HRE: 8 dagirker hatin kuştin, 2 wesayit hatin îmhakirin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku di çalakiyên dijî hêzên Tirk ên dagiker de yek jê leşker 8 dagirker hatine kuştin û 2 wesayit hatine îmhakirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 4 û 5'ê Nîsanê de hêzên wan çalakî kirine.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja 4'ê Nîsanê; hêzên me li gundê Meryemîn ê bi ser navçeya Şera li dijî baragehekî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me li gundê Dêrsiwan û gundê Çema yê bi ser navçeya Şera de li dijî çeteyên artêşa dagirker 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encama her du çalakiyan de 2 seyare hatin rûxandin, 6 çete jî hatin kuştin.

Roja 5’ê Nîsanê; hêzên me li gundê Malikiyê ya bi ser navçeya Şera de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encame de 1 çete hat kuştin.

Hêzên me li gundê Kefer Xaşir yê bi ser herêma Ezazê de li dijî çeperekî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Bi giştî di encama çalakiyan de 7 çete û 1 leşker hatin kuştin, 2 seyare jî hatin rûxandin."