman û tifaq hatine danîn. ‘Projeya Herka Şîn’ wê demê hatiye rojevê. Muxalefeta Italya, rêveberiya Alman-Fransiz hatiye bikaranîn. Ev rewşe bikaranînê ji Yewnanîstanê heta bi Kenyayê çûye. YE bûye parçeyek ji vê komployê. Bêguman di pratîzekirina komploya navnetewî de, biryar li ser komployê dayî û rê ve birî, DYE, ji nav wan hêzên ku pir bi kar anî dewleta TC’ê û hikûmetê wê ne. Jixwe rêveberiya DYE’yê gotiye ew pirsgirêka wan çareser dikin, dewleta TC’ê û hikûmetên wê li ser vê rêyê çawa xwestiye wiha bi kar aniye. Dîsa Serokkomarê wê demê Demireş, Serekerkan, hikûmetê Mesût Yilmaz û Ecewî ku komplo rê ve dibirin bi kar aniye, piştre jî li ser hîmê komploya 15’ê Sibatê weke qerdiyan rol hatiye diyarkirin û pratîk pê daye kirin.

Lê li ser hîmê komploya navnetewî ya ku DYE’yê plansaziya wê danî, dewleta TC’ê û hikûmetên wê bûne dûvelingê vê komployê û amûrên wê. Bi komploya 15’ê Sibatê re bi temamî bûne parçeyek ji komploya navnetewî ya bi plansaziya DYE’yê, anîna rewşa bicihkara sereke. Piştî vê pêvajoyê geşedanên siyasî yên li Tirkiyê, guherînên rêveberiyê bi temamî rastiya komploya navnetewî diyar kiriye. Guherînên rêveberiyê li gorî rewşa bi rengekî serkeftî bicihanîna komployê guherîye.

Jixwe ji bo ku komploya 15’ê Sibatê bi cih anî, di hilbijartina 18’ê Nîsana 1999’an de Bulent Ecevît û partiya wî DSP bûye partiya pêşî, hatiye ser hikûmetê û dîsa hikûmeta koalîsyonê ava kiriye. Hikûmeta Ecevît-Bahçlelî- Yilmaz ji hêla DYE’yê ve, ji bo ku komploya navnetewî bi cih bînin, di nav pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê de rê ve bibin û bi ser bixin hatine peywirdarkirin. Lê li gel hemû hewldanên hikûmeta koalîsyonê ya bi seroktiya Ecevît, dema ku nekarî xebatên Rêber Apo ên li nav pergala êşkenceya asteng bike û di encamê de nekarîn ku PKK’ê parçe bikin û tasfiye bikin, berovajî, dema ku li dora parastina bi navê ‘’Ji Dewletên Rahiban a Sumeran Heta Bi Şaristaniya Demokratîk’ ya Rêber Apo danî holê PKK dîsa xwe geş kir, gelê Kurd li dora PKK’ê bi asteke zêde li Rêbertiya xwe xwedî derket, li ser vê hikûmeta Ecevît di rêvebirina komployê de bi ser neketiye, ji bo vê jî hêzên komploger 2002’an payizî partiya Ecevît parçe kirine, dîsa gefa Devlet Bahçelî ya vekişîna ji hikûmetê anîne rojevê û Hik3umeta Koalîsyonê ya bi seroktiya Ecevît anîne xwarê.

Koalîsyona demokratên sosyal, milliyetgir û liberal ku koalisyon pêk dianî di têkoşîna Imraliyê de bi ser neketin li Tirkiyê meyla dînî-milliyetgir a AKP ya bi pêşengiya Tayyîp Erdogan maye, ku meyla wê hebû li Tirkiyê têkeve nav têkoşînê. Hêzên komploger hikûmeta Ecewî anîne xwarê û 3’yê Mijdara 2002’an kirine ku AKP ya dînîgir bi serê xwe were ser desthilatê û ji bo têkoşîna biserxistina kompoloya navnetewî peywir dane.

A rast AKP hê kongreya xwe pêşî nekirî hilbijartin bi ser xistiye û bûye desthilat. Ne partiyeke wiha ye ku bi normalî hilbijartin bi ser xistî. Rêveberî û hêzeke wiha ye ku ji hêla DYE’yê û sermiyana global ve ji bo ku komployê rê ve bibin û bi ser bixin hatine peywirdarkirin. Pergala sermiyana global û pêşengiya DYE’yê li gorî şertên serdemê ji bo ku komploya navnetewî rê ve bibin û bi ser bixin ji Tayyîp Erdogan û hevalên wî re gotine, ‘bimeşin’, ew jî li ser vi emrî meşiyane. Rastiya meselê ev e. Bi rastî jî wiha ye. Ji ber vê jî ne AKP partiyeke normal e, ne Tayyîp Erdogan kesayateke wiha ye ku bi serê xwe tevdigere û ne jî hikûmeta AKP rêveberiyeke wiha ye ku hilbijartin bi ser xistî. Ev hemû din av şertên komploya navnetewî de, bi desteka hêzên komploger û bi peywira ku dane wan çêbûne, derketine holê. Ji ber vê jî divê mirov kesayata Tayyîp Erdogan jî, AKP’ê jî, rêveberiya wê ya 18 salan jî rast fêhm bike. Her çendî pêvajoya piştre bi hêzên mîna DYE’yê re hinekî nakokî werin rojevê jî, ev rewş rastiya navborî ji holê raneke.

Divê mirov şaş fêhm neke. Hê jî hêza ku AKP’ê li ser piyan dihêle, Tayyîp Erdogan li desthilatê dihêle DYE û pergala sermiyanê ya global e. Em bala xwe bidinê, demekê Tevgera Fethillatî ji xwe re kiriye weke kopal û li ser piyan maye, dema ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê zor kir ku hilweşîne, zor lê bû vê carê jî MHP ya bi pêşengiya Devlet Bahçelî kirin kopal, tifaqa AKP-MHP’ê hate avakirin û hewl hate dayin ku li ser piyan bimîne. Tifaqa AKP-MHP’ê ne tifaqeke wiha ye ku bi marîfeta Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ava bûye. Bi temamî bi destê hêzên komploya navnetewî rê ve birin, ango bi destê hêzên ku pirsa Kurd, qirkirina Kurdan bi hişmendî û siyasete rê ve didin ev têkilî û tifaq danîne. Van hêzan xwestine, Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî jî bêgav mane ku li gorî vê biçin û li gorî hewcehiyên vê tevbigerin. Divê mirov rastiya rêveberiya li Tirkiyê wiha fêhm bike.

Fatoreya komployê ya ku ev 22 sal in didome li TC’ê û li gelên Tirkiyê çi bûye, bandorên xwe li ser herêmê çi bûne?

Weke ku tê zanîn Tevgera Azadiya Kurdistanê salên 1970’yî Bûyineke Rêbertî pêk anîne û pêvajoya partîbûnê jiya. Partiyeke weke PKK’ê jî bi pêşengiya têkoşîneke wiha berbiçav bû. Salên 1980’yî bû gerîlatî pêş ket, li ser hîmê Pêngava 1984’an di serî de li Botanê li hemû herêmên Bakurê Kurdistanê tevgereke gerîla ya karîger geş bû ku derbên kuştinê li artêşa TC’ê ya faşîst, da, derbên giran. Salên 1990’î jî pêvjaoya netewebûna demokratik geş bû. Tevgera berxwedaniya gel ku li ser hîmê serhildanên Nisêbîn û Cizîrê geş bûyî pêvajoya qutbûna ji pergala mêtingeriya qirker, şikandina her cure rewşa giyanî û hişmendî ya teslimiyetgirt û sertewandinî da dest pê kirin û ber bi civaka azad ve gav avêt. Em ji vê re ‘’şoreşa vejîna netewî’ dibêjin. Bi kurtasî pêvajoya bûyina civaka azad û demokratik geş bû ku em jê re şoreşa vejîna netewî dibêjin.

Ev rewş Adara 1993’an bi agirbesta pêşî ku Rêber Apo û Celal Talabanî ragihandin ev derxiste holê: Êdî meseleya Kurd derketiye holê. Hemû maskeyên li ser hatine danîn. Pirsgirêk ji hemû aliyan ve hatiye zelalkirin û pêvajoya çareseriya demokratik geş bûye. Êdî ji bo çareseriya demokratîk a pirsa Kurd dane ji her alî ve ava bûne. Ya dî ew bû ku li gorî vê hişmendiyeke demokratîk û siyaset bihata geşkirin. Bi vê çarçoweyê hewceyî bi gavên demokratîk dimîne, tê vê vê maneyê. Ev jî tê maneya azadiya Kurdistanê, geşbûna xwerêveberiya demokratîk. Bêguman li Kurdistanê geşbûna jiyana azad, tê maneya demokratîkbûna Tirkiyê û li hemû Rojhilata Navîn berbelavbûna pêvajoya şoreşa demokratîk. Ji ber ku Kurdistana azad tê maneya Tirkiyeyeke demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk.

Bi kurtasî heke pêvajoya ber bi komploya netewî ve diçû ji hêla hêzên faşîst-mêtinger ve bi rengekî wiha ku serweriyê deynin nehate geşkirn, li şûna vê meyla çaresriya demokartîk ku Turgut Ozal û mîna wî pêşengiya wê dikir, bi asta hişmendî û siyasete li xwe zêde bikira û karîger bibûya geşedana Tirkiyê, Kurdistanê û Rohilata Navîn wê pir cüda bûya. Wê li ser çareseriya demokratik-siyasî ya pirsa Kurd wê Kurdistan azad bibûya, Tirkiye ji hemû aliyan ve bibûya demokratik û li Rojhilata Navîn wê pêvajoyên demokratîkbûnê û yekîtiya demokratik pêk bihata. Wê Rojhilateke navîn a nû û demokratik derbiketa holê. Ev teqez bû. Pêvajoya têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ku ji salên 1990’î ve ketibûyê dihate vê maneyê. Geşbûna sirûştî, demokratik, siyasî ya vê pêvajoyê jî encex li ser vê bingehê pêkan bû. Komploya navnetewî li ser vê ferz kirin.

Êrîşa komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dihate maneya destwerdana faşîst-mêtinger-qirker a li pêvajoya çareseriya demokratîk. Derfetên çareseriya demokratîk a li pirsa Kurd ji holê hate rakirin û komploya navnetewî li ser Kurdistanê hate ferzkirin. Ango siyaset û hişmendiya qirkirinê bi zorê li ser Kurdan hate ferzkirin. Bi vê re li Kurdistanê dîktatoriya faşîst zêdetir kûr bû, berbiçav bû, vê bandora xwe li ser Tirkiyê jî kir. Hişmendî û siyaseta şerê tayber a faşîst-qirker li ser hîmê ferzkirina komployeke wiha li Tirkiyê jî zêdetir bû xwedî sîstem û bikok bû.

Bû destwerdaneke kapîtalîst-emeryalîst ku li Rojhilata Navîn hatî ferzkirin. Piştre bi şerê kendavê re, ji serê 1990’î ve destwerdana modernîteya kapîtalîst a ku hatî destpêkirin li Rojhilata Navîn zêdetir kûr bû û berbelav bû. Bi şerê Efganîstan û Iraqê re pergala modernîteya kapîtalîst Rojhilata Navîn zêdetir kontrol kir û kire bin serweriya xwe. Piştre pêvajoya ku jê re ‘Bihara Ereb’ tê gotin kirin hincet, ji rastiya wê û armanca wê hate dûrixstin, berovajîkirin, pêvajoyeke wiha hate geşkirin ku Rohilata Navîn zêdetir were parçekirin, zêdetir nakokî were avakirin û derfertên ku zêdetir bikin mêtinger hate geşkirin. Komplo bi vî rengî bandor li ser Tirkiyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir û ev encam bi xwe re anî.

A rast pêşî li pêvajoya azadbûn û demokratîkbûneke mezin hate girtin. Pêşiya şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk ku wê mirovahî azad bikira hate xitimandin. Li şûna azadiya Kurdistanê, bi êrîşên hov û giran qirkirin li ser Kurdistanê hate ferzkirin û bandora vê ya li Tirkiyê bêhtir sîstematîkbûna rejîma faşîst a 12’ê Îlonê bû, bandora xwe ya li Rojhilata Navîn jî bû zêdetir parçebûna Rojhilata Navîn û ji hêla serweriyên biyanî ve, pergala kapîtalîst a global ve zêdetir were mijtin. Divê mirov vê xweş bibîne.

Lê mirov dikare vê bibêje: Di Şerê Cîhanê yê Pêşî de guhartoyeke dî ya senta Tirk-Îslamî, Tûranî, Sêva Sor, xeta Îttîhat Terakkî, bi pergala Kemalîst qirkirina Kurdan hatibû domandin. Ev xet bi darbeya 12’ê Îlona 1980’yî dîsa hate serwerkirin. A rast bi geşedanên Kemalîst xeta Îttîhadî ji hêla rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê re hewl hate dayin ku li hev bînin. Komploya navnetewî bi hişmendî û siyaseteke wiha, êrîşeke bi plan û rêxistinî ya bi asta cîhanê bû. Êrîşeke wiha bû ku Rêbertiya Azad a Kurdistanê û Tevgera Azadiyê îmha û tasfiye bike û li ser vê bingehê qirkirina Kurdan bibe serî. Tevgereke jenosîdê bû ku weke sûcê mirovahiyê tê hesabkirin. Bi vê êrîşê Kurdan zext, zilm, komkujî û qkirina herî giran a dîrokê jiyan. Ya ku li ser Kurdan hatî ferzkirin ev bû.

Bêguman li dijî vê berxwedan, têkoşînek mezin çêbû û vê têkoşînê pêşî li ziyanên mezin ên faşîst-mêtinger-qirker girt. Lê Kurdan serdema zexta herî giran, zilma herî mezin û êrîşan giran jiyan.

Civaka Tirkiyê jî fatoreya vê bi jiyana bin dîktatoriya faşîst da. Dewleta TC ji dewletbûnê derket. Veguherî ser rêveberiya çeteyi. Hemû sîstem serûbino bû. Lê bilançoya giran, civaka Tirkiyê, gel jiyan.

Tiştên di nava 22 salan de hatine kirin, divê lêkolîn li ser wan were kirin. Divê bîlançoya wê were amadekirin. Di van 22 salan de êrîşa komploya navneteweyî ji bo Tirkiyeyê çi bi xwe re bir? Budçeya wê çiqasî kêm kir, çend kes mirin, çiqasî feraseta nijadperest û şoven bi pêş ket? Civaka Tirkiyeyê ya ku di nav lêgerîna demokrasiyê de bû, çawa kete vê rewşa ku êdî dev ji lêgerînê berda û kete rewşa ku hêviyên xwe winda kir. Divê ev hemû tişt were lêkolîn. Wê were dîtin ku fatûreya vî tiştî gelekî giran e. Komploya navneteweyî li ser gelên Tirkiyeyê û civaka Rojhilata Navîn bûye encama berdêlên mezin.

Bêguman tişta herî giran hate serê Kurdan. Ev gelekî rast e, ne hewce ye mirov bibêje. Lê divê ev tişt were zanîn.Fatûreya giran a komploya navneteweyî ya 22 salan bi tenê ne ji bo Kurdan bû. Ji bo Kurdan serdema herî giran, zilm û qetlîamê bû. Heqaretên cihê li wan hate kirin. Cenazeyê wan hate parçekirin, kaşkirin, gorên wan hatin hilweşandin. Êrîşî ziman û nasnameya wan hate kirin. Bi deh hezaran kes xistin zindanan. Bi deh hezaran şehîd dan. Zilmeke mezin li wan hate kirin. Ev hemû rast in lê êrîşa komploya navneteweyî ya 22 salan ev zilm bi tenê li ser Kurdan nekir. Bi tenê Kurdan berdêla vî tiştî nedan, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî bi giranî ev fatûre dan.

Em 22 sal berê bînin bîra xwe, em salên 1990’î û sala 1993’an bikin esas, ango 27 sal berê, çareseriya doza Kurdan hatibû rojevê. Pêşiya çareseriya siyasî ya demokratîk hatibû vekirin. Heke çareseriyeke wisa pêk bihata, pêvajoya şoreşên demokratîk ên Kurdistana Azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bihata, ne Kurdan, ne jî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn wê nikaribûna fatûreyeke wisa giran bidana. Wê ev qas zext, zilm, mêtingerî û qetlîam pêk nehata. Berevajî vî tiştî wê li Rojhilata Navîn jiyana azad, demokrasî, biratiya gelan bi pêş biketa. Wê Rojhilata Navîn bibûye bihuşta jiyanê ya ku di pirtûkên pîroz de tê qalkirin û peyamber qala wê dikin. Ev rastiyek bû. Li Rojhilata Navîn zemîn û potansiyela vî tiştî hebû, jiyaneke wisa teqez dikaribû derketa holê. Komploya navneteweyî pêşiya van tiştan girt. Pergala modernîteya kapîtalîst a global a ku xwe dispêre komploya navneteweyî li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’emîn ava kir û pêşiya mudaxeleya nû ya li ser Rojhilata Navîn girt. Bi tenê pêşiya van geşedanan negirt, bi ser de zilm û zoriyeke gelekî mezin li ser gelê Kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn çêkir.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dema êrîşî Rojava hate kirin, dewleta Tirk Girê Spî û Serêkanîyê dagir kir. Em salvegera yekemîn a vê êrîşê de ne. Di heman demê de salvegera 5’emîn a Qetlîama 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ye. Di nav komployê de cihê van êrîşan çi ye?

Ez beriya her tiştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ya di 9’ê Cotmeha 2019’an de lanet dikim. Hemû kesên li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe didin, ez wan silav dikim, şehîdên vê berxwedanê bi rêz û hurmet silav dikim. Di salvegera 5’emîn a qetlîama Gara Enqereyê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de jî qetlîmê lanet dikim û hemû şehîdên qetlîamê silav dikim.

Heke were pirsîn di nav komployê de cihê van qetlîaman an jî têkiliya wê bi komployê çi yeü ez dikarim bibêjim ku qetlîama Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an û dagirkeriya li ser Girê Spî û Serêkaniyê ya di 9’ê Cotmeha 2019’an de ev hemû parçeyên planeke qirkirinê ya ku dewleta Tirk ji DYE û hêzên modernîteya kapîtalîst destûr stendiye û pêk aniye. Teqez ev tişt wisa ye.

Me diyar kiribû ku siyaset û feraseta qirkirina Kurdan a komploya navneteweyî wekî êrîşên di salên 1990’î de ye. Dixwestin qirkirina li dijî Kurdan li ser bingehê êrîşeke komployî û di asta navneteweyî de bi rê ve bibin. Ji ber vê jî parçeyekî qirkirina li ser Kurdan bû. Ji Îttîhad Terakkiyê dihat bû rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê dibûyek, herî dawîn jî bi dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê li ser Kurdan dibû feraset û siyaseta qirkirina li ser Kurdan. Êrîşên li ser bingeha komploya navneteweyî dema yek bi yek hatin pûçkirin, dema ku komplo dihat ber têkçûnê, ji bo pêşîlêgirtina têkçûnê, komploya navneteweyî nû kirin, ji bo qirkirina li ser Kurdan bigihînin encamê plansaziyeke nû hate kirin.

Em bala xwe bidinê komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû destpêkirin, dixwestin Rêber Apo di 9’ê Cotmehê de îmha bikin. Armanca bingehîn ev bû. Rêber Apo di 9’ê Cotmehê de ev tişt pûç kir. Piştî wê bi qasî 4 mehan jî êrîşên global pûç kir û pêşiya îmhayê girt. Dema ku îmhaya komployî hate pûçkirin, biryar dan ku komploya 15’ê Sibata 1999’an pêk bînin. Ji dêvila ku bikujin, xwestin di nav pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de îmha bikin. Armanca darvekirinê ya êrîşa 15’ê Sibata 1999’an bi saya hewldanên Rêbertî pêşiya wê hate girtin. Ji ber vê piştî Çileya 2000’an xwestin di nav pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de îmhayeke îdeolojîk û siyasî bikin. Armanca wan ev bû ku di nav pergala êşkence û tecrîdê de, Rêbertî têxin nav asteke ku nikaribe bifikire, lêkolînê bike û bi vî awayî PKK’ê ji fikrên Rêbertî mehrûm bike, wê bîne asteke ke nikaribe xwe nû bike da ku parçe û tasfiye bibe.

Rêber Apo çawa li dadgehê li hemberî cezayê darvekirinê, armancên rastîn ên komployê teşhîr kir û pêşiya darvekiriê girt, bi tarzeke ku kes ne li bendê bû êşkenceya li Îmraliyê jî kir qadeke lêkolîn, analîz û afirandina fikiran. Ew der kir wekî akademiyekê. Bi parêznameya xwe ya pêşîn ‘Ji dewleta rahîbên Sumerê ber bi şaristaniya demokratîk’ a 2 cîld şaristaniya desthilatparêz û dewletparêz darizand a ku dixwest wî bidarizîne. Plana çareseriyê ya bi mafên takekesî doza Kurdan were çareserkirin a ku hikumeta Ecevît dixwest li ser esasê têkiliyên Yekîtiya Ewropayê pêk bîne, Rêbertî ev tişt jî pûç kir. Ji dêvila wê ‘Şaristaniya demokratîk’ kir rojev. Li ser esasê demokratîzekirina Rojhilata Navîn çareseriya azad a doza Kurdan danî holê. Formul û bernameya siyasî ya Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad ava kir. Rêber Apo di têkoşîna Îmraliyê de jî bi pêş ket. Hêzên komployî têk çûn. Li ser vî esasî pêşiya Tayyip Erdogan û pêşiya wî hate vekirin.Partîbûna AKP’ê û dema hate ser desthilatdariyê bi saya têkçûna koalîsyona berê li hemberî Rêber Apo têk çû, hate ser desthilatdariyê. Bi vî awayî AKP û MHP bûn desthilatdar.

Armanc ev bû ku bi xeta Îslamî ya AKP’ê civaka Kurdan were xapandin, ji hundir ve jî êrîşên provokatîf hatin ferzkirin û bi awayî dihat xwestin ku PKK were parçekirin. Pê re jî dixwestin piştgiriya gel a ji bo Rêbertî û PKK’ê were kêmkirin û komplo bi ser bikeve. Rêber Apo bi guhertina paradîgmayê bersiv da vî tiştî. Çareseriyeke xapînok a ‘Biratiya Îslamê’ danî aliyekî, li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk çareseriya xweseriya demokratîk a doza Kurdan anî rojevê. Formula siyasî ya ‘dewlet+demokrasî’ ava kir. Wekî hemû dozan, doza Kurdan jî li ser xeta Konfederalîzma Demokratîk çareseriya wê şênber kir. Li ser xeta konfederalîzma demokratîk a ku hemû nasname xwe bi azadî birêxistin dikin û tevlî nav yekîtiya demokratîk dibin, çareseriya doza Kurdan danî holê. Zextên provokatîf û tasfiyekar ên Îslamiya sixte ya rêveberiya AKP’ê danî holê, projeya îmhakirinê pûç kir. Di parêznameya bi navê ‘Parastina Gelekî’ de ev tişt danî holê.

Ya rast li pêşberî vê xeta çareseriyê hikumeta AKP jî têk çû. Welê bû ku êdî komploya navneteweyî nikaribe bi ser bixîne. Ji xwe piştre destwerdana Fermandariya Giştî çêbû. Ev yek destwerdana NATO'yê, destwerdana DYE'yê bû. Di 23'ê Tebaxa 2005'an de di civîna Desteya Ewlekariya Millî de destwerdan û biryar dan ku êrişên komploya navneteweyî ji nû ve bi konsepta şerê taybet ê topyekûn bimeşînin. Li ser vê bingehê di navbera artêşê û hikumeta AKP'ê de heta astekê rewşeke nakok rû da. Piştre rêveberiya DYE'yê piştgirî da AKP'ê û di encama vê yekê de bandora Fermandariya Giştî, Artêşa Tirk a li ser siyasetê hate lawazkirin, AKP hate xurtkirin û pêşî lê hate vekirin. Piştî ku di Şerê Zapê yê Sibata 2008'an de Fermandariya Giştî ya Tirk hate têkbirin, bandora artêşê bi temamî ji holê rabû. Lê belê di nava vê pêvajoyê de hewldanên AKP'ê jî têk çûn. Di serî de hilbijartinên xwecihî yên 29'ê Adara 2009'an û pêvajoya jê re 'Vebûna Kurd' dihate gotin, herçend ji aliyê hikumeta AKP'ê ve weke tatkîkê hate meşandin jî ji aliyê Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê ve hatin têkbirin. Di dawiya dawî de Tayyîp Erdogan Cotmeha 2009'an got, 'Em ji destpêkê ve dikin' û derew û hîleyên xwe hemû danî aliyekî, nêzîkatiyeke siyasî-leşkerî ya ku qirkirina Kurdan bi rengekî eşkere dike, danî ber xwe. Di pêvajoya 2010-2012'an de êrişeke bi vî rengî ji aliyê rêveberiya AKP'ê ve hate kirin. Weke ku tê zanîn Rêber Apo, hêzên me yên gerîla û gelê me li dijî van êrişên faşîst, qirker ên topyekûn bi lehengî li ber xwe dan. Êrişkariya AKP'ê têk birin. AKP a ku digot wê PKK'ê tune bike, dawiya dawî neçar ma ku biçe Îmraliyê û daxwaza agirbestê ji Rêber Apo bike. Li xwe mikur hat ku bi şer nekarî komploya navneteweyî bi ser bixîne, têkçûyî ma. Van hemûyan çima dibêjim: 'Plana Çalakiyê ya Têkbirinê' ku di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an biryar li ser hate dayin, ji ber têkçûna hewldanên rêveberiya AKP'ê yên ji bo bicihanîna komploya navneteweyî, weke plansaziyeke nû ya jinûve birêxistinkirina komployê û hewldana ji bo biserxistina komployê hate amadekirin. Li ser bingeha têkoşîna Rêber Apo, tevgera me û gelê me, planên beriya wê hemû hatin pûçkirin, hatin têkbirin. Ji ber ku lîstikên wan, êrişên taktîkî, nêzîkatiyên qirker faşîst bi berxwedana lehengî ya tevgera me û gelê me hatin têkbirin, vê carê êrişeke nû ya topyekûn bi navê 'Plana Çalakiyê ya Têkbirin' xistin meriyetê. Plana çalakiyê ya têkbirinê tê wateya êrişa ji bo birêxistinkirin û serxistina komploya navneteweyî bû. Plana çalakiyê ya têkbirinê tê wê wateyê ku desthilatdariya AKP'ê li ser bingeha tifaqa AKP-MHP'ê nû bike, AKP'ê tevlî xeta MHP'ê bike û bi vî rengî êrişek nû ya qirkirinê bimeşîne. Armanc ji plana çalakiyê ya têkbirinê ew bû, ku bêyî pîvanên exlaq û hiqûqî, bi rêbazên zext û zilmê ya qirker û faşîst gelê Kurd bê qirkirin. Cudahiya plana têkbirinê ji pêvajoyên beriya wê ev bû. Eger mirov bala xwe bidin ser, wê bê dîtin ku di encama vê plana qirkirinê de ya piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an kete meriyetê, di 5 salên dawî de zext û zilma herî giran a dîroka bi hezaran salî li gelê Kurd hatiye kirin. Komkujiyên gerî giran lê hatiye kirin, heqaret, hîle, biçûkxistin, destdirêjî, destavêtin û gelek kiryarên mîna wan ên li dijî mirovahiyê lê hatiye kirin. Ev hemû rê û rêbazên plana çalakiyê yat têkbirinê bûn. Yek ji pêkanîna destpêkê ya vê planê, hewldana komkujiya Amedê ya 5'ê Hezîranê bû. Her wiha di dema lihevkirina AKP-MHP-DYE'yê de komkujiya Pirsûsê bû ku 20'ê Tîrmeha 2015'an hate kirin. Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê dewama van bû. Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gar a Enqereyê di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de hate kirin û ev yek bûyereke bi tena serê xwe nebû ku sala 2015'an qewimî. Beriya wê komkujiya Pirsûsê ya hovane hebû. Beriya wê jî hewldana komkujiyê ya li Amedê ya li dijî mîtînga HDP'ê hebû. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê hewl da van hemûyan bixe stuyê DAÎŞ'ê. Lê belê rastî ne welê bû, ya kujer û berpirsyar MÎT, desthilatdariya AKP'ê, dewleta Tirk bû. Ev hemû weke polîtîkayeke dewletê, weke projeya polîtîk û bingeha dewletê, pêkanîna plana çalakiyê ya têkbirinê bû. Pêkanîna hikumetê, ya MÎT'ê bû. Pêkanîna kontrgerîla bû. Di bin navê DAÎŞ'ê de ev kirin. Bi saya sîxurên xwe yên li nava DAÎŞ'ê kirin. Bi vî rengî hewl dan berpirsyariya komkujiyê ji ser xwe biavêjin. Ji bo komkujiya Gar a Enqereyê ev dikare bê gotin. Lê belê êrişa 9'ê Cotmeha 2019'an bi temamî di salvegera 21'ê ya komployê de hate kirin. Ev yek bi awayekî eşkere jî gotin.

Çawa ku hêzên komploger di 9'ê Cotmeha 1998'an de danîn ber xwe ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derxînin û bi rêbazên komploger îmha bikin, piştî 21 salan dewleta Tirk jî bi destûra hêzên sereke yên komploya navneteweyî di serî de DYE û Rûsya, li dijî Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrişa dagirkeriyê kir, komkujiyên hovane kir û li van herêman qirkirin pêk anî. Bi kuştin an jî sirgûnkirina civaka Kurd, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Belê ya ku dagir kir dewleta Tirk bû, lê belê yên ku destûr dan rêveberiyên DYE û Rûsya bûn. Yanî di asta êrişa komploya navneteweyî de êrişek kirin û bi rastî jî 9'ê Cotmehê bi zanebûn hatibû hilbijartin. Di salvegera komploya navneeweyî de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi piştgiriya hêzên modernîteya kapîtalîst global hewl da ji raya giştî ya Kurd re ragihîne ku li dijî Rojav û Başûr dest bi êrişên dagirkeriyê dike. Hewl da nîşan bide û bêje, 'hûn çi bikin jî ez piştgiriyê werdigirim, bi destê sîstema kapîtalîst a global min komplo bi rêxistin kir, niha jî bi desteka wan ez parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir dikim'.

Belê yê ku bi êrişa 9'ê Cotmeha 2019'an re Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir dewleta Tirk bû, lê belê ev dagirkerî bi navê DYE û Rûsyayê hate kirin. Bi destûra sîstema modernîteya kapîtalîst ev hate kirin. Bi navê sîstemê hate kirin. Zîhniyet û siyaseta ku dixwaze Kurdan qir bike, qirkirina Kurdan plan dike, sîstema global weke parçeyek ji vê yekê, kir ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Kirin ku sîstema xweseriya demokratîk a gelê Kurd bi gelên Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen, Ermen re ava kir li van bajaran hilweşîne û qirkeriya dewleta Tirk van herêman dagir bike. Ev yek parçeyek ji qirkirina Kurdan e ku sed sal in dewam dike. Li Kurdistana ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin parçeyên nû yên Kurdistanê yên dagirkirî zêde kirine. Lewma komploya 9'ê Cotmehê jî êrişeke welê ye ku ji bo serxistina vê qirkirinê hatiye kirin.

Eger bala xwe bidin ser wê bê dîtin ku encama heman siyaset û zîhniyetê ye, xwedî heman armancê ye. Armanc qirkirina Kurdan e, zîhniyeta tê pêkanîn zîhniyet û siyaseta dijminatiya li Kurdan e, faşîst, qirker, mêtinger e, senteza Tirk-Îslamê ye, Tûranî ye, nijadperest-şovenîst e. Ne rast e ku bi rengekî cuda bê fêhmkirin û pênasekirin. Pênasekirina herî rast a êrişên navborî û fêhmkirina wê tenê bi vî rengî dibe.

Ji bo komplo bi temamî bê têkbirin divê çi bê kirin? Di vir de girîngiya 'Pêngava Azadiyê' ya KCK'ê çi ye. Divê nêzîkatiyeke çawa bê nîşandan?

Ji bo komplo bi temamî bê têkbirin, bêguman gelek tişt dikare bê gotin, bê pêşniyarkirin. Lê belê ji aliyê giştî ve mirov dikarin li ser sê xusûsan bisekinin. Yek ji van ew e ku civaka Kurd bibe xwedî hişmendiyeke welatparêziyê ya kûr, têrker û rast, her beşên civakê li ser bingeha hişmendiyeke wiha bê perwerdekirin. Pêwîstiya destpêkê teqez hişmendiyeke wiha ye. Divê hişmendiya welatparêziyê biçûk neyê dîtin. Her kesê ku ji xwe re dibêje 'Ez Kurd im' divê weke welatparêz neyê dîtin. Ji xwe re dibêje 'Ez Kurd im' lê rastiya Kurdan û berjewendiyên Kurdistanê bi rengê herî namerdî difiroşe dijmin, mêtingeran û qirkeran. Em van jî dibînin. Lewma divê pîvanên rast ên welatparêziyê, pîvanên welatparêziya Apoyî esas bên dîtin. Divê her nêzîkatî nêzîkatiyeke welatparêz neyê dîtin. Ev nuqte pir pir girîng e. Di vê mijarê de li nava civaka Kurd çewtbûneke cidî çêdbûye. Îrade lawaz bûye. Dijmin hewl dide bi êrişên xwe ji aliyê îradeyê ve civakê lawaz bike, hêviya civakê bişikîne, lê ya herî girîng jî pîvanên welatparêziyê dixwaze têk bibe.

Bi axaftina bi çend gotinên Kurdî, bi gotina 'Ez Kurd im' jê heye ku dibe welatparêz û wezîfeyên welatparêziyê bi cih hatiye anîn. Ev teqez şaş e. Rewşeke gelekî paşdemayî ye. Rewşeke bi vî rengî daxwaza qirker û mêtingeran e. Rewşeke ku ji aliyê wan ve hatiye afirandin. Hişmendiya welatparêziyê bi vî rengî nabe. Pîvanên hişmendiya welatparêziyê ya rasteqîn divê bilind bin. Welatparêzên rasteqîn di nava her şert û mercî de ji bo rizgariya welat û civakê têdikoşe, bi her awayî wêrekî û fedakariyê dike, derfetên xwe hemûyan ji bo têkoşîna azadî û hebûna Kurdistanê seferber dike. Yên ku bi vî rengî têkoşîna azadiyê fêhm dikin, bi vî rengî dijîn, tevlî dibin û tevkariyê dikin ew welatparêz in.

Ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo rizgariya civaka Kurd tiştekî neke, fedakariyekê neke, karekî biçûk ji bo azadiyê neke, piştre jî rabe xwe weke welatparêzê Kurd, weke Kurdekî û mirovekî bi qîmet nîşan bide! Ev nabe. Rewş û nêzîkatiyeke bi vî rengî sexte ye, rast nîne. Divê ev yek teqez bê têkbirin û pîvanên welatparêziyê yên rast bên afirandin. Pêwîste hişmendiya welatparêziyê bi pîvanên rast bi mirovên Kurd hemûyan bê pejirandin. Divê li nava ciwan, zarok, extiyar, jin, mêr, karker, kedkar, karmend, li nava tevahiya civaka Kurd hişmendiyeke welatparêziyê ya têrker û rast bi bandor bê afirandin. Di vê mijarê de lawaziyên girîng, paşverûtî heye. Pîvanên welatparêziyê gelekî hatiye xistin, gelekî bi hêsanî hatiye nirxandin, gelekî parçebûyî ye. Welê lê hatiye ku teslîmiyet û xiyanet jî xwe weke welatparêziyê vedişêre. Nirxên Kurdan bi her awayî pêşkêşî bazarê dike, xiyanetê dike, ketiye nava teslîmiyetê, lê piştre bi du gotinan bi Kurdî diaxive, li cihekî bi gotina 'Ez Kurd im' xwe nîşan dide, mîna ku welatparêzê Kurd e hewl dide xwe bide qebûlkirin. Bi vî rengî nabe. Ev yek metirsiyeke mezin e. Mixabin rewşeke welê metirsîdar heye. Di hişmendiya welatparêziyê de lawazî heye, di pîvanan de kêmbûnek heye. Pîvanên rast ên welatparêziyê hatiye ji dest dayin. Di pîvanên welatparêziyê de tevlîheviyek çêbûye. Pêwîste ev yek bê dîtin û çareserkirin, pîvanên welatparêziyê ji bo rizgariya welat û civakê bê destnîşankirin, li ser vê bingehê tevlî têkoşînê bibin, hişmendiya welatparêziyê ya bi vî rengî bi her mirovên Kurd, ji heft heta heftê salî bi jin û mêran bidin pejirandin. Şertê destpêkê yê têkbirina komploya navneteweyî afirandina pîvaneke wiha ya rast a welatparêziyê ye.

Ya duyemîn jî divê yekîtiya demokratîk neteweyî ya Kurd bê afirandin. Parçetî jî zerareke mezin dide civaka Kurd. Dînamîzma Kurd lawaz dike. Derfetên Kurdan kêm dike. Xizmetê ji mêtinger-qirkeran re dike ku bêhtir bi bandor êriş bikin. Ev yek jî rastiyeke eşkere ye. Lewma yekîtiya neteweyî ya Kurd girîng e. Divê derfetên civaka Kurd bikin yek û bi vî rengî sewqî têkoşîna azadiyê bikin. Ji ber ku derfetên xwe yên gelekî zêde nîne. Ewqas dost û piştevanên xwe, yên ku derfetan dide nîne. Gelê Kurd her tiştî bi hêza xwe dimeşîne. Têkoşîna azadiyê divê teqez li ser bingeha hêza xwe bê meşandin. Ji bo di vê de bi ser bikeve jî divê hêza xwe hemûyî bike yek û ji bo karibe li dijî dijmin têbikoşe yekîtiya neteweyî pêk bîne. Ji yekîtiyeke wiha re tenê yekîtiya neteweyî nayê gotin. Neçar e ku demokratîk jî be. Ji bo bibe yekîtiyeke rasteqîn divê xwe bispêre pîvanên demokratîk. Divê rêveberiya demokratîk a Kurd bê afirandin. Pêwîste pîvanê demokrasiya Kurd û rêbazê wê yê rêveberiyê bên destnîşankirin.

Lewma pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd li ser bingeha demokratîk, dane û şertê duyemîn e ku komploya navneteweyî teqez têk bibe. Divê ev yek jî weke hişmendiya welatparêziyê bê pejirandin. Yanî şert e ku hêza heyî ya sînordar ji bo karibe li dijî hêzên mêtinger-qirker di têkoşîna hebûn û azadiyê de bi ser bikeve, li heman cihî bigihêje hev û ji xeteke hevpar ber bi têkoşînê ve bê herikandin. Ev yek jî tenê bi saya yekîtiya neteweyî-demokratîk dibe. Ji ber vê yekê ji bo serketina azadiyê û hebûna Kurdan, ji bo têkbirina siyaset û zîhniyeta mêtinger-qirker pêwîste yekîtiya neteweyî demokratîk a Kurdan bê afirandin û pêkanîn. Hêza xweser a Kurdan a serketî bi vî rengî dikare sewqî têkoşîneke bi bandor bê kirin û veguhere têkoşîneke ku serketinê diafirîne.

Piştî hişmendiya welatparêziya rast û têrker û afirandina yekîtiya neteweyî demokratîk a Kurd bêguman daneya sêyemîn a pêwîst jî têkoşerî ye. Ji bo serketina azadî û hebûnê divê li dijî siyaset û zîhniyeta mêtinger-qirker bi her rê û rêbazê bêrawestan, bênavber bi fedakariyeke mezin têkoşîn bê meşandin, berxwedan û şer bê kirin. Rêyeke din a vê yekê nîne. Nepêkane ku bêtêkoşîn, bêberxwedan, bêşer komploya navneteweyî bê têkbirin û têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan bê biserxistin. Kes nikare bêyî berxwedan, têkoşîn û bêyî şer siyaset û zîhniyeta qirker-mêtinger têk bibe.

Hin zimandirêjên bûrjûvaya biçûk ên bi xwe nizanin, hin reformîst, teslîmiyetkar û dilsozên mêtinger-qirkeriyê, dibe ku rêya xwe şaş bikin. Dibe ku bêjin ku bêyî têkoşînê, bi xwespartina li hin hêzên derve, bi tevgerên dîplomasiyê yên bi sînor, bi hevkarî û nokeriyê dikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin û gelê Kurd bibe xwedî mafên xwe yên neteweyî demokratîk. Nayê zanîn ku çiqasî ji vê gotin û nêzîkatiya xwe bawer dikin. Eger ji rastiya gotinên xwe bawer dikin, hingî bi rastî jî ehmeq in. Eger jê bawer nakin hingî durû ne. Zimandirêjiyê dikin. Êdî kîjan ji van be jî ev rewş şaş e.

Yanî li dijî faşîst-qirker-mêtinger ên ku xwe bi zilm, zext, teror, êşkence û komkujiyê pêçaye, li dijî yên ku bêpîvan, bêhiquq û bêexlaq êrişî civaka Kurd dikin, ji Rêbertî heta zarokan êrişî tevahiya civaka Kurd dikin, bêyî berxwedanê, bêyî têkoşîneke mezin, bêyî şerê gel ê şoreşgerî nepêkane ku serketin bê bidestxistin, nepêkane ku azadî bê bidestxistin. Divê mirov rasteqîn bin. Pêwîste mirov xwe nexapîne. Ev xusûs bi rastî jî girîng e. Lewma bi qasî pîvanên welatparêziyê yên rast û têrker, bi qasî yekîtiya neteweyî demokratîk, bêyî têkoşîneke bi rêbazên hostatî yên bi fedakariyeke mezin nepêkane ku komploya navneteweyî, zîhniyet û siyaseta faşîst-mêtinger-qirker bê têkbirin. Zîhniyet û siyaseteke wiha mêtinger-qirker tenê bi têkoşîna mezin, bi şerekî azadiyê, bi şerê berxwedanê, bi şerê gel ê şoreşgerî dikare bê biserxistin. Rastiya bingehîn a ku bi pratîka 45 salan a PKK'ê ispat bû ev yek e. Têkçûna meylên bûrjûvaya biçûk, noker, reformîst û teslîmiyetkar û serketina têkoşîna azadiyê ya PKK'ê vê rewşê ispat dike. Ev yek nîşan dide ku her tişt bi têkoşîneke mezin, bi berxwedaneke mezin dikare bê biserxistin.

Ji bo sîstema mêtinger-qirker û komploya navneteweyî teqez bê têkbirin, şertên bingehîn ên pêwîst ev in. Eger ev pêk werin wê hişmendiya azadiyê mezin bibe, rêxistinbûn bi pêş bikeve, têkoşîne mezin bibe û azadî û demokrasiya Kurdan biafire. Di heman astê de wê zîhniyet û siyaseta mêtinger-qirker jî lawaz bibe, sîstema mêtinger-qirker parçe bibe û têk biçe.

Li ser vê bingehê eger em xwe nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd bikin, siyaset û hişmendiya qirker-mêtinger a li ser Kurdistanê tê ferzkirin têk bibin û xwe nêzî serketina tevgera azadî û hebûnê ya gelê Kurd bikin, têkbirina komploya navneteweyî jî di nava şert û mercan de bibînin, hingî em ê wateya kûr a pêngava berxwedan û azadiyê ya KCK'ê rasttir û bi têrkerî bibînin. Ev jî rewşeke pir girîng e. Em bala xwe bidinê, pêngava KCK’ê ya ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ di serî de bang li hemû gelê Kurd, jin, ciwan, karker-kedkar, gelê me yê çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat, gelên Rojhilata Navîn û Tirkiye, hemû mirovahî, hemû hêzên azadî û demokrasiyê, hemû dostên gelê Kurd dike ku ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, şikandin û têkbirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, dawîkirina dagirkeriya li Rojava û Başûrê Kurdistanê, bi fîzîkî azadkirina Rêber Apo, azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn têkoşîneke hevpar a topyekûn bimeşînin.

Bi pêngaveke wiha dikare faşîzma AKP-MHP’ê ya lewaz û parçe bûye hilweşîne, bi vî awayî dikare pêşiya êrîşên dagirker bigire, sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bê hilweşandin. Ev yek jî ragihandina Kurdistana azad û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk e. Ev bang û rewşeke pir girîng e.

Planeke welê ya pêngaveke taktîkî amade kir ku serxistina pêngava Stratejîk a Şerê Gel ê Şoreşger datîne ber xwe û ji her kesî xwest ku tevlî vê berxwedana têkbirina faşîzmê, şikandina tecrîdê, bidawîkirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiyê bibe. Ev rewşeke gelekî girîng e. Dema ku mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin ku banga yekîtiya demokratîk a neteweyî. Pîvanên welatparêziyê yên rast û têrker ji xwe re dike esas. Ya herî girîng jî têkoşer e. Banga wê yekê ye ku ji bo têkoşînê wêrekî û fedakarî di asta herî bilind de bê nîşandan. Ev pir pir girîng e.

Ya li vir têk biçe wê ne tenê faşîzma AKP-MHP’ê be, di heman demê de wê komploya navneteweyî be, ku gelek caran hate têkbirin, lê ji bo serxistina wê, faşîzma AKP-MHP hatiye wezîfedarkirin. Têkçûneke wiha, wê bibe têkçûneke sed salî ya siyaset û hişmendiya qirker a li ser Kurdan. Wê bibe têkçûna siyaset û hişmendiya senteza Tirk-Îsamî ya nijadperest, Tûranî, şerxwaz û qirker a rêveberiya Îtihat û Teraqî. Pir vekiriye ku ev yek wê tenê bi kêrî Kurdan tenê neyê. Erê rast e, wê destpêkê ji bo Kurdan bikêr be, qala serketina azadiya gelê Kurd dikim. Li ser vê bingehê, di serî de pêşbîniyên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê dîtin, lê heman demê pêşbîniyên demokratîkbûna Tirkiyeyê jî heye. Wê sîstem û rêveberiyeke ku hemû beşên li Tirkiyeyê di nava yekîtiyeke demokratîk de bi xwişk û bira bijîn bê avakirin.

Pêngaveke wiha wê pêşiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke, wê pêşiya şoreşên Rojhilata Navîn a demokratîk veke û rêyên yekîtiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn li xwe digire. Azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, pirsa Kurd a mirovahiyê û qirkirin a ku bi biryarên weke deqa reş ên di sedsala 21’an de hatine girtin, wê sûcên mirovahiyê yên mezin ji holê rake. Rizgarkirina mirovan a ji sûcekî wiha, jiyaneke hê azad û demokratîk li xwe digire. Pêngaveke welê ye ku bandor li her kesê kir, xist nava xwe. Pêngaveke welê ye ku serketina wê xizmetê ji her kesî re dike. Pêngaveke welê ye ku ji derveyî siyaset û hişmendiya faşîst-qirker, mêtinger a hinek ên dixwazin qira Kurdan bînin, têkoşîneke welê ye ku di berjewendiyên her kesî de ye ku alîgirê jiyana azad, demokratîk û xwişk-bira yên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Di vî warî de pir girîng e.

Pêngava berxwedanê ya 'Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagikeriyê re; dem dema azadiyê ye’ pêngava hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye. Pêngava bi teqez hilweşandina Komploya Navneteweyî ye. Pêngava mijara gotinê, pêngaveke ku siyaset û hişmendiya qirker a sed salî ya li ser gelê Kurd têk dibe û diavêje ser sergoyê dîrokê. Pêngaveke berxwedan û azadiyê ye ku xizmetê ji her kesî re dike. Ji bo bidestxistina azadiya mezin bêguman pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Berxwedan û têkoşîneke mezin neyê kirin, ne mimkûne ku azadî bê bidestxistin.

Şêwaz û xeta têkoşîneke wiha jî diyar e. Ji ber ku pêngava mijara gotinê, esas têkbirina Komploya Navneteweyî ye. Pêngava hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye ku hewl dide Komploya Navneteweyî li ser lingan bigire. Şêwaz û xeta têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî jî zelal e. Me berî niha ev pênase kiribû. Me çi gotibû? Me gotibû; ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ şêwaz û xeta berxwedana fedayî diyar kiribû. Ev rastiya berxwedana azadî û topyekûn a hebûnê ye. Ev xet, xeta Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê ye. Ev xet, xeta Egîdan, Zîlanan, Mezlûman û Kemalan e. Ev xet xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye, xeta Berxwedana Zindanan a Mezin e. Şêwaz û xeta pêngava berxwedanê ya ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li dijî Komploya Navneteweyî şêwaz û xeta berxwedana fedayî ya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ e. Her kesên ku dixwazin tevlî pêngav bibin, neçare divê li gorî vî ruh, zanabûn, cesaret û fedekariyê tevlî bibin. Enceq tevlîbûna herkesî ya li ser vî esasî, dikare tecrîd û sîstema Îmraliyê bişkîne, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne, dawî li dagirkeriyê bîne. Enceq her kes bi vî ruh, zanabûn û şêwazî tevlî têkoşînê bibe, wê demê em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, wê demê Kurdistan azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk dibe. Mirovahî wê demê bigihêje jiyaneke azad û demokratîk.

Armanca niha bidestxistina van hemûyane. Di 22’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an de nirxandinên herî bingehîn ku em bikin, encama herî rast a em derbixin ev e. Wê demê di sala 23’an de li dijî Komploya Navneteweyî divê hedef, şêwaz û xeta têkoşînê bên diyarkirin. Xet û şêwaz, xeta berxwedana fedayî ya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ye. Xeta Gerîla ya 15’ê Tebaxê, xeta Berxwedana Zindanan a Mezin e.

Hedef têkbirina sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê ye, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye, pêşîgirtina li dagirkeriyê ye. Bi vê yekê wê bi teqez Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a di şexsê wê de şênber bûye, têk bibe û bavêje sergoyê.

Ji ber ku komplo îro bi sîstema tecrîd û êşkenceya Îmraliyê hebûna xwe diparêze. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide ku hebûna xwe biparêze. Dixwaze bi dagirkeriya li Rojava û Başûr xwe li ser lingan bigire. Rawestandina dagikeriyê, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, bidawîkirina sîstema tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê, tê wateya têkbirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya 22 salî û avêtina sergoya dîrokê ye. Ev jî tê wateya têkbirina siyaset û hişmendiya qirker a li ser Kurdan a sed salî. Bi vê re jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê Kurdistanê azad bike û Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike. Di sala 23’an de li dijî Komploya Navneteweyî em hemû Tevgerên Azadiya Kurdistanê, gelê Kurd, hemû dostên me, hêzên şoreşger-demokratîk, bi taybetî pêkhateyên HBDH’ê yên Hêzên Şoreşger-Demokratîk ên Tirkiyeyê hedefa me ev e; hedef û xeta têkoşîna me li ser vê bingehê diyar bûye; di pêngava berxwedan û azadiyê de ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û demokrasiyê re; dem dema azadiyê ye’ şênber bûye.

Wê demê di sala 23’an de li dijî komployê, dagirkerî, tecrîd û faşîzma AKP-MHP’ê bi çalakiyên afirîner ên her cûreyî bi topyekûn bê kirin, berxwedan bê kirin. Em ê dagikeriyê rawestînin, faşîzmê hilweşînin, tecrîdê têk bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, Kurdistanê azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin, jiyaneke hê azad û demokratîk ji bo mirovan biafirînin. Armanca me ev e. Erka me serxistina vê armancê ye. Em hemû tevger û gel ji bo serxistina vê bi biryar in. Em ê têkoşînek bi hêz bikin, mezin şer bikin, bi teqez em ê bi ser bikevin.