'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin û bi ser bikevin'

Gerîlayên HPG û YJA Starê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, ji bo têkbirina komployê wê li ber xwe bidin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn.

Têkoşer Farqîn: Gelek welat tevlî komploya navneteweyî bûn. Rûsya ku ji xwe re dibêje 'Ez sosyalîst im' ew jî di nava komployê de nebû. Gelek dewletên ku digotin ew dost in, eşkere bû ku di nava komployê de rola wan heye. Dîlgirtina Rêberê me ji bo gelên cîhanê cihê êşeke giran e. Divê ti netewe vê qebûl neke. Demeke dirêj e agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Li Îmraliyê tecrîd û êşkenceyeke giran heye. Ev yek jî bi agahdariya CPT tê kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û temamiya Ewropayê gelê me ji bo azadiya Rêbertî û jiyana li welatekî azad  hewl dide. Dîlgirtina Rêberê me ne tenê dîlgirtina Kurdan e, her wiha tê wateya dîlgirtina gelan hemûyan.

Bêguman îro gel hemû tevlî şoreşa PKK'ê bûne. Ev yek jî bi saya îdeolojiya Rêber Apo pêk hatiye. Me rastiya xwe di îdeolojiya Rêberê xwe de dît. Raperînên berê hemû ji aliyê dijmin ve hatin tepisandin, bi pêngava Rêbertî û damezrandina partiya me PKK'ê re mejiyekî nû afirî. Û îro bi vê hişmendiyê em pêşengiyê ji civakê re dikin. Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ya partiya me, di sala 2023'an de divê em xwe ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re amade bikin.

Hebûn Dilsoz: 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke tarî ye. Rêberê me 25 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide. Berxwedana li tunelên şer bi têkoşîna Rêbertî xurtir dibe. Bi berxwedana Rêbertî gel rabû ser piyan. Gel xwe nas kir û bû yek. Ez weke mirovek ji neteweya Ereb, komploya li dijî Rêbertî şermezar dikim. Bi rêya komployê xwestin şer bixin navbera gelên Ereb û Kurd, lê belê berevajî vê yekê bû. Têkiliya navbera gelên Kurd û Ereb xurtir bû, hîn bêhtir bûne yek. Niha jî bi hev re ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê têdikoşin. Armanca gel û gerîla jiyaneke azad a bi Rêbertî re ye. Min Rêbertî nas nedikir, lê belê piştî ku tevlî nava refên gerîla bûm, min ew nas kir. Gelekî dixwazim Rêbertî bibînim, ji bo vê em têdikoşin.

Besê Anûş: Weke gerîlayeke YJA Starê komploya navneteweyî şermezar dikim. Komplo bi her awayî ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê êşeke mezin e. Dema dawî li gelek deverên cîhanê gel ji bo têkbirina komployê çalakiyan lidar dixin. Armanca me gerîlayên YJA Starê têkbirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Rêberê me roja me ye. Çawa ku mirov nikare bêyî rojê bijî em jî bêyî Rêbertî nikarin bijîn. Di sala 2023'an de divê em komployê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Em gerîla dixwazin komployên li ser gelê Kurd têk bibin. Dewletên ku tiliya wan di nava komployê de heye şermezar dikim. Ji bo têkbirina komployê em ê her li ber xwe bidin.

Fûat Mahabad: Dijmin bi rêya komploya navneteweyî xwest PKK'ê tune bike. Di demekê de ku gelê Kurd li ser piyan bû, Rêbertî dîl girtin. Ji dijmin hebû ku bi dîlgirtina Rêbertî wê bigihêje armanca xwe, lê belê têkoşîna Kurdan niha li tevahiya cîhanê deng vedide. Ev yek jî bi saya îdeolojî û felsefeya Rêbertî ye. Biryardariya me gerîlayan ew e ku di sala 2023'an de azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Ji ber vê yekê her çalakî gelekî bi wate ye. Çalakiya herî mezin a ku ciwanên Kurd bike jî tevlîbûna li nava refên gerîla ye.

Firat Çiyager: Bi felsefeya Rêberê me gelê Kurd têkoşiya. Şerê ku niha li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin, hêz û moralê ji berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê werdigire. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji bo bersivê bidin êrîşên dijmin wê erk û berpirsyariya xwe bi rengekî serketî bi cih bînin. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe mezintir bikin, em ê bi ser bikevin.

Peyman Dilsoz: 15'ê Sibatê ji bo me rojeke tarî ye. Dijmin çi dike bila bike nikare roja me tarî bike. Rêbertî tevî ku 25 sal in li zindanê dîl tê girtin jî ji berxwedanê tawîzê nade. Em li ser şopa Rêberê xwe ne û bi ronahiya wî jiyana xwe dewam dikin.