'Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe'

Parlamentera Amedê ya ji DEM Partiyê Ceylan Akça got, sedema krîza aboriyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd û şer e. Ceylan Akça destnîşan kir ku çareserî jî bi azadiya Abdullah Ocalan dibe.

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Akça ragihand ku budçe li gorî şer û dagirkeriyê tê amadekirin, ji ber ku neçareserî tê ferzkirin û got, "Tecrîd mijara diyarker e. Bi sererastkirina şert û mercên muzakerevanê sereke yê pirsgirêka Kurd em dikarin çareser bikin. Muzakerevanê sereke jî Birêz Abdullah Ocalan e. Em daxwaza azadiya wî dikin."

Parlamentera Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça têkildarî hevdîtinên li ser budçeyê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji ANF'ê re axivî. Akça bal ikşand ser greva birçîbûnê ya girtiyan û çalakiyên Nobeda Edaletê ku bi pêşengiya xizmên girtiyan dewam dikin û destnîşan kir ku krîza aboriyê û tecrîd bi hev ve girêdayî ne.

DAXUYANIYEKE HIQÛQÎ YA DEWLET Û HIKUMETÊ NÎNE

Akça destnîşan kir ku daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya girtiyan û xizmên girtiyan di heman demê de daxwaza DEM Partiyê ye û wiha dewam kir, "Weke DEM Partî hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqî ve em daxwaza azadiya Birêz Ocalan dikin. Dewlet û hikumet ji aliyê hiqûqî ve nikare eşkere bikin ku ev zemîn çawa hatiye avakirin. Ji mafê hêviyê heta bi dema girtina Birêz Ocalan a li girtîgehê rewş û helwesteke zelal nîne. Li aliyê siyasî jî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tavilê karib xwe bigihîne civakê, şert û mercên vê yekê bêne afirandin. Ji ber ku em aştî û wekheviyê diparêzin, em van daxwazan tînin ziman. Ji ber vê yekê em daxwaza azadiya wî dikin."

Akça bal kişand ser parêznameyên Abdullah Ocalan got, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tenê parastina teknîkî dît; lê belê pirsgirêka Kurd bi parastina teknîkî nikare bê vegotin. Akça wiha dewam kir, "Birêz Ocalan di parastineke xwe de işaret bi DMME'yê kiribû û gotibû, DMME tenê parastina teknîkî qebûl kiriye; işaret bi kêmasiyek di wê mijarê de kiribû û gotibû, 'Ya rast divê DMME ji bo parastina siyasî bingehekê ava bike, hin tişt reş û spî nîne. Mîna meseleya Kurd, mîna têkoşîna çekdarî, mîna çareseriya tundiyê di nava siyasetê de. Ji bo afirandina van şert û mercan divê guhertinek bê kirin'. Di vê çarçoveyê de şert e ku azadiya fîzîkî, şert û mercên aştiyê, şert û mercên ji bo danûstandinan bêne afirandin."

FATÛREYA FÎNANSÎ YA NEÇARESERKIRINÊ

Akça işaret bi hevdîtinên li ser budçeyê jî kir û ragihand ku DEM Partiyê şerh daniye ser hemû hevdîtinan û destnîşan kir ku budçeya ji şer re hatiye veqetandin ji bilî belavkirina tecrîdê bi kêrî tiştekî nayê. Akça got, "Me gotibû ku fatûreyeke fînansî ya meseleya Kurd li ser vî welatî heye. Bi rastî jî berdêla xwe gelekî mezin e. Ne tenê li ser can, mal û hebûna siyasî ya gelê Kurd gefeke, di heman demê de civaka Tirkiyeyê jî bi tenê dihêle, kalîteya jiyanê kêm dike û xizan dike. Lewma di van hevdîtinan de me qala mezinahiya budçeya parastinê kirin. Budçeya ku ji bo Wezareta Karên Hundir, Parastina Milî, Wezareta Karên Derve û Serokkomariyê tê veqetandin, dema mijar dibe perwerde û tenduristî dadikeve asteke nizm. Mînak li Tirkiyeyê nîv milyon hêzên polîsan hene, çima hene? Ji ber ku pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin hene. Budçeya ku hûn ji bo nîv milyon polîsan re vediqetînin, ji cihekî cuda re nikarîbû bihata veqetandin? Tê wê wateyê ku ji bo vê budçeyeke me heye."

BUDÇE JÎ TERCÎHEKE DEWLETÊ YE

Akça destnîşan kir ku tercîha budçeyê nîşaneya helwesta dewletê ye û diyar kir ku ev tercîha budçeyê; feraseta ku nîv milyon polîsan xwedî dike, fîşekan dixe bêrîka wan, her kes xizan kiriye. Akça ragihand ku bi vê budçeyê re ne tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Kurd têne qetilkirin û got, "Li Rojava jî ji bo kuştina Kurdan, ji bo dewamkirina dagirkeriyê tê bikaranîn. Ji bo talankirina Efrînê jî tê bikaranîn. Ji bo xwedîkirina çeteyên li wir jî tê bikaranîn. Ev budçe budçeya dagirkeriyê ye, tecrîd jî nuqteya vê yekê ya diyarker e. Çareserkirina pirsgirêka Kurd tê wateya çareserkirina van hemûyan. Bi afirandina şert û mercên cudan ji bo muzakerevanê sereke yê pirsgirêka Kurd em dikarin çareser bikin. Muzakerevanê sereke jî Birêz Abdullah Ocalan e. Em ji bo misogerkirina azadiya wî dixebitin."