Ji bo kongreya Meclîsa Ciwanan banga tevlîbûnê

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Îdrîs Yalçin işaret bi şerê taybet ê dewletê kir ku li dijî jin û ciwanên Kurd dimeşîne û li hemberî înkarê bang li ciwanan hemûyan kir ji bo tevlî kongreya wan bibin.

Kongreya Asayî ya 1'emîn a Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê di 24'ê Kanûnê de li Amedê pêk were. Ji bo kongreyê amadekarî dewam dikin ku tê payin bi hezaran ciwan tevlî bibin. Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Îdrîs Yalçin destnîşan kir ku li hemberî bêhêvîtî û fikaran ew ê bi hev re bibin çare û bersiv.

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Îdrîs Yalçin ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku zilm û zordariyê xwe gihandiye heta nava malan, dewlet bi hemû hêza xwe êrîşî ciwanan dike; hewl dide hilweşîne û bixe nava karên qirêj. Yalçin ragihand ku bêhêvîtî û fikarên zêde têne teşwîqkirin û got, "Kongreya me wê li hemberî vê bêhêvîtiyê û fikaran wê çareyê destnîşan bike. Ciwan wê zilm û zordariyê bişikînin. Armanca kongreya me ev e."

JIN Û CIWANÊN KURD LI SER PIYAN E

Yalçin bi bîr xist ku beriya destpêkirina karên kongreyê wan bi dirûşma 'Li dijî şerê taybet berxwedaneke bi heybet' dan destpêkirin û got, "Di kampanyayê de me hewl dan nîşan bidin ku dewlet dixwaze Kurdan û ciwanên Kurd bixe nava rewşeke çawa. Dema ku mirov bala xwe bidin ser pratîka dewletê, dibîne ku dewletê em timî weke welatiyên di asta duyemîn de dît. Kurd dikarin bibin her tiştên dewletê lê belê Kurd li ser xaka xwe nikarin bibin Kurd. Pirsgirêka herî mezin ev e. Ji bilî Kurdbûnê tu dikare bibe her tişt, lê belê kengî te Kurdbûna xwe anî ziman hemû dibin dijminê te. Li ser jin û ciwanên Kurd 100 sal in polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê dewam dikin, dikin nakin nikarin bi ser bikevin. Gelê Kurd êdî hişyar bû. Îro li Rojhilata Navîn û Kurdistanê berxwedaneke nû heye. Ji vê kêliyê û pê ve kes nikare gelê Kurd di nava tarîtiyê de bihêle. Em ê bi kongreya xwe nîşan bidin ku jin û ciwanên Kurd li ser piyan e û têdikoşin."

TECRÎD LI DIJÎ TEVAHIYA GELÊ KURD E

Yalçin anî ziman ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gelê Kurd bi temamî tê tecrîdkirin û got, "Birêz Ocalan ji bo me êdî fikir û jiyan e. Em ê vî fikrî û vê jiyanê li tevahiya cîhanê ragihînin. Hevalên me yên li girtîgehan bi greva birçîbûnê li ber xwe didin, dayikên me di nobeda edaletê de ne. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bê misogerkirin em ê têbikoşin. Em bang li ciwanan, hevalên xwe yên têkoşer hemûyan dikin ku tevlî kongreyê bibin."