IGFM: Divê Elmanya li bara êrîşan bêdeng nemîne

Yekîtiya Mafê Mirovan a Navnetewî (IGFM) êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û di serî de Elmanya, xwest ku welatên Ewropî bêdeng nemînin.

Li dijî êrîşên hewayî yên Tirk ku 14 Hezîranê biribûn ser Şengal, Mexmûr û Qadên Parastinê yên Medyayê IGFM'ê daxuyaniyeke da û êrîşên Tirk şermezar kir.

IGFM'ê bi bîr xist, roja ku êrîş pêk hatiye Wezîrê Karê Derve yê Tirk û Elman bi telefonê bi hev re axivîne û bal kişande wê dibêtiyê ku êrîş jî di hevdîtinê de hatibe rojevê.

Endamê Lijneya Rêveber a IGFM'ê Vasîlîst Pavegot deerbarê êrîşan, ku Pavegos her wiha pisporê Tirkiyê ye got, ''Divê Elmanya li barasûcên şerû binpêkirina mafê mirovan a dewleta Tirk bêdeng nemîn. Di serê van sûcan de pêşî sûcên wê yên li Iraq û Sûriyê tên.''

Pavegos got di van êrîşên dawî de, li gel hêzên PKK'ê, Êzîdiyên ku ji êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê xilas bûbûn bûne hedef Pavegos her wiha got, Serokkomarê Tirk Erdogan çi dema ku dor lê teng dibe, rewşa aborî û siyasî xirab dibe ji bo ku halê heyî bide jibîrkirin amûrên leşkerî sazkar dike. Pavegos got, ''Hevalbendên Tirkiyê ji bo ev êrîşên ku ti caran nayên qebûlkirin rawestin, divê tevbigerin.''