Ji DBP û DEM Partiyê bernameya pîrozkirina cejnê

DBP û DEM Partiyê li gelek bajaran cejn pîroz kirin.

PÎROZKIRINA CEJNÊ YA DEM PARTIYÊ

Cejna Remezanê di roja 2’yemîn de didome. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran bernameyên pîrozbahiya cejnê li dar xistin.

AMED 
 
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Amedê li avahiya DEM Partiyê ya Bajar bernameya pîrozbahiyê li dar xistin. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajar, parlamenterê bajar Serhat Eren, hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyên Sûr, Erxênî, Bajarê Nû, Rezan, Peyas û Dêrsimê û bi sedan welatî tev li bûn. 
 
Di heman demê de kesên ji Rojhilat û Ewropayê û nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li pîrozbahiya cejnê bûn. Di pîrozbahiyê de şekirok hatin dayîn, gulav li destê welatiyan hate kirin û bi gel re sihbet hatin kirin. 
 
Hevseroka DBP’a Bajar Sûltan Yaray axaftineke kin kir û peyama yekitiyê da. 
 
RIHA
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê jî bi boneya cejnê li avahiya xwe bi gel re hate gel hev. Parlamenter Omer Ocalan û hevserok û rêveberên partiyê jî di pîrozbahiyê de amade bûn. Gelek welatî jî ji bo pîrozbahiyê hatin serdana partiyê. Endam û rêveberên Rêxistina DBP’ê ya Bajar, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirin re (KATDER) û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. 
 
MÊRDÎN 
 
Rêveberiyên DEM Partiyê yên navenda Mêrdînê û navçeyên wê û hevşaredar jî tev li pîrozbahiya cejnê bûn. Bernameya navçeya Qoserê li buroya peywendîdanînê, ya li Artuluyê li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê û yên li navçeyên din jî li avahiyên DEM Partiyê hatin lidarxistin. Gelek rêveberên partiyên siyasî û welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de peyamên piştgirî û yekitiyê hatin dayîn. 
 
WAN
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê jî bi boneya Cejna Remezanê li avahiya xwe bi gel re hate gel hev. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyên Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtanê û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyên hatin serdanê hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û yekitiyê. Pîrozbahî di tevahiya rojê de dom kir. 
 
ÊLIH
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî tev li bernameya pîrozbahiya cejnê ya partiya xwe bû. Bername li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Navendî hat lidarxistin û Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û parlamenter Zeynep Oduncu jî tev li bûn. Her wiha bi sedan welatî hatin serdanê. Piştî pîrozkirina cejnê, komên cuda yên partiyê çûn serdana taxên bajar û cejna welatî û esnafan pîroz kirin.