Leşkerên ku rojên bihurî li girtîgeha Mêrdînê a Tîpa E’yê bi ser qewîşên girtiyên jin de girtin, dest li ser nîşeyên bi Kurdî û pirtûkan danîn, mafê axaftina bi telefonê ya ku heftiyekê carekê bû kirin serê du heftiyan carekê.
Piştre jî 9 jin sirgûnî girtîgehên Baybûrtê û 6 jin jî sirgûnî girtîgeha Rihayê kirin. Yek ji van jinên girtî ku sirgûnî Girtîgeha Tîpa M’yê ya Baybûrê kirin Hafso Yalçin (17) e. Hafso beriya bi 2 salan bi sedema ku kevir di destê wê de bû hatibû binçavkirin û 8 sal ceza lê hatibû birîn. Hefso dema ku hatî girtin 15 salî bû. Malbata Hefso ji bo ku keça wan sirgûn kirine helwestê nîşan dide.
Diya Hefso Yalçin Xezal Yalçin dibêje, "Beriya ku wan sirgûn bikin leşker bi ser koxuşa wan de digirin û dijûnê li wan dikin. Dest li ser pirtûk û defterê wan datînin û wan sirgûn dikin. Sedema ku li koxuşan digerin jî nîşeyên wan ên bi Kurdî ne. Ango armanca wan ew bû ku wan ji hev veqetînin. Beriya ku keça min sirgûn bikin êşkence lê kirin, neheqî lê kirin. Di rîngê de du rojan birçî hiştin."