Ji bo rizgariya Tirkiyeyê azadiya Ocalan şert e
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got, divê tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin û destnîşan kir, yekane rêya çareseriya krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê, azadiya Ocalan e.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got, divê tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin û destnîşan kir, yekane rêya çareseriya krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê, azadiya Ocalan e.
Tevî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şer û krîza siyasî û leşkerî ya li Tirkiyeyê roj bi roj giran dibe. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven diyar kir, yekane rêya rizgariya welêt ji nava vê kaosê, azadiya Ocalan e.
Guven da xuyakirin, ku Tirkiye niha di nava krîzeke mezin de ye û got, "Krîza yekemîn û ya herî girîng krîza siyasî ye, krîza duyemîn jî ya aborî ye. Çavkaniya van krîzan jî pêwendiya xwe bi hevdîtinên bi Birêz Ocalan re heye. Sedema wê jî ew e; pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Çareseriya vê pirsgirêkê jî bi Ocalan re ye. Birêz Ocalan li ser gelê Kurd, çar parçeyên Kurdistanê û li ser PKK'ê xwedî bandoreke mezin e. Birêz Ocalan îro çi bêje, gel û PKK gotinên wî bi cih tînin û di vê çarçoveyê de tevdigerin. Herî zêde heyeta dewletê, ku gelek caran bi Ocalan re rûnişt, bi vê rastiyê dizane. Ji 5'ê Hezîrana 2015'an û vir ve bi Birêz Ocalan re hevdîtin nehatine kirin. Berê, yanî di dema pêvajoya çareseriyê de ku hevdîtin bi Ocalan re dihat kirin, gelên Tirkiyeyê dîtin ku aştî pêkan e, çareseriya aştiyê heye û temînata aştiyê Ocalan e."
'OCALAN TEMÎNATA AŞTIYÊ YE'
Guven işaret bi polîtîkayên qirêj ên AKP'ê kir û anî ziman, ji ber van polîtîkayên şaş AKP hem li hundir hem jî li derve têk çûye. Guven got, "AKP'ê dest bi şer kir. Çima dest bi şer kir? Ji ber ku jê hebû ku di nava şer de dikare desthilatdariya xwe mezin bike. Ji bo dest bi şer bike li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê du polîs da kuştin û berpirsyariya wê xist stuyê PKK'ê. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû gotibû 'Em ê biçin Qendîlê û wan biqedînin'. Em niha li rewşê dinêrin, Davûtoglû li holê nîne, lê Qendîl li şûna xwe ye. Yanî, pirsgirêka Kurd bi girankirina şer çareser nabe. Temînata çareseriyê Birêz Ocalan e. Ji bo şer giran bikin, Ocalan bêdeng kirin. Ev mesele ne tenê meseleya gelê Kurd e, di heman demê de pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye. Şerê ku îro diqewime bandoreke neyînî li hemû gelan dike. Eger gelên Tirkiyeyê têkiliya navbera tecrîda li ser Ocalan û şerê heyî baş analîz bikin, hingî wê her kes li ber tecrîdê rabe."
'PÊŞDÎTINÊN OCALAN ÎRO YEK BI YEK PÊK TÊN'
Guven destnîşan kir, divê yek bibin yek û ji bo aştiya li Tirkiyeyê tecrîd were rakirin. Leyla Guven wiha dewam kir: "Lazim e Ocalan azad bibe û bikeve nava gelê xwe. Hingî wê Tirkiye bibe welatekî mezin. Tirkiye niha li Rojhilata Navîn xwedî mafê gotinê nîne. Yên mafê wan ê gotinê heye welatên mîna DYA, Rûsya ye. Di Newroza 2013'an de Ocalan digot, 'Ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe, pêwîstî pê nîne ku em bang li biyaniyan bikin. Hêza me heye ku em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Eger em vê pirsgirêkê çareser nekin, wê hêza darbeyê bikeve dewrê'. Ev gotinên wî di demeke nêz de bi cih hatin û hê jî bi cih tên."
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven anî ziman, ew ne bawer e çareserî bi AKP'ê re bê kirin û got, "AKP beriya niha bi cemaetê re bû yek û bi her awayî komkujî li gelê Kurd kir. Piştre ji bo xatirê desthilatdariya xwe AKP ji cemaetê cihê bû û li Ergenekoniyan vegeriya. AKP bi van hevkariyên xwe yên nû, komkujiya li Kurdan dike dewam kir. Careke din nîşan da ku bi AKP'ê re çareserî nabe. Firsendên gelekî mezin ketin destê AKP'ê. Eger AKP'ê karîbûya ev firsend baş bi kar baniya, Tirkiye wê niha li cihekî cuda bûya. Tirkiye hem li hundir, hem jî li Rojhilata Navîn û cîhanê wê weke dewleteke baş mînak bihata nîşandan. Em dibêjin çareserî bi AKP'ê re nabe, ji xwe AKP hildiweşe. AKP ali ber tinebûnê ye, êrîşî Kurdan dike, hewl dide dengan ji faşîstan bigire û bi vî rengî hebûna xwe biparêze. Di her şaştiya xwe de radibe ji hilbijêrên xwe û faşîstan re dibêje 'Ez li dijî terorê têdikoşim'. Êdî her kes dizane ku ev yek derew e."
'DIVÊ TECRÎD BI LEZGÎNÎ WERE RAKIRIN'
Guven di dewama axaftina xwe de got, "PKK êdî veguheriye hêzeke navneteweyî. Di heman demê de pirsgirêka Kurd jî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. AKP êdî nikare di çarçoveya nêrîn û berjewendiyên xwe de çareseriyekê hilberîne. AKP di dema xwe ya dawî de ye. Niha hewl dide sîstema serokatiyê derxîne. Lê belê kîjan sîstemê tîne bila bîne, wê darbe her tim dewam bikin."
Guven destnîşan kir, ku Ocalan li Îmraliyê daye xuyakirin, di mijara derketina ji kaosê ya Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de dikare modelên çareseriyê pêşkêş bike û got, "Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi lezgînî were rakirin û pêvajo ji nû ve dest pê bike."