Ji bo rojnamevan Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, serî li NY’ê dan

Ji bo Edîtorê Rojnews’ê Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, serî li NY’ê hate dayîn.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 65 roj in agahî jê nayê girtin.

Parêzerên endamên Koma Parastina Silêman Ehmed tevî ku heta niha zêdeyî 10 caran serlêdan kirine, lê hêzên PDK’ê têkildarî Ehmed ti agahî parve nekirin.

Rojnews’ê diyar kir ku ji bo Silêman Ehmed daxwaznameyek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin.

Rojnews’ê bi bîr xist ku nûçegihanê wan Vedat Hisên Alî jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû qetilkirin û tevî ku zêdeyî 7 sal li ser qetilkirina wî derbas bûye, kujerên wî nehatine darizandin.