HPG: Li Colemêrgê herî kêm 3 leşker hatin kuştin

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê agahî da û diyar kir ku herî kêm 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Roja 24'ê Cotmehê saet 14:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li ser Girê Pêşmerge yê li herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve li kozikên leşkerên dijmin hate xistn û di encamê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me heman rojê saet 15'an li heman girî çalakiyeke din kirin. Di vê çalakiyê de jî derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

24'ê Cotmehê saet 13'an, hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Qereqola Şikêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Roja 25'ê Cotmehê (îro) saet 01:00 balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora gundên Lêlîkan û Benasenanê yên herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi gerîlayên me nehat, lê xisar li dehl û rezên gundiyan bû.

Artêşa TC a dagirker roja 19'ê Cotmehê saet 18'an li gundên Penga Xana, Kanî Şkêre û Worgundika yên herêma Feraşînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de helîkopterên êrîşê jî hatin bikaranîn. Operasyon heman rojê saet 20:00 bi rengekî bê encam qediya. Hêzên dagirker zext li gundiyên herêmê kirin."