Ji bo Başûr nameyek ji Bakur
Îro, ji bo yekbûna Kurdan a neteweyî têkoşîna we ya rêxistinî ya li dijî mêtingeriya Tirk, ji têkoşîna me zêdetir encamê bi dest ve tîne.
Îro, ji bo yekbûna Kurdan a neteweyî têkoşîna we ya rêxistinî ya li dijî mêtingeriya Tirk, ji têkoşîna me zêdetir encamê bi dest ve tîne.
Ez vê nameya ku hîsên welatparêzekî vedibêjin, çawa hatibe nivîsîn wiha bi we re par ve dikim..
Xwişk û birayên me yên welatparêz ên Başûr, ên ku hê jî di dilê wan de birîna Helepçe heye. Hêla başûr ê dilê niştimanê me yê ciwan. Deşta başûr a niştimanê me yê gewre yê ku hate xwestin hewa wê ya pak û zêrîn bi gaza kîmyewî gemarî bikin. Baxçeyê Gulan ku ji Leyla Qasim bigirin ta bi Viyan Soran, Mamerîşten, Dr. Sîrwan bi hezaran xort û jinên çeleng xaka wê bi xwînê av dan. Niştimanê wan mêrxas û jinxasan ku dema li zivistanê serî hatibû pîvazekê li Bexdayê, dev ji çiyayên berz bernedidan û dinerîn.
Xwîşk û birayên xweşewîst ên Başûrî; beriya Enfalê bi gelekî jî dewleta Tirk li beşê Bakur Kurd qir kiribûn. 1925’an li Palû, Henê û Dara Hênê em hatibûn kuştin. 1938’an li Dêrsimê em bi kîmyasalê hatibûn kuştin. Bi hezarên mirovên me hene ku em nizanin çi bi serê hat û gornên wan li kû ne. Eynî weke keç û kurên me yên ku li Enfalê birin. 4 hezar gundên me kavil kirin. Eynî weke 4 hezar gundên we yên ku hatin kavilkirin. Bi darê zorê em ji şûnwarên xwe hatin kirin û neçarî jiyaneke giran bûn. Eynî wek tişta ku li Artêşgehan, Nasiriyê û Dîwaniyeyê bi serê we hatî. Qêrînên êşkenceyên li Amed û Xarpêtê kevirên dîwaran helandin. Eynî weke tişta ku li zindanên Silêmanî, Hewlêr û Emnê bi serê we hatî. Dewleta Tirk li gorepana gund em komî ser hev kirin bi hezaran, bi hinan ji me pîsî dane xwarin, organên cinsî yên kalên me bi keçên me yên ciwan dane kişkişandin. Eynî weke tişta ku li Topzawa, li Girêçûk bi serê we hatî. Zarokên me yên di pêçekê de avêtin nav êgir. Weke tişta ku li Barzanê bi serê we kirin. Hin ji me kirîn û kirin qorîcî. Tam weke yên ku hûn ji wan re cehş dibêjin. Hin jê jî kirin wekîl, wezîr. Eynî weke yên ku hûn ji wan re misteşar dibêjin.
Niha em beşek ji wê jiyana 1987-1988’an dijîn. Ya ku hûn weke Baas dizanin li cem me AKP ye, yê ku hûn jê re Seddam dibêjin li cem me Erdogan e. Weke çalakiyên ku we hewl dida salên 1980’yî bi taybetî li Silêmanî û Kerkûkê bikin, me jî hewl da li dijî dijmin, beşê bakur ê niştimanê xwe biparêzin. Ji me re gotin ‘’xendekparêz-çalparêz’’. Tam weke dema ku Baasiyan ji we re ‘’sabotajkar’’ û Îraniyan ji we re ‘’xaîn’’ digotin. Hêzên şerê taybet ên Tirk bajarên me yên wekî Sûrê, Cizîrê, Şirnexê, Nisêbînê, Hezexê, Geverê û Silopya kavil kirin. Tam weke ku bi fermana Eliyê kîmyewî li Qarehencirê û deşta Hewlêrê, yên ku we ji wan re Quwet el-Taware û Quwet el-Xas bi we kirî. Bi fermanda Erdogan li jêrzemînan bi dehan ciwanên me yên weke terhikan bi saxî şewitandin. Tam weke ku Seddam li Germiyanê, li Barzanê kirî. Termên ciwanên me, dayikên me, kal û pîrên me bi rojan, di nav berf û baranê, seqemê de li erdê man. Tam weke wan cenazeyan ku li Halepçe piştî bi çar mehan we dîtin û veşartin; weke wan cenazeyan ku piştî bi rojan ji geliyê Balîsanê bir amorkên traktorê we birin Ranyayê.
Hûn bi navê Enfalê hatin kuştin. Li cem me jî, leşkerên dijmin ji sûreya Enfalê rahiştibûn ayetan, ew bi singa xwe ve kiribûn û bi dengê Allah û Ekber dikujtin. Tirk ji zarokên me re yên ku li dijî wan şer dikin, ‘’terorîst’’ dibêjin. Tam wek Erebên Baasî ku ji we re ‘’îhrabî, xaîn’’ dibêjin. Dema ku zarokên me yên berxwedêr dikujin kêf û şahiyê dikin. Tam weke wan Baasiyan ku dema li Sergelî, Bergelî û Zêwa Şêxan pêşmerge dikuştin, kêf û şahî dikirin û goveng girêdidan.
Xwişk û birayên me yên Başûrî, tiştên ku me vogotin ji tiştên ku bi serê we hatin, ji tiştên ku bi serê me hatin ji hezarî ne yek e jî. Civak, gel bi mêjû û dîroka xwe heye hûn pê dizanin. Dîrok xêv e, bîr e. Bîr, xêf, hiş jibîrnekirina tişta bûyî ye. Keça we, ya weke ferîşteyekê bedew, weke xwedavendekê pîroz Viyan Soran, beriya ku şehîd bibe gotibû, ‘’jibîrkirin îxanet e’’. Ev ne qewîtîyek e li me, fermanek e li me. Li gund, bajarok û bajarên ku hûn lê dijîn, li serê her kuçeyê, li bin her dîwarî bîranînên jiyana we hene. Em tiştên ku hûn weke bîranînên nexweş bi bîr tînin, ji ber zilman dewleta Tirk hê jî dijîn. Cenazeyên me hê jî li bin kavilên malên me yên kavilkirî ne. Cihêtiyeke me ji we heye; em weke we bi navê Kurdbûnê najîn lê tenê dema ku em têne kıştin weke ‘’Kurdê terorîst’’ têne binavkirin. Ji ber ku li ser navê me qedexe hatiye danîn.
Xwişk û birayên min ên Başûrî; ji bo ku em dawî li êşên xwe yên bi sedan salan bînin û careke dî van êşan nejîn, divê em bibin yek. Yekbûn ew e ku li her beşê Kurdistanê li dijî dijmin em heman helwestê nîşan bidin. Tam jî di pêvajoyeke wiha de ku diviya ji bo yekîtiyê me bêhtir kêferat bikira, bûyereke ku êşên me zêdetir kir hate jiyîn.
Xwişk û birayên min ên ezîz û xweşewîst, dema ku mêtingerên Tirk li xaka Başûr dijûn li me , li we û li Rojava kirî, em û beşek ji we careke dî birîndar kirin. Ya ku herî pir bi me giran hatî jî ew bû ku, li paytexta Kurdistana Federal, li rex rêveberiya wê ev dijûn hatin kirin.
Xwişk û birayên me yên ku helwest li dijî vê bûyerê nedayîn! Em dixwazin ku hûn xwe têxin şûna me û careke dî bifikirin. Kêliyekê xwe pal bidin û çavên xwe bigirin. Biçin salên 1987-1988’an, dema Enfalê. Bi bîra xwe bînin, tiştên ku artêşa Iraqî di operasyonên Enfalê de bi serê we de anîn; gazên kîmyewî, gund û bajarên şewitî ên ku kund li wan dixwînin, cenazeyên ku bi rojan li erdê mayin û ajalan ew xwarin, bedena keç û kurên we yên kuştî, yên tazî, koçberiya ku bi sed hezaran mirov xwe li çiya û kendalan xistibûn, qêrînên ku ji êşkencexaneyan bilind bibûn, destdirêjî û sixêf, dijûnên Baasiyan ku digotin, ‘’hûn van heq dikin’’..
Û bifikirin! Dema ku dewleta Baas ev hovîtî bi serê we de dianîn, bifikirin ku li Bakurê Kurdistanê rêveberiya federal a Kurd heye. Bifikirin şandeyeke ku Baasiyan ku ji Elî Hesen el- Mecîdî (Elî Kîmyewî), Wezîrê Parastinê yê Iraqê Adnan Hayrullah, Serekerkan Nîzar Abulkeremîm El-Hazracî, Serekfermandarê Kolorduya Yekemîn Sultan Haşîm, Fermandarê Kolorduya Pêncemîn ê Hewlêr Yunus Muhammed El-Zareb û ji misteşarên ku ji yên wekî Muttasim, Kerîm û Cafer pêk hatî, Tirkiyê ziyaret dikin. Piştî Enqerê jî seriyekî didine paytexda Bakurê Kurdistanê a federal, Amedê. Eî Kîmyewî bi serokê herêma Bakur û rayedarên giregir ên hikûmetê re daxuyaniyeke çapemeniyê dide û ji pêşmergeyên YNK, PDK’ê re ku li Enfalê li ber xwe didin, ‘’terorîst’’ û ‘’dabeşker’’ dibêje. Kujerê Helepçe Elî Kîmyewî di civînê de ji hikûmeta Bakur re dibêje, ‘’YNK, PDK ya terorîst hem gefê li we dixwe û hem jî li me dixwe’’. Û ji rêveberiya federal a Bakur re dibêje, ‘’li Botan û Zagrosê li dijî pêşmergeyên terorîst şer bikin’’ Dibêje, ‘’ çalakiyên sabotajê yên ‘pêşmergeyên terorîst’’ rê li ber vekir ku Halepçe, Seysadiq, Barzan, Qeladiz, Bazyan, Binêmerfê, Balîsan hilweşe’’. Dibêje, ‘’Mala wan ava, birayên me yên Kurd ên Helepçe, Barzan û din destek nedane ‘pêşmergeyên terorîst’’ Hin qenalên televîzyonên ên Bakuriyan , hin rojname û radyo gotinên Baasiyan ên li bakur rast dibînin û destekê didine van gotinan. Belê, xwîşk û birayên me yên Başurê yên ku helwest nedayin, li pêşberî bergeheke wiha, rewşeke wiha, we yê çi bigota? We dixwest ku Kurdên bakurî çi bikirina? Ji bo xatirê êşên ku gelê Kurd jiyane, ji bo heqê xwîşk û biratiyê, em ji we dixwazin ku hûn li vê bifikirin.
Başûriyên xweşewîst û ezîz! Ku bi destûra hikûmeta me ya li bakur şîrketên Baasiyên ku bi milyonan dolar bi dest dixin hebûna, me çi bikira we wê ji bo têkoşîna we baş bûya? Ku hikûmeta me, sedî 70 petrola Bakur bi bihayê herî kêm bidana Seddam an jî zilamên nêzî wî, we yê bixwesta ku xwîşk û birayên we yên bakurî çi bikirana?
Li dijî gotinên biçûkxistinî û dijûnî yên serokwezîrê Tirk ku li Hewlêrê kirî, helwesta hin xwîşk û birayên me yên başûrî moral û hêzek da me. Em dibêjin; ku hûn nexwazin ti dagirker wê rêya xwe bi Başûr nexin û wê nikaribin biaxivin. Li dijî mêtingeran ji bo destê siyasetmedarên Başûrî xurt bibe, divê hûn li dijî dagirkerên qirker helwesta xwe nîşan bidin. Çima hûn destûrê didin qirkerên ku sixêf û dijûnan li Kurdan dikin, başûr bimêtin. Dema ku Erdogan ji petrola we dewlemend dibe, hûn bê kahreba, bê êzing dimînin û bê dirav dimînin ku nikarin zar û zêçên xwe bidin xwendin. Em çima vê qebûl bikin. Çima baregehên leşkerî yên Tirkên dagirker li başûr hebin, ku li bakur navê Kurdan qedexe kiriye, û dibêje di fersenda pêşî de em ê li Rojava statûya Kurdan tine bikin û ji holê rakin.
Îro, ji bo yekbûna Kurd a neteweyî têkoşîna we ya rêxistinî ya li dijî mêtingeriya Tirk, ji têkoşîna me zêdetir encamê bi dest ve tîne. Yekbûna Kurd a neteweyî di destê we Kurdên başûr de ye. Ez bi bîra xwişk û birayên xwe tînim û slavên xwe ji we re dişînim…