'Komplo êrişa rêxistinbûyî ya sîstemê ye -12

Dûran Kalkan diyar kir, komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir, êrişeke rêxistinbûyî ya sîstema modernîteya kapîtalîst a global bû ku ji bo tasfiyekirina PKK'ê, Rêbertî û hebûna azadiyê ya gelê Kurd hate kirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên me.

Em dikevine salvegera 22’yan a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê. Ev komplo çima û çawa kete rojevê, di hedefa wê de çi hebû?

Beriya her tiştî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku êrîşa herî paşverû ya dîrokê bû û hêzên ku ev komplo pêk anîne lanet dikim. Berxwedana mirovahiya azad a dîrokî ku ev 22 sal in li dijî êrîşa komploya navneteweyî û îfadeya wê ya berbiçav li dijî pergala êşkence û tecrîdê tê meşandin û mîmarê vê berxwedanê Rêber Apo bi hurmet slav dikim.

Şehîdên berxwedana fedayî ya 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin', ku li dijî komploya navneteweyî li dora Rêber Apo bûne xelekek ji êgir bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi wesîleya vê salvegerê em careke din sond dixwin ku armancên wan bi ser bixin û bîranînên wan bidin jiyîn.

Belê, sala 22’yan a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeya 1998’an temam dibe. Em dikevin sala 23’yan a komploya navneteweyî û têkoşîna dijî vê komployê. Ji ber vê her kes rastiya komploya navneteweyî û li ser rastiyên ku di sala 22’yan de derketine hole nirxandinan dike. Divê mirov hê bêhtir rast û bi rengekî bêkêmasî nîqaş bike. Bêguman her kes vê dike. Çawa ku hêzên komploger dikin, tevgera me û gelê me jî vê dike. Hemû hêzên şoreşger-demokratîk, çepgir-sosyalîst vê dikin. Her kes li gorî nerîna xwe û berjewendiyên xwe êrîşa komploya navneteweyî ya ku Rêber Apo kirî hedefa xwe û encamên vê berxwedaniya raserî mirov ku li dijî vê êrîşê tê kirin, maneya wê ya dîrokî hewl dide ku ji nû ve derxîne ser hiş û li gorî vê bibe xwedî helwestên nû.

Helbet divê herî pir em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd vê bikin. Divê PKK, KCK û HPG vê bike. Divê tevgerên jin û ciwanan vê bikin. Bi giştî her kesê ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dide, bi nirxandineke wiha giştî mirov çarçoweya têkoşîn, hedef û şêwazê ya dijî komployê di sala 23’yan de bike, plansaziya wê deyne û di sala 23’yan de têkoşîneke wiha ku bi temamî komploya navneteweyî têk bibe, geş bike.

Bi vê bingehê di salvgera komployeke wiha de pêvajoyeke nirxandin û nîqaşê dest pê kiriye. Em jî bi rengê tevlêbûna li van nîqaş û nirxandinan bi çarçoweya hin pirsan dixwazin li ser rastiya komploya navneteweyî, maneya têkoşîna dijî wê û li ser encamên ku derketina hole fikrên xwe bibêjin.

Bêguman ji bo ku mirov binirxîne bê ka ev komplo çima û çawa hatiye rojevê û hedefên wê çi ne, divê mirov bersiva wan pirsan bide bê ka komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ji hêla kê ve biryar li ser hatiye standin û hatiye pratîzekirin. Li ser vê mijarê divê şaşîtiye, şîlotiyek nebe.

Belê, yek ji wan hêzan ku di komployê de pir zêde hatî bikaranîn jî dewleta Tirk û hikûmetên rêveberiya wê ne. Lê divê mirov encameke wiha jî dernexîne, weke ku komploya navneteweyî ne tenê dewleta Tirk biryar li ser dabe, plansaziya wê kiribe, rêxistiniya wê kiribe û rê ve biribe. Rêber Apo îfade kir ku di komploya navneteweyî de rola dewleta Tirk ‘qerdiyanî’ ye. Bêguman ev pênasekirin vegotina herî rast a rastiyê bû.

Rola dewleta Tirk a di komployê de bi asta qerdiyanê bû. Ev 22 sal in vê peywira qerdiyaniyê dike an jî hêzên komploger pê didine kirin. Ev rastiyeke aşkere ye.

Ango têkoşîna li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, li dijî hêza wê ya rêxistinî PKK’ê û li dijî Rêbertiya wê Rêber Apo ne tenê ji hêla dewleta Tirk ve tê rêvebirin. Ji bilî wê û ji wê bêhtir hêzên din hene ku dijminên Rêber Apo û PKK’ê ne û êrîşê tînin. Van hêzan biryar li ser komploya navneteweyî dan û bi cih anîn.

Baş e, ev hêz kî ne? Di plansaziya giştî de em dikarin bibêjin hêzên ku pirsa Kurd derxistine holê. Baş e, kê pirsa Kurd derxiste holê? Bêguman pergala modernîteya kapîtalîst ku dixwaze bibe hêzeke global-hegemonîk û hêzên vê yên pêşeng pirsa Kurd derxistin hole.

Pergala sermiyana global bi Şerê Cîhanê yê 1’ê re bû hêzeke global-hegemonîk. Di navenda vê de jî, bidestxistina Rojhilata Navîn, têkoşîna parvekirina kanên enerjiyê û rêyên wê yên navbeyna hêzên sermiyanê hebû. Pergala siyasî ku îro li Rojhilata Navîn hê jî bi fermî tê qebûlkirin, statûkotiya netewdewletiyê ya berdest bi encama şerekî wiha derkete holê. Vî şerî Erebîstan kire 22 parçe. Kanên petrol bi destê çend Emîrên Ereb ên hevkar ve berdan. Dîsa piştî vî şerî Kurdistan kirin çar parçe û hewl hate dayin ku tine bihesibînin.

Ango di nav Şerê Cîhanê yê 1’ê de jenosîta li ser Ermenan, piştî şer ya ku li ser Asûr-Sûryanan, Rûman hatî bicihanîn, li dijî gelê Kurd jî bi rengekî hê bêhtir rêxistinî û biplane, li pêvajoyê hate berbelavkirin, biryar li ser hate dayin û bicihanîn. Ango pirsa ku em jê re pirsa Kurd dibêjin wiha derkete holê.

Baş e, pirsa Kurd çiye? Parçebûn û dabeşkirina Kurdistanê ye, bi dest serwerên biyanî ve berdana Kurdistanê ye, daxwaze tinehesibandin û tinekirina Kurdistanê ye. Qirkirineke ku bi her rêbazî tê pratîzekirin. Pirsa Kurd pirseke wiha ye û yên ku ev pirs derxistine holê hêzên pêşeng, rêveber ên sermiyana global-hegemonîk in. Bi esasî bi şerê Elman-Ingilîz pergaleke wiha derkete holê. Piştre di Şerê Cîhanê yê Duyan de rewşeke wiha ya bi pevketinî dom kir. Bi vî hewl hate dayin ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ev pergal Ii ser piyan were hiştin.

Bêhtir jî hêza sermiyanê Sermiyana Yahûdî pêk tine. Pêşengiya siyasî siyaseta Ingilîz dike. Hêza wê ya pratîk, rêxistinî, leşkerî, lê dide û rê ve dibe ji Şerê Cîhanê yê 2’yan û vir ve DYE ye. Pergala ku pirsa Kurda derxistî hole û yênk u ev pergal danîne hole bi esasî ev in. Ji ber vê komploya navneteweyî êrîşa astengkirina çareseriya pirsa Kurdan, domandina hebûna pirsê ye. Êrîşa rêveberina qirkirina Kurd e ku, naveroka wê pirsê ye ku jê re pirsa Kurd tê gotin. Komploya navneteweyî weke neynûk-goşt, êrîşa li ser pirsa Kurd, qirkirina gelê Kurd e. Ji ber vê, hêzên ku biryar li ser komployeke wiha dane û rêxistiniya wê kirin, rê ve birin ew hêz in ku pirsa Kurd derxistine holê û dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin. Kî ne ev? Bi giştî pergala modernîteya kapîtalîst a global e, mirov dikare jê re pergal sermiyanê jî bibêje. Ew hêz in ku ji hêla siyasî-rêxistinî ve pêşengiya vê pergalê dikin.

Bi rengekî bêhtir berbiçav em dikarin wiha bibêjin: Komploya navneteweyî yan jî pergala sermiyana global salên 1990’î tifaqa Israîl-Ingiltere- DYE’yê ya rêveber biryar li ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dane, plansaziya wê kirine û bi cih anîne. Li ser navê vê tifaqê ya ku rasterast biryar li ser vê komployê dayî, plansaziya wê kirî û bi cih anî Seroktiya DYE’yê ye. Serokê wê demê yê DYE’yê Bîll Clînton e. Jixwe alîkarên Clînton bi rengekî aşkere bi rêya çapemeniyê ev bi raya giştî re par ve kirine. Ev ne rewşeke ji dizî ve, xefkirî ye.

Ji ber vê komploya ku ev 22 sal in sazkar e, îfadeya wê ya berbiçav pergala tecrîd û êşkenceyê ya Imraliyê pergaleke wiha ye ku pergala modernîteya kapîtalîst afirandiye û rê ve dibe. Li ser navê pergalê bi asta pêşî ya ku ji vê berpirs e Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê ye. Ji ber ku komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ji hêla Seroktiya DYE’yê ve biryar li ser hatiye dayin, ji hêla Wezareta Karê Derve û îstîxbarata wê ve hatiye pratîzekirin. Ji komployê yê berpirs DYE e. Beriya bi 22 salan berpirs bû û niha jî berpirs e.

Ji ber vê, her çendî niha xwe weke dostê Kurdan nîşan bide jî li ser eniya wê hê jî deqa komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeyha 1998’an heye. Bi êrîşa komploger a li ser Rêbertiya Azad a Kurd nîşan daye ku hêza sereke ye ku qira Kurdan tîne. Her wiha li ser vê bingehê di serî de dewleta Tirk, desteka herî mezin daye hêzên ku li ser Kurdistanê serweriyê dikin. A rast ev 22 sal in komployê bi rengên cihê didomîne û destekê hevşib dibe dewleta Tirk û hêzên din ên qirker.

Di encama van hemûyan de mirov dikare wiha bibêje. Naxwe komploya navneteweyî çiye û armanca xwe çi ye? Komploya navneteweyî êrîşa îmha û tasfiyekirinê ya pergala sermiyana global ango pergala qirkirina Kurdan e, ku berê xwe daye Rêbertiya Azadiya Kurd ku dixwaze pirsa Kurd çareser bike. Komploya navneteweyî dibe ew êrîşa bi mebesta astengkirina çareserkirina pirsa Kurd û domdarkirina vê be. Naxwe, êrîşeke wiha ye ku daye ber xwe ku wan hêzên ku dixwazin pirsa Kurd çareser bikin îmha û tasfiye bike.

Baş e, kîjan hêz dixwazin pirsa Kurd çareser bikin? Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, PKK û gelê Kurd e. Rêber Abdullah Ocalan e ku Rêbertiya wê dike. Ji ber vê jî komploya navneteweyî dibe êrîşa astengkirina çareserkirina meseleya Kurd, tinekirina hêza ku dixwaze wê çareser bike, dibe êrîşa domdarkirina pirsa Kurd. Ji ber vê jî êrîşeke wiha ku armanc dike Tevgera Azadiya Kurdistanê, PKK’ê ku dixwaze pirsa Kurd çareser bike, îmha bike û tasfiye bike. Ji bo îmha û tasfiyekirina PKK’ê jî, rasterast îmha û tafiyekirina Rêber Apo dane ber xwe.

Stratejiya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê wiha ye: li ser îmhakirina Rêber Apo tasfiyekirina PKK’ê, li ser tasfiyekirina PKK’ê biserxistina qirkirina Kurdan.

Ya ku qirbûna Kurdan asteng dike, li dijî vê azadiya Kurd geş dike tevgera PKK’ê ye. Ji ber vê, bêyî ku PKK were tinekirin, astengkirina azadiya Kurdan, domdandina qirkirina Kurdan û bi ser xistina vê pêkan xuya nake. Ji bo ku ev were kirin îmha û tasfiyekirina PKK’ê şert e. Ji bo îmha û tasfiyekirina PKK’ê jî hêzên komploger ên navneteweyî êrîşa li ser rêbertiya wê, îmhakirina rêbertiya wê, weke rêya herî hêsan û serketinê bîne, dîtine. Ji ber ku di salên 90’î de bi êrîşên li ser PKK’ê, gerîlayên wê bi ser neketine ku PKK’ê tasfiye bikin, gerîlayan têk bibin. Ango bi êrîşa li ser PKK’ê û gerîlayên wê bi ser neketine ku PKK’ê tasfiye bikin, gerîlayên wê têk bibin. Bi komploya 9’ê Cotmeha 1998’an stratejiya êrîşê guherandin. Êrîşa li ser Rêber Apo dane pêşiya êrîşa li ser PKK’ê û gerîla. Bawerî pê anîne ku bi îmhakirina Rêber Apo PKK’ê tasfiye bikin. Bi vî rengî komploya navneteweyî dibe êrîşa herî hov, dirinde ya pergala sermiyana global a li ser Rêber Apo.

Piştî ku êrîşên 1980’yî û salên 1990’yî yên bi asta NATO’yê yên li ser PKK’ê û gerîlayên wê encama bi xwe re neanî, bi ser neketiye êrîşa 9’ê Cotmeha 1998’an a bi rengê komploya navneteweyî ku Rêber Apo kirî hedefa xwe pêk hatiye. Bi hêsan û bi qutebirî tasfiyekirina PKK’ê di îmhakirina Rêber Apo de hatiye dîtin û weke êrîşeke ku Rêber Apo kirî hedefa xwe pêk hatiye.

Pergala modernîteya kapîtalîst çima ber bi dawiya salên 1990’î ve ev çend hewceyî pê dîtiye ku Tevgera Azadiya Kurd îmha û tasfiye bike? Ji ber ku heta ku tevgereke wiha hebe li Rojhilata Navîn nikarin destwerdanên nû bikin. Tevgera Azadiya Kurd ku ji aliyekî ve bi têkoşînê Kurdistanê azad dike, ji aliyê din ve jî weke encameke vê ya sirûştî di serî de Tirkiye-Iraqê, hemû Rojhilata Navîn demokratîk dike. Pergala sermiyana global herî pir demokratîkbûna Rojhilata Navîn û yekîtiya wê ya demokratîk ditirse û li dij derdikeve. Weke ku ji webayê ditrise ew çend ji yekîtiyeke wiha ya demokratîk ditirse.

Ji ber vê jî ji bo astengkirina demokratîkirina Rojhilata Navîn beriya her tiştî azadkirina Kurdistanê tim hewce bûye. Ji bo astengkirna azadiya Kurdistanê jî tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo vê jî îmhaya Rêbertiya wê dane ber xwe. Bawerî pê anîne ku encex encameke wiha bi dest bixin dikarin demokratîkbûna Rojhilata Navîn asteng bikin, dikarin destwerdanê li Rojhilata Navîn bikin, Rojhilata Navîn li ser berjewendiya sermiyana global zêdetir kedxwariya wê bikin û ji bo zêdetir kar bikin dikarin wê bikin bin nîrê serweriya nû, bikin ber guherîn-veguherîna lêhatî.

Bi rengekî bêhtir berbiçav bi sazkirina pergala qirkirinê ya li ser Kurdistanê, xwestine ku bikin navendeke paşverûtiyê, derfetên ku destwerdanên nû yên global li ser Iraq, Sûriyê û hemû qada Ereb, li Rojhilata Navîn bikin. Mînak di rewşa hebûna PKK’ê û Rêbertiya wê de nekariya ku destwerdaneke hilweşên li Iraqê, Rêveberiya Sedam Hisên bikin. Tirsiyane ku destwerdanê li qadên din ên Rojhilata Navîn bikin. Ji ber ku tirsiyane ku destwerdane bikin û rewşeke nakokî derkeve holê Tevgera Azadiya Kurdistanê wê jê sûd werbigire, ji ber vê jî wê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk were avakirin. Bi vê tires ji bo ku li gorî berjewendiya sermiyana global ji nû ve destwerdanê li Rojhilata Navîn bikin hewceyî pê tine ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, Rêbertiya wê îmha û tasfiye bikin, hewceyî pê dîtine ku li ser Kurdistanê pergala qirkirinê ya sed salî bidomînin. Wiha nirxandineke ku encex li ser hebûneke wiha ya Kurdistanê ew dikarin destwerdanên nû li Rojhilata Navîn bikin. Wiha hatiye nirxandin, di rewşeke wiha de ku Kurdistan ber bi azadiyê ve dimeşe, her ku statûkoya netew-dewletê ya ku Şerê Cîhanê yê 1’ê derxistî holê dişkîne, bandora vê ya li ser Rojhilata Navîn weke geşbûna Şoreşerên Demokratîk, weke biteşe bûna Yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk e, di rewşeke wiha ya herêmê de jî ew derfet û delîveyên wan wê nebin ku destwerdanên nû û paşverû li Rojhilata Navîn bikin. Ji bo ku van hemû tiştan bikin li ser bingehê yasaya zêdetir kar a sermiyana global, da ku Rojhilata Navîn ji kûr ve û berfireh bimijin, destwerdanên nû lê bikin, beriya her tiştî hewceyî bi tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û Rêbertiya wê dîtine, komploya 9’ê Cotmeha 1998’an jî weke êrîşeke îmha û tasfiyekirinê dane ber xwe û bi cih anîne.

Di 22 salan de li hemberî komployê têkoşîneke çawa hate dayin, di warê bisînorkirina komployê de girîngiya wê çi ye?

Bêguman DYE 22 sal in li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan êrîşeke bi plan û rêxistinkirî dimeşîne. Êdî her kes vê rastiyê dizane. Rêveberiya DYE bi awayê cihê veşêre jî, bixwaze ji rojevê dûr bixe jî, êdî her tişt li ber çavan e. Êdî ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku DYE dijminê hebûna Kurdên azad e û ji bo Kurdbûna azad tune bike, êrîşeke bi plan û rêxistinkirî didomîne.

Bêguman vê êrîşa DYE’yê ne êrîşeke ji rêzê ye. Êrîşa dewleta herî mezin a dinyayê ye. Ji aliyê din ve ne bi tenê êrîşa dewletekê, yanî ne bi tenê êrîşa DYE’yê ye. DYE îro wekî pêşengê pergala modernîteya kapîtalîst a global e. Ji ber vê jî êrîşa pêşengê wê, tê wateya êrîşa hemû pergalê. Êrîşa DYE ya li dijî azadiya Kurdan tê wateya êrîşa pergala modernîteya kapîtalîst a global.

Bi kurtasî 22 sal in pergala modernîteya kapîtalîst û global a pêşengiya DYE 22 sal in li ser esasê înkar û tasfiyeyê bi êrîşên plankirî û rêxistinkirî êrîşî hebûna Kurdên azad û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dike. Tevgera Azadiyê û gelê Kurd jî li hemberî êrîşên global ên bi vî rengî bi qehremanî û mêrxasî li ber xwe dide. Wate, girîngî, kûrahî û mezinahiya berxwedana li hemberî komploya navneteweyî bi hovîtî û barbariya êrîşa komployî tê diyarkirin. Li holê ye ku berxwedana li hemberî êrîşa di asta global de xwedî wate û kûrahiyekê ye. Ji ber ku êrîş global e, yek ji encama berxwedana li hemberî êrîşan jî di asta global de ye.

Berxwedana li hemberî komployê çi qasî xwe dispêre hêza xweser a gelê Kurd û Kurdistanê, bi demê re êdî bûye têkoşîna hemû gel, jin, ciwan, kedkar û karkeran. Berxwedana li hemberî komploya navneteweyî wekî Berxwedana Azadiyê ya Kurdistanê şênber bûbe, têkoşîna şoreşgerî ya demokratîk a gelên herêmê, wekî têkoşîna azadiyê ya li dijî faşîzmê teşe digire.

Beriya wê divê mirov çarçoveya global a komploya navneteweyî, bandor, wate û girîngiya berxwedana herêmî û global a li hemberî wê, wisa diyar bike. Ji ber ku ji bo were fêmkirin têkoşîneke çawa dimeşe û berxwedana li hemberî komployê berxwedaneke çawa ye, divê were fêmkirin ku ev êrîşkariyeke çawa ye jî. Ya duyemî jî divê were fêmkirin ku encama berxwedanê di kîjan astê de bandorên çawa derdixe.

Mirov bala xwe bidiyê êrîşa komployî di asteke global de ye, armanca wê îmha û tasfiye ye, ji ber wê jî hov e, êrîşeke qirkirinê ye, wekî sûcekî mirovahiyê ye. Li ser vî esasî bi metodên hov û barbarî tê meşandin. Heke êrîş wisa be, nexwe diyar e berxwednaa li hemberî wê jî berxwedaneke wisa ye ku cesaret û fedakarî jê re hewce ye. Encamên berxwedanê bi tenê bi Kurdistanê sînordar nemaye, hemû Rojhilata Navîn û mirovayetiyê dixe nav xwe, nexwe ev berxwedan ne berxwedaneke ji rêzê ye û bi nêzikatiyên teng nayê birêvebirin. Jê re bîreke dîrokê, feraseta azadiyê, îradeyeke xurt a li ser vî bingehî, îddîa, berpirsyarî, afirandin û bi kurtasî helwest û berxwedaneke li ser xeta fedaî hewce dike.

Tê zanîn ku têkoşîna li dijî komployê jî, di çarçoveya van taybetiyan de bi pêş ketiye. Rêber Apo bi xwe têkoşîneke wisa didomîne. Bîr, tarza têkoşînê, afirandin û sebra Rêber Apo êrîşeke îmhakirinê ya wisa di wextê de analîz kiriye, gav bi gav pûç kiriye. Dema mirov têkoşîna li dijî komploya navneteweyî dinirxîne, beriya her tiştî divê mirov helwesta Rêber Apo, tarza wî ya têkoşînê, ûslûb, tempo, fêmkirina komploya navneteweyî û geşkirina rê û metodên têkoşîna li hemberî wê binirxîne, fêm bike û bi awayekî rast û têr serwext bibe. Ji ber ku komploya navneteweyî yekser Rêber Apo dike hedef. Ji ber vê jî têkoşîna li hemberî komploya navneteweyî, têkoşîna Rêber Apo ye. Bi her awayî dibe têkoşîneke ku Rêber Apo ava kiriye û bi rê ve biriye. Divê her kes vê rastiyê bizanibe. Ji ber vê jî li hemberî li hemberî komploya navneteweyî girîng e ku helwest, bîr û tarza Rêber Apo were fêmkirin.

Di vê pêvajoya ku em tê de ne, li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst a global, her cure xet û tarza têkoşîna demokratîk û azadîxwaz derdixe holê. Tarza têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst û global, tarza têkoşîna Rêber Apo ya li hemberî komploya navneteweyî ye. Kesên dikarin tarza têkoşîna Rêber Apo ya li dijî komployê baş fêm kirine û xistine meriyetê, dikarin li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst a global, têkoşîna azadî û demokrasiyê bi rê ve bibin. Ji xeynî wê jî fêmkirina pergala modernîteya kapîtalîst , geşkirin û xurtkirina xet û tarza têkoşîna demokrasiyê ne mumkun e. Ev jî tê wateya ku divê bîr, fikr, helwest, tarza Rêber Apo baş were fêmkirin û serwextkirin. Ji bo hemû hêzên şoreşger, demokratîk û sosyalîst jî pêdivî bi helwesteke wisa heye. Rêber Apo di parêznameyan de bi awayekî berfireh qala van rastiyan kiriye.

Hemû kesên dixwazin ‘em wî fêm bikin’ dikarin parêznameyan ji nû ve bixwînin û li ser wê bisekinin. Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst a global dikarin li ser xet û tarza rast a têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Rêber Apo fêm bikin û têxin meriyetê. Jê pê ve jî ne mumkun e.

Şênberiya pratîk a têkoşîna Rêbertî çawa pêk hatiye? Di vir de beriya her tiştî bêguman tişta divê qala wê were kirin, berxwedana fedaî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ e. Dema komploya 9’ê Cotmeha 1998’an hate destpêkirin, milîtaniya fedaî ya PKK’ê, welatparêziya Kurdistanê ya ku Rêber Apo geş kiriye, hay ji xetereya li ser Rêber Apo çêbûye û li hemberî wê bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, zindan, çiya û bajaran li ser xeta fedaî berxwedanek geş kiriye.

Di vir de divê xet û tarza têkoşînê ya Rêber Apo were fêmkirin û pê re jî divê xet, tarza û berxwedana fedaî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ fêm bike. Li hemberî komploya navneteweyî xet û tarza têkoşînê xet û tarza ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ e. Ev xet xeta berxwedanê ya zindanê ye. Ev xet xeta Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ye. Ev xeta Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê ye. Ev xet, xeta berxwedana Egîd û Zîlan e.

Li hemberî komploya navneteweyî ya ku 22 sal in bi pêşengiya DYE tê kirin, xeta berxwedanê ya Tevgera Azadiyê û ya gelê Kurd, ev xet e. Ango ev dibe xeta berxwedana fedaî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ e. Esas û kurteya vî tiştî ev e. Aliyên din hêz û piştgiriyê didin vî tiştî.

Li ser xeta berxwedana fedaî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi dehan milîtanên şoreşger şehîd bûne. Bi sedan gerîlayên qehreman li dijî artêşa Tirk a faşîst şehîd bûne. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi dehan welatparêz û şoreşgeran çalakiyên protestoyê li dar xistine, êrîşî komplogeran kirine, bedena xwe dane ber agir û şehîd bûne.

Li hemberî komploya navneteweyî berxwedana 22 sal in li ser şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ didome, berxwedana fedaî ye. Berxwedaneke li ser xeta şehadetê ye. Berxwedaneke qehremaniyê ye. Di nav 22 salan de bi deh hezaran şehîdên berxwedanê çêbûn. Bi hezaran birîndar, bi deh hezaran kes hatine girtin û dîlgirtin. Bi pêşengiya partiya me, hêzên me yên gerîla yên qehreman, tevgerên me yên jin û ciwanan, li her çar parçeyên Kurdistanê, gelê me yê li Kurdistan û derveyî welat li ser xeta fedaî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li ber xwe dane û derb li rastiya komploya navneteweyî dane, li dora Rêber Apo xeleqên ji agir çêkirine. Di têkoşîna 22 salan de komplo, pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê kun kirine. Derb lê dane, maskeya wê xistine xwarê, plana wê xera kirine û nekarîne pêşiya wê bigirin. Di encama têkoşîna 22 salan de, komploya navneteweyî parçe parçe bûye, kun bûye, yekîtiya wê hatiye şikandin, birînên mezin stendiye, serkeftina ku di rojekê de kiriye armanc, 22 sal in nekariye pêk bîne û têk çûye.

Bêguman pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê hê jî diome. DYE û hêzên komploger ên navneteweyî ji bo înkar û îmhaya PKK’ê planên êrîşeke nû dikin. Komploya navneteweyî dixwaze xwe bidomîne lê li gorî 22 salên borî gelekî qels bûye û bi ser neketiye. Yekser têk neçûye û neçûye ser sergoya dîrokê lê wê tişta ku difikirî wê di rojekê de bi ser bikeve, 22 sal in nekariye bi ser bikeve. Bi giştî nehatibe tunekirin jî gelekî eşkere ye ku hatiye parçekirin û bi ser neketiye.

Di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de rola komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê çi ye?

Şerê Cîhanê yê 3’emîn di salên 1990-1991’an de bi krîz û şerê kendavê dest pê kir û bûye şerekî global ê nû. Bi hilweşandina Yekîtiya Sowyeyê re ev tişt hatiye rojevê. Bi krîz û şerê kendavê re, DYE ya ku pêşengiya sermayeya global dike, li Rojhilata Navîn mudaxeleyeke xurt a polîtîk û leşkerî kiriye. Dora rêveberiya Seddam Huseyîn girt û Iraq xist bin kontrola xwe, bi vî awayî ji navendê Rojhilata Navîn xistiye bin kontrola xwe û ketiye nav pêvajoyeke ku li ser esasê Şoreşa Cotmehê geşedanên şoreşger û demokratîk tasfiye bike. Aliyê vî tiştî yê Filîstinê nêzikbûan Pêvajoya Aştiyê ya Osloyê ye û aliyê wê yê sînorkirina şoreşa Kurdistanê jî biryara ku divê PKK nekeve Başûrê Kurdistanê ye. Krîz û şerê kendavê bi van gavan re xwest li Rojhilata Navîn kontrolekê pêk bîne. Li qadên din ên dinyayê jî li Balkan, Kafkas, Asya, Afrîka û Emerîkaya Latîn jî li dijî geşedanên şoreşger û demokratîk êrîşan dike. Em dikarin vî tiştî wekî gava pêşîn a Şerê Cîhanê yê 3’emîn diyar bikin.

Tê zanîn ku di salên 1990’î de DYE li qadên cihê yên dinyayê mudaxeleyên ekonomîk, siyasî û leşkerî kiriye û xwestiye bandora xwe zêde bike. Li ser esasê êrîşeke global piştî ku hinek encam bi dest xist, di dawiya salên 1990’î de, armanca xwe ya mudaxeleya li ser Rojhilata Navîn, li ser bingeha stratejiya pergala nû ya dinyayê aniye rojevê. Kesên ji rêveberiya Seddam Huseyin tasfiye kirin û xwestin Iraqê bi dest bixin. Di pêvajoyeke wisa de ji bo mudaxeleyeke nû li dijî Iraqê bike, rêveberiya Seddam Huseyîn ji binî ve, hilweşîne, xwest PKK’ê îmha û tasfiye bike, tevgera azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê jî tasfiye bike.

Li Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya ku Rojhilata Navîn bi awayekî xurt didomiya, pêşengtiya DYE mudaxeleya li dijî Iraq an jî qadeke din ji bo xwe xetere didît. Ji bo vê jî îmha û tasfiyeya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji xwe re wekî gaveke pêşîn dîtiye. Bi komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de vê komploya navneteweyî plan kiriye û xistiye meriyetê.

Bi kurtasî li ser Rojhilata Navîn mudaxele û êrîşeke sermayeya global a li dijî Rojhilata Navîn heye. Di navber pergala sermayeya global û statukoparêziya netewe-dewletê şerek heye. Di vir de pergala sermayeya global êrîş kiriye. Bi krîz û şerê Kendavê ya di sala 1990-1991’an de kiriye. Qonaxa dawîn a Şerê Cîhanê yê 3’emîn jî îmhakirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo ye. Bi komploya navneteweyî re xwestin vî tiştî bikin. Qonaxa pêşîn krîza kendavê û şerê wê be, qonaxa duyemîn jî bi komploya navneteweyî re dest pê kiriye.

Pergala sermayeya global ji bo ku mudaxeleyeke kûr li Rojhilata Navîn bike, berê xwestiye Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, Rêbertiya wê îmha û tasfiye bike û li gorî xwe vê astengiyê ji ber xwe rake. Bi komploya navneteweyî re Rêber Apo nehate îmhakirin lê li ser esasê komploya 15’ê Sibatê re piştî ku pergala êşkence û tecrîdê ya 15’ê Sibatê hate destpêkirin, DYE şerên Efganistan û Iraqê aniye rojevê, bi hilweşandina rêveberiyên Talîban û Sedam Huseyîn li Esyaya Başûr û Rojhilata Navîn gaveke xurt a siyasî û leşkerî avêtiye.

Wê bidome….