Jinên Wargeha Mexmûr: Armanc tinekirina Kurdan e

Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bal kişandin ser êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr, Qadên Parastina Medyayê û diyar kirin armanca sereke ya êrîşên Tirk ne tenê PKK lê tinekirina Kurdan e.

Jinên Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Mexmûr, Şengal, Qadên Parastinên yên Medyayê şermezar kirin û got ,’’Em vê baş dizanin ku dewleta faşîst a Tirk û hemu dagirkerên Kurdistanê ne tenê dixwazin li hemberî PKK’ê şer bikin,  armanca wan ya sereke ne tenê PKK û hêzên gêrîla ne, armanca van hêzên dagirker ya bingehin tinekirin û ji hole rakirina gelê Kurd e.’’

Jinên Wargeha Mexmûrê bal kişandin ser terora Tirka li ser wargehê û diyar kirin, ‘’Me gelê wergehê gelek şahidiya vê zilma dewleta Tirka faşîst kiriye. Ji ber kiryarên dij mirovane yên li ser gelê Kurd ev qasî 27 sal in em li ser axa xwe penaberiyê dijîn û heya niha jî em her roj ji ber zilma vê dewletê tên qetilkirin. ‘’

AMARGOYA LI SER WARGEHÊ

Derheqê ambargoya li ser Wargehê jî ku ev nêzîkî salekê ye didome, hate gotin,’’Ev qasî 10 mehan e ambargoyek girankirî li ser me gelê wargehê tê meşandin. Di pêvajoya vê ambargoyê de wek jin em rû bi rû yê gelek zorî û zehmetiyan hatin. Çend jinên du canî zarokên xwe ji destdan, bi sedan mirovên me yên nexweş niha di astek herî dijwar de dijîn. Bi hezaran kesên me ji karên xwe hatin derxistin û bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man. Her wiha hem bi nexweşiya korona re hem jî her roj bi êrîşên çeteyên DAİŞ’ê re rû bi rû dimînin. Lê belê ya jivana hemû yan jî girantir jî balafirên dewleta Tirka dagirkera faşîst bi sedan km dûr hatin em bi çendîn car bombabaran kirine. Disa yên ku hatîn qetilkirin jin bûn. ‘’

‘ARMANCA BERFIREHKIRINA SÎNORÊN TIRKIYÊ YE’

Jinên Wargeha Mexmûrê li ser plansaziya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê got, ‘’Niha em dibînin dewleta Tirk a dagirkera faşît dixwaze hemû xaka Başurê Kurdistanê ya ku bi xwîna sedhezaran şehit hatî rizgarkirin dagir bike. Bi baregehên xwe li Başurê Kurdistanê dana zêdekirin, êrîşî gund û çiyayên Başurê Kurdistanê kirinê re dewleta Tirka dagirker  dixwaze hêzên Kurdî ber bi  şerek navxweyî ve bibe û di vê fersendê de bi awayek temamî Başurê Kurdistanê dagir bike. Em hemû  bi awayek eşkere ji  vê niyeta deweta Tirk baş dizanin ku armaç berfireh kirina sinorên Tirkiyê ye. ‘’

BANGA YEKÎTIYÊ LI HÊZÊN KURD

Jinên Wargeha Mexmûrê banga yekîtiyê li hêzên Kurd kirin û gotin, ‘’Ji ber vê yekê em wek jinên wargeha şehît Rustem Cudî (Mexmuê) ji hemû gelê Kurd û hêzên siyasî yên ku xwediyê hêza siyasî û civakî ne daxwaz dikin ku carek din welatê me Kurdistan nebe cihê dagirkeriyek hezar salan.  Ji ber ku ev sed sal in ji bo em tune nebin li hem ber dagirkeriyê em tekoşîn didin û me bi  milyonan bedel dane. Hêvî û daxwaza me jinan ji hemu hêzên siyasî û gelê Kurd ew e, civaka Kurd ya ku ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bedel dayîn,  bi yekgirtina gelê Kurd em rê li hember dagirkeriyê bigirin û gelê Kurd bikin xwedî nasnameyek azad. ‘’