Hunermendên Başûrê Kurdistanê xwe ji bo Newroza Qendîlê amade dikin

Hunermendên bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê dest bi proveyên xwe yên ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Qendîlê kirin. Hunermendan bang li gel kirin ku bi coş tevlî pîrozbahiya Newroza Qendîlê bibin.

Her salê wek çandekê bi sed hezaran welatiyê Kurd ên her çar beşên Kurdistanê bera xwe didin Binarê Qendîlê ku wek landika şoreşê tê nasîn û bi gerîlayan re Newrozê pîroz dikin. Îsal jî komîteya amadekar a Newroza Qendîlê mehek ji beriya niha dest bi amadekariyên xwe ya ji bo pîrozbahiya Newrozê kiribû. Niha jî hunermend proveya berhemên xwe yên hunerî yên ji bo pîrozbahiyê amadekirinî dikin.

Di heman demê de hunermend bang li gel dikin ku bi coş tevlî merasîma pîrozbahiya Newrozê bibin da ku wan berhemên amadekirinî pêşkêşî wan bikin.

Roja 21’ê Adarê wê merasîmek mezin ya pîrozbahiya Newrozê li qada Newrozê ya Binarê Qendîlê bê lidarxistin. Tê payîn ku îsal ji ber coş û morala ku ji serkevtina gerîlayan ya li Garê û têkşikandina artêşa Tirk a dagirker girtinî, wê hejmarek zêde tevlî pîrozbahiyê bibin.

Li gorî bernameya komîteya amadekar a Newrozê ya Qendîlê, ji derweyî peyamên siyasî yên girîng ku îsal wê di pîrozbahiyê de bên pêşkêşkirin, di heman demê de hunermend Nasir Rezazî, Çopî Fetah, Şîlan Osman, Bextiyar Salih û çend komên hunermendên herêmî tevlî pîrozbahiyê dibin û wê berhemên xwe pêşkêş bikin.